id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
1
https://ku.wikipedia.org/wiki/Amed
Amed
Amed yan jî bi navê dîrokî Amîda, () (1928: دياربكر/Diyarbekir; ) yek ji bajarê herî mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Amed li derdora deşteke bilind ê li kêleka Çemê Dîcleyê û li kêleka kelheya dîrokî ya Sûra Amedê hatiye avakirin. Amed ji aliyê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ve wek navend û pozîsyonek polîtîk tê pênaskirin û yek ji bajar û navendên girîng û dîrokî ya erdnîgariya Kurdistanê ye. Li gorî daneyên kanûna sala 2021an nifûsa bajêr 1.791.373 kes bû ku ji wan 1.129.218 li qada navendî (an metro) ya ku ji 4 navçeyên navendî (Rêzik, Payas, Sûr û Bajarê Nû) pêk tê dijîn. Amed di navbera Kurdan de bûye navendeke sereke û ji aliyê gelek Kurdan ve wekê paytexta defakto ya Kurdistanê tê dîtin. Dihat xwestin ku bajar piştî Peymana Sêvrê bibe paytexta Kurdistaneke serbixwe lê piştî geşedanên siyasî yên paşerojê ev yek hatiye paşguhkirin. Etîmolojî Bajar 1300 sal de bi navê Amîda hatiye naskirin. Navê Amîd (Amîda) di belgeyên erebî de jî derbas bûye. Amîd (Amîda) di belgeyên fermî yên Împaratoriya Trepzonê de di sala 1358an de hatiye dîtin. Erdnîgarî Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan. Taybetiyên erda bajêr Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin. Avûhewa Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe. Dîrok Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne. Kronolojî Berî îsa ~7250-6750 dema neolîtîk ~5000-4000 dema kalkolîtik ~3000 dema dema tunc ~2000 dema hurî û mîtaniyan ~1200- 600 dema aramiya û urartiyan 550- 331 dema persan Piştî Îsa (zayîn) 226-395 dema romayiyan 395-639 Dema bîzansiyan 639 dema ereban 661 dema emewiyan 750 Dema ebasiyan 984 dema merwaniyan 1085 dema selcûqiyan 1102-1232 dema Ertuqiyên Heskîf û Amedê 1232 dema eyubiyan 1335 dema Xanedana Zirkan 1507 dema sefewiyan 1515 dema osmaniyan 1923 dema Komara Tirkiyeyê Şaredarî Şaredarê Amedê ji hilbijartinên 31'ê adarê 2014an û vir ve Gültan Kışanak e. Nexweşxaneyên Amedê Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Amedê Çand û huner Navendên çandê yên Amedê Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê Navenda Hunerê ya Amedê Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun Rojeva Cihkî 21 a Bajarê Mezin Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Konservatiwara Bajêr a Aram Tîgran Ol û civak Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene. Xwarinên herêmê Meftune: goştê parçekirî di quşxane yan beroşê de tê sorkirin. Bacanreşk (balîcan), sîr û fringî (yan jî ava fringiyan) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin. Mehîr: mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin. Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin. Kalek, qedayîf, peqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin. Biraşka tîkegoştê Biraşka şîşê Boranîk Boreg Bêran Bûmbar Cîgerkebaba Amedê Elînazîk Gebola kundirê mîranî û savarê Girara bi xêlî Hebenîska Amedê Hêyavka bamyeyê Hêyavka goşt û kixseyê Kartol û mast Keledoşiya masiyê Kutilka bacanreşkê Lebzîne Loqmeya bexdenûsê Lêvenî Nêrgîzyanî Nûriye Pirtik (şîranî) Ponponkiya parxanê ya Amedê Pîlakiya Amedê Qedayîfa rêsî Qereş Xaşîla çortanê Kincên herêmê Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe. Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike. Çanda xwedîkirina kevokan Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin "boran". Ciyên tûrîstîk û gerê Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye. Cihên dîrokî yên girîng Bedena Bajêr Pira Dehderî an Pira Belek an jî Pira Dîcleyê Qesra Xazî Baxçeyên Hewselê Deriyên Amedê Deriyê Xerpûtê an Deriyê Çiyayî an jî Deriyê Bakur Deriyê Rihayê an Deriyê Rûm an jî Deriyê Rojava Deriyê Mêrdînê an Deriyê Başûr Deriyê Nû an Deriyê Rojhilat Deriyê Serayê Bircên Amedê Birca Bizinê Birca Heft Birayan Birca Evlî Bedenê Birca Melikşah Mizgeftên Amedê Medreseyên Amedê Xwendegeha Mesûdiyê Xwendegeha Zîncîriye Hemamên dîrokî yên Amedê Hemama Çardaklî Hemama Deva Hemama Melik Ehmed Hemama Paşa Hemama Qazî Hemama Vahap Axa Dêrên Amedê Dêra Meyremokê Dêra Surp Gregos a Ermeniyan Xanên dîrokî yên Amedê Xana Delîlan Xana Hesen Paşa Xana Borsayê (Cotxan, Çîftexan), îro wêran e. Muzexane Muzeya Arkeolojiyê Muzeya Ziya Gökalp Muzeya Cahit Sıtkı Tarancı Koşka Sem'an (Koşka Xazî) Koşka Erdebîlê (Qesra ber Derê Pirê) Seyrangeh û parkên Amedê Parkorman Sumerpark Kuçeya Hunerê Navdarên Amedê Çavkanî Girêdanên derve Malpera Amedê (bi tirkî) Şaredariya Amedê (bi tirkî) Amedê (bi tirkî) Xabere Amed'e (bi tirkî) Xabere Diyarbakirspor - Amedspor (bi tirkî) Bajarên Kurdistanê Kelepora Cîhanê li Tirkiyeyê Kelepora Cîhanê li Kurdistanê
4
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bill%20Gates
Bill Gates
William "Bill" Henry Gates III [] li li bajêrê Seattle li wilayetê Washingtonê hatiye ser dinyayê. Ew tev-hîmdaner, serok, kevne mezin-endazyarê nermamrazan yê şîrketa Microsoftê e. Her wiha, ew damezrînerê şîrketa Corbis ya arşîvkirina wîneyên dîgîtalî e. Li goreyê lîsteya Bilyonerên Cîhanê ya Kovara Forbesê, Gates zilamê herî dewlemend ê cîhanê li van 12 salên bihurî ye. Li sala 1999ê, ji bo heyamekê dewlemendiya Gates ji 100 bilyon dolarên Emrîkî bihurî û bi vî awayî Gates bû sedbilyoniyê yekê di dîrokê da. Li goreyê Kovara Forbes 2006ê, Gatesî niha zêdetir ji 50 bilyon dolaran hene. Malbata Gates bi dû malbata Waltonî malbata herî zengîna cîhanê e. Gates yek ji bernyastirîn sermayedarên şoreşa Komputera kesanî e. Ew bi berfirehî ji ber dûrbînî û meraqa karî cihê rêzê e. Hindek kes jî rexneyan lê dikin ko bi awayên nedadwerane û bêqanûnî şîrketa Microsoftê ava kiriye. Piştî komkirina serweta xwe, di gelek karên mirovxwazane da Gêytsî gelek pare (nêzîkî 50 % ji malê xwe) bi rêya Binyatê Bîl û Melînda Gatesî, ya ko li sala 2000ê hatiye damezrandin, daye rêxistinên xêrxwaz û lêkolînên zanistî. Çavkanî Mêr Amerîkî
7
https://ku.wikipedia.org/wiki/Cegerxw%C3%AEn
Cegerxwîn
Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (jdb. 1903 li gundê Hesarê, Kercewsa Batmanê, Bakurê Kurdistanê – m. 22ê çiriya pêşîn a 1984an li Stockholmê, Swêd), helbestvan, siyasetmedar û ramyarê kurd ê mezin bû. Jînenîgarî Cegerxwîn di 1903an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê. Navê wî ew e: Şêxmûsê kurê Hesenê kurê Mihemedê kurê Mehmûdê kurê Elî. 11 bira û xwişkên wî hebûn. Birayê wî Xelîl e û xwişka wî Asya ye. Yên din çûne ber dilovaniyê Xwedê. Ew hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye. Di 1918-1919an de, di jiyê 15-16 saliyê de dê û bavê xwe winda kirine. Bavê wî Hesen (m. 1918) bû, diya wî jî Eyşan (m. 1919). Di salên 1918 û 1920an de di riya hesinî de dişixule. Di salên 1920 û 1927an de ew diçe deştê Diyarbekirê ber şêx û melan bixwîne. Ew diçe medreseyê. Di 1924an de Cegerwxîn dibe welatparêz. Di sala 1927an de ew vegeriya Tilşiyîrê (Tilşihîrê), bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û dû re li Amûdê bi cih dibe. Di 1928an de Cegerxwîn dibe seyda û meletiyê dike. Ew bû meleyê gundê Hazda Jorîn. Dû re meletiyê ber dide, diçe du gundan (Êlek û Cehenem, Rojavayê Kurdistanê) ava dike. Di 1934an de komeleya Ciwankurd saz dikin, lê dagirkarên frensî komelê digirin. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve Xoybûnê û lê kar dike, pişt re navê rêxistinê diguherin, dikin Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê. Damizirînerê civatê Ehmed Nafiz e, Cegerxwîn dibe sekreter. Wî mala xwe ji gund bir bajarê Qamişlo Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Dû re di 1949an de ew cara pêşîn tê girtin. Di 1950î de ew dikeve Civata Aştîxwazên Sûriyê û bi wan re kar dike. Li 1954ê ew dibe berbijêrê perlamana Sûriyê. Di 1957an de Cegerxwîn ji Partiya Komûnîst dûr dikeve û rêxistina Azadî saz dike. Piştî rêxistina Azadî bi Partiya Demokrat a Kurdî dibin yek. 1959-1962 partî wî dişîne Başûrê Kurdistanê, li Bexdayê di zanîngehan de hînî kurdî dike. Ew sê salan li wir dimîne. Di 1962an de ew vedigere Rojavayê Kurdistanê. Ew dîsa tê girtin. Li 1963ê ew dîsa tê girtin û dikeve girtîgeha Mezê ya Şamê. Piştî pêleke nedirêj tê berdan û vedigere Qamişlokê. Di 1967an de Cegerwîn bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê. Lê dû re di 1969-1970î de ew cardin diçê Başûrê Kurdistanê û li şoreşê nêzîkî salekê dimîne. Di navbera 1973 û 1975an de ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe ya sêyê "Kî me ez?" û ya "Salar û Mîdya" çap dike. Di 1976 û 1979an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne. Di sala 1979an de Cegerxwîn diçe welatê Swêdê, li bajarê Uppsalayê dijiya. Ew di 22ê çiriya pêşîn a 1984an li Swêdê dimire. Dû re ew li Qamişlokê hatiye veşartin. Berhem Helbest Dîwana yekem: Agir û Pirûsk, 1945, Şam Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954, Şam Dîwana siyem: Kî me Ez?, 1973, Beyrûd Dîwana çarem: Ronak, 1980, Weşanên Roja Nû, Stockholm Dîwana pêncem: Zend-Avista, 1981, Weşanên Roja Nû, Stockholm Dîwana sesem: Sefaq, 1982, Weşanên Roja Nû, Stockholm Dîwana heftem: Hêvî, 1993, Weşanên Roja Nû, Stockholm Dîwana hestem: Aşitî, 1985, Weşanxana Kurdistan, Stockholm Salar û Mîdya Şerefnameya Menzûr Ziman û ferheng Destûra Zimanê kurdî, 1961, Bexda Ferheng, perçê yekem, 1962, Bexda Ferheng, perçê diwem, 1962, Bexda Çavkanî Mijarên têkildar Gulfiroş (helbest) Girêdanên derve Nivîsên li ser Cegerxwîn di Internetê de saradistribution.com, Cegerxwîn Neteweperwerên kurd Nivîskarên zimanê kurdî Nivîskarên kurd Fîlozofên kurd Cegerxwîn Jidayikbûn 1903 Mirin 1984 Kurdên Împeratoriya Osmanî Kurdên Swêdê
10
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AEroka%20Kurdistan%C3%AA
Dîroka Kurdistanê
Dîroka Kurdistanê, dîroka Kurdistanê ye ku yek ji welat ên herî kevnarê rojhilata navîn e. Kurdistan, welatekî jeo-çandî yê li rojhilata navîn e ku piranî ya Kurdan li vir dijîn û di dîrokê de, hemî çand, ziman nasnameya neteweyî ya Kurdan li vir hatiye damezrandin. 2 hezarsala berî zayînê qewmên Hindûwropî koçî Îranê û Kurdistana niha kirin. Bi vî şeklî gelê ermen belaveyî bakurê Îranê bû û qewmên din jî belaveyî başûrê Îranê bûn. Her wisa 9emîn sedsala berî zayînê de dagirkirina qewmên aryan destpê kir bo herêmê. Di encamê de 3yemîn sedsala berî zayînê de arîbûna herêmê temam bû. Êdî ji wî wextî heta niha gelên aryan li herêmê jiyan û belav bûn. Peydabûna bavkalên kurdan di 5emîn sedsala berî zayînê de peyda dibin . Jixwe Ksenofon di berhema xwe Anabasisê de behsa bavkalên kurdan digehîne sedsala 5emîn ya berî zayînê. Her wisa piştî van bûyeran etnisîteya kurdan jî pêk dihê. Di navbera sedsalên 200 û 600 de ya piştî zayînê etnisîteya kurd çêdibe . Her wisa lêzêde dike ku çêbûna etnisîteya kurd di cografyaya navbera Gola Wanê û Gola Ûrmiyeyê de pêkhatiye Nav Peyva "Kurdistan" di sedsala 12emîn yekem car hate bikaranîn. Siltanê Selcukiyan, Siltan Sencer yekem car navê Kurdistanê wek welatek bikaranî. Her wisa li sala 1298ê ji layê gerokê ewropayî Marco Polo ve jî peyva Kurdistan an jî Kardistan hatiye bikaranîn. Di çavkaniyên mongolan de di sedsala 14ê de behsê Kurdistanê tê kirin. Reşîdûdîn Fezlullah Hemedanî jî di sala 1318ê de peyva Kurdistanê bikartîne. Melayê Cizîrî jî di navbera salên 1567 û 1640ê de wiha behsa Kurdistanê dike; Gerokê tirk Ewliya Çelebî di pirtûka xwe de dibêje ku parêzgehên Kurdistanê çêdikin ev in; Erzerom, Wan, Hekarî, Amed, Cizîr, Amêdiye, Şehrezûr û Erdelan Kurd kî ne Etnisîte Mikhail Semenovich Lazarev dibêje ku kurd wek etnisîte li derdora salên navîna 500an çêbûye . Her wisa lêzêde dike ku çêbûna etnisîteya kurd di cografyaya navbera Gola Wanê û Gola Ûrmiyeyê de pêkhatiye Neteweyê kurd ji 7 qewman pêk tê. Ev her heft qewm xwe wek kurd didin nasîn. Qewmên kurd û zimanên wan; Dîn Îslam (Sunîtî, Şiîtî, Elewîtî) Êzdîtî Yarsan Zerdeştî Cihûtî Şebek Pirtûk: Kürdistan Tasavvuf Tarihi, Muhammed Rauf Tavakkolî, Weşanên Hîvdayê Yezidiler, Roger Lescot Nêrîna giştî Kurd yek ji gelên herî kevnar yên Mezopotamyayê û Zagrosê ne. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê. Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin. Beriya Îslamiyetê ola kurdan, li gor hinek çavkaniyan Zerdeştî bû. Hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên ereban û belavbûna îslamiyetê, kurdan dev ji zerdeştiyê, ku yek ji olên yekxwedayî yê ji herî qedîman ya Rojhilata Navîn e berdan û îslamiyetê hilbijartin û bûn misilman. Li sedsalên yekem ên îslamiyetê da, ku erebên misilman eriş kirin ser Împeratoriya Sasanî, nivîskarên ereb wekî Îbn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekî Hoz jî dihêt nivisandin û gotin. Hoz jî di zimanê kurdî de bi manaya malbat e, û weke Xêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye klan dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro, Hozên dema kevnar in, ku piştî îslamiyetê tevi leşkerên erebên misilman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pişkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe. Hoz navê gelê Elamiye, ku şaristaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr nava Hozi jiyana koçerî li ser çiyayên başûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. Çavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan weki mar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû. Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên kurd yên wekî Selehedînê Eyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye. Di sala 1514an de şerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de kurdan bac û leşker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man. Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye, destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine. Di qirna 19an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Brîtanî, Fransî, Almanî û Rûsî de. Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26ê nîsana 1920an di Konferansa San Remo'de dest pê kir. Partiya "Îtihad û Tereqî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne. Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê, Peymana Sewrê, ya di 10ê tebaxa 1920an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî, di demek wiha dîrokî de pêk hate. Berî Îslamiyet li Kurdistanê belavbûyî Ku mirov bahsa demên berî zayîna dîroka Kurdistanê bike, divêt ku mirov bizanibê ku di wê demê de, weke ku bi ´Ksenofon' Ksenofon re tê ser ziman, "Kardox" hene. Di dema Hûrîyan de jî rengê "kurda" navê kurdan tê bikaranîn. Di dema Gûtiyan de, ev nav heye. Di wê demê de, bi vê yekê re, mirov dibîne ku ji Kurdistanê re "welatê kurdan" an jî "kardoxiyan" tê gotin. Wê di deme Gûtiyan de kurd, pêşketineka mazin bijîn. Wê welatîtiya wan ya wê demê, wê bi fêr û cerbneka mazin bigihê ast û deme împaratoriyê û nêzî 400 salî bijî. Piştî wan re, demên ku têne jînkirin, wê deme wan ji holê narakê, lê wê awayê rêveberiya wan ji holê rakê. Deme Mîtaniyan û Hûriyan, wê demeka xanadanî bê. Piştî deme Uriyan re ku ew demna bixanadanî yên li dûvhevdû jîna, wê weke ku di berdewama wan de, li herême botanê ya rojavayê bakûrê Kurdistanê dikeve û ku başûr rojavavayê Kurdistanê dike nava xwe de, wê di qadeka mazin de pêşketina wan bibe. Ew der, wê heta ku bigihê herêma Rehayê ku di wê demê de jê re "kalden-Ur" dihate gotin, wê ji wan re herêmeke navendî bê. Firat bilindbûna wê ava wê, li ber wê, temenê jiyaneka xurt û pêşketî diafirêne û jiyan jî li wir pêş dikeve û pêşketineka mezin dijî. Di deme Uriyan de jî, di deme Hûrî û Mîtaniyan de jî, em dizanin ku xwediyê zanîn û kevneşopîyeka mazin in û pirtûkxaneyên wan hene. Zanebûneka wan ya pirr mezin heya. Gûtî, wê bidest bikaranîna ayaran bikin, weke rûpelên nivîsandinê. Wê Medî jî, wê kevneşopiya wan ji wan bigirin û bidina berdewam kirin. Navenda Gûtiyan herêma Cizîre Botan bû. Wan, wê demê ji Cizîre Botan re digotin "gerzûbaqarta". Cizîr, ew kelehe wê ya mazin, hê ji deme wan maya. Di deme Gûtiyan de hatiya çêkirin. Ji xaynî wê kelehê, em dizanin ku gelek beşên wê ku îro ji holê rabûna hene. Herême dora wê jî hatiya rastkirin û hatiya vekirin ji jiyanê re. Ji vê yekê re hin sedemna pir mazin hena. Tirba Nebî Nuh di wê demê de cihê herî xweş jê re tê dîtin û li wir tê çêkirin. Ew tirba wî ya ku îro, weke ku li nîvê Cîzîrê ya. Di deme ku hatîbû çêkirin de li ber ava Diclê hatibû çêkirin. Çend ku av çiqandin pêre çêdibe û bi ber kêmbûnê ve diçê, êdî navber dikeve nava tirbê û çemê diclê de. Nebî Nuh, weke pîroziyeka her demê ya. Di deme wan (Gûtiyan) de jî ew pîroziya wî heya û mirov di têgihiştina wê de na. Di deme Gûtiyan de ew nirxîtiya Nebî Nuh heya. Hingî, ola Êzdatîyê heya û serdesta û pergaliya yek-xwûdayiyê diafirêne. Gûtî, wê demeka wê ya pirr pêşketî û bi têgihiştin bê. Deme Gûtiyan, wê li Kurdistanê, pêşketineka mezin bide çêkirin. Awayê rêxistinbûna wan li ser temenê herêmbûnê ya. Herêm bi herêm rêxistiniya wan heya. Her herêm mîrê wê heya. Her herêm, mîrê wê, weke keyê wê ya. Ya ku di ast bilind de wan digihêne hevdû, pergale olî û nirxîtiya wan ya bi wê ya ku ew hemû li dora wê gihiştina hevdû ya. Zanebûna wan, wê wan hertimî di bîra hevdû de bihêle. Têkiliya herêman jî, weke ya êlîtiya ku hate roja me, bi kurdan re jîn dibê ya. Her herêm bi êlîtiya xwe re xwediyê hêzê xwe ya jî. Di bin mîr de bi rêxistin a. Her mirovê ku dijî bi mîr ve girêdayî ya û ji wê wirdetir, ku pêdivî pê hebe, şervanekî parastîna herême xwe ya jî. Ji bo wê diçê mirinê jî. Hate ku dem tê deme Naîriyan wê ev wilo berdewam bê. Lê di wê navberê de li herême hin bi hin hêzeka din jî bilind dibe. Ew jî, hêz û mazinbûna Asûriyan a. Ew jî, wê êdî ji sadsalên 16. û 15 min pê de bidest mazinbûna xwe bikin. Bi wê re, çend ku ew bihêz dibin wê bixwezin ku li herêmê serdest bibin. Piştî Gûtîyan re li herêmê Naîrî êdî hin bi hin mazin bûna û ji qadeka ku ji ber Zagrosan digihê hate herêmê Botanê ber Diclê û ji wir jî hate ber Firatê serdestiya wan heya. Destpêka wan, wê herême Botanê bê. Piştre wê navenda wan xişiqê herême Sêrt, Wan û Mûşê û hwd. Lê di demên wan dawiyê de wê Zagorosan bê navenda wan. Bi wê re, serdestiya wan li çiyayê mazin Agirî jî dibe. Wekî din jî, ev der, ji wan re parastinekê jî dike. Asûrî, piştî ku mazin bûn, wê êdî bi Naîriyan re bikevina şer de û wê di sala 1128an de wê şerekî mazin bi Naîriyan re bikin. Deme ku Asûrî têne ber Naîriyan, êdî ji her herêmê her mîrê wê yan jî keyê wê, wê hêze xwe bide dora xwe, were qada şer û bi hev re bikevina şer de, bi Asrûiyan re. Lê wê têk herin. Bi wê re, wê Asûrî, weke ku bûya malê dîrokê jî, wê 43 keyên Naîrî dîl bigirin û wê ji berdêla bêşan de wan serbest berdin. Ev dem, piştre wê Naîriyan ji dîrokê nebe. Lê wê serweriya wan ya gîştkî ji holê rakê. Wê êdî ji wê deme hate sadsale 8. min, wê tekoşîneka mazin bi awayê raperînî wê li ber Asûriyan bidina kirin. Hate ku têne sadsale 7. min, wê bi raperîn û serhildanên ku dibin re wê li ber wan bi serbikevin û wê desthilatdariya Asûriyan ji holê rakin. Ku weke ku di nav kurdan de hate îro, weke "serketina Kawayê Hesinkar" tê zanîn bibe û wê ew serketin, ku weke rojeka pîroz ya ola Êzdîtiyê ya, wê di roja 21 ê adarê de pêk were û wê êdî weke ku hate îro di nav kurdan de tê gotin wê ew roj "Newroz" bê. Piştî wê serketina kurdan re, wê deme û serdestî ya Mediyan bi desthilatdarî wê dest pê bike. Serdema îslamiyetê Îslamiyet di sedsala 7an de derket. Wê demê kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî dijiyan. Hêjmara wan pir kêm be jî hinekî kurd di dema Muhemmed Pêxember de bûne misilman, lê pirraniya kurdan di dema Xelîfe Omer de ku dema artêşên misilman an di sala 637an Împeratoriya Sasaniyan hilşandin û erdê Kurdistanê feth kirin, pirraniya kurdan Îslamiyetê pejirandin û bûne misilman, û êdî kurd di nav Dewleta Îslamî de jiyan. Piştî sedsalekê kurdan gelek dewlet jî ava kirin. Dewleta herî pêşî ji aliyê Sadaqê Elî ve li Rojhilata Kurdistanê li Ûrmiyeyê û bajarên derdora wê de, di sedsala 8an de Dewleta Sadakiyan ava kirin. Piştre Dewleta Eysanî, Şedadî, Hezarhespî û Dewleta Eyûbî û wekî din hatin avakirin. Serdema mîrektiyên kurd Xanedana Sadakiyan (770 - 827) Xanedana Eysaniyan (912–961) Xanedana Selariyan (919-1062) Xanedana Hecbaniyan (906-1080) Xanedana Şedadiyan (951-1075) Xanedana Rewadiyan (955–1071) Xanedana Hesnewiyan (961-1015) Xanedana Enaziyan (990–1116) Xanedana Merwaniyan (999-1085) Xanedana Kakûyî (1008-1274) Mîrektiya Kilîsê (1000-?) Xanedana Hezarhespiyan (1155–1424) Mîrektiya Erdelan (1169–1867) Qacariyan li sala 1868ê de mîrektiya Erdelanê ji holê rakir. Pêkhateya siyasî ya kurdan ya dawî hate vemirandin. Xanedana Eyubiyan (1171–1260) Mîrektiya Bedlîsê (1182–1847) Xanedana Xurşîdiyan (1184-1597) Êrîşên mongolan (1241-1259) Mîrektiya Botan (1338-1855) Mîrektîya Botan yek ji mezintirîn Mîrên Kurd e ku di navbera salên 1338-1855 de Mîrîtî kirine û di nav axa Bakurê Kurdistanê de hatî ye nas kirin . Navçeya îdarî ku navçe Dih navçeyên Cizîr, Şirnex û Sêrtê digire navê wê herêmê Botan e . Kurdên Botî , ku navê wî Mîrektîyê ne, di navbera parêzgeha Hekarî ya nûjen û Mûsilê de dijîn . Jî Botî Kurdan, li ber çavên hin dîroknasên ku bi eslê xwe Merwanî damezrînerê ji xanedana Kurdên Humeydî bi têkildarî dîbinîn. Di bernameya xwe ya bi sernavê Şerefname ku ji hêla dîroknasê Kurd Şerefxanê Bedlîsî ve ku di sedsala 16-an de jiyaye nivîsandiye; "Ew diyar dike ku Mîrektîya Botan navê xwe ji eşîra Bûhtî girtî ye, ku ew aşîr bi cesaret û şerê xwe tê zanîn". Lê Mîrektîya Botan tenê ne li ser eşîra Bûhtîya bû. Digel eşîra Bohtî, eşîrên Dumbılî, Nûkî, Mehmûdî, Şêx Taranî, Masakî, Raşkî, Pînkan, Dalam, Bîasturaî, Şîruyan, Dûdêran di nav êlên eşîrên Botan de bûn. Herêma Botan li 14 deveran hate dabeş kirin, ku her yek ji navenda xwe û qesra xwe ve girêdayî bû. Fermanên Botan, bi navê Mîrê Azîzan an Begîtîya Azîziye jî tête zanîn, dibe ku xwe li bingeha Xalid bin Welîd binasin da ku di serdemên xwe yên klasîk de ji eşîrên di nav herêmê de sererast bibin. Di heman demê de, sedemên fermanên Botanê ku bi navê Mîrê Azîzan têne zanîn ji ber navê Îzzeddînê Bûhtî, damezrênerê vê mîrîtî ye. Di dema Şerê Çardiran de di navbera hêzên Osmanî û Safewî di 1514 de, Mîrektîya Botan li tenişta Osmanî bû. Mîrektîya Botanê ji vê dîrokê heya niha hebûna xwe wekî banek hukumeta Împeratoriya Osmanî domand. Mîrektîya Botan, ku di heyama Bedirxan Beg de serdema herî geş bû, paşê 19. ss Reformên navendîparêz û siyasetên çewt ên ku di sedsala 18an de di Î Împeratoriya Osmanî de pêk hatin, di 1855an de jî di dema serhildana Bedirxan Beg de serhildana dijî Împeratoriya Osmanî di serdema Êzdînşêr Beg de hate qewirandin. Mirektiya Badînan (1376–1843) Mîrektiya Hekarî (1380-1845) Mîrektiya Mukriyan (1400-1850) Mîrektiya Soran (1530-1835) Mîrektiya Qûçanê (1600?-1800?) Parçebûna Kurdistanê ya yekem (1639) Peymana Zehabê Piştî peymana di navbera dewletên Osmanî û Sefewiyan de li sala 1639ê welatê kurdan bû du parçeyên sereke. Kurdistana Osmaniyan û Kurdistana Îranê. Heta ku Kurdistana Osmaniyan jî dibe sê parçe, ji bilî Rojhilata Kurdistanê her sê parçeyên din em ê wiha binav bikin. Kurdistana Îranê û kurdên Qefqasyayê di nav desthilata Sefewiyan de man. Kurdistana Osmaniyan jî di nav desthilata Osmaniyan de ma. Ev parçebûn heta şerê cîhanî yê yekem bi hindek guherînan dewam kir. Piştî şer jî her çend hewlên kurdan û hêzên din hebin jî, ev hidûd her wekî xwe ma. Hêjayî gotinê ye ku ev peymana parçekirina Kurdistanê bi awayeke formel ma ye, yanî kurd berî peymanê jî piştî peymanê jî di bin desthilata mîrektiyan de dijiyan. Piştî peymanê mîrektiyên di bin axa Osmaniyan û Eceman de hatin kifş kirin. Mîrektiya Baban (1649–1850) Xanedana Zendan (1747-1794) Mîrektiyên din Rûxandina mîrektiyên kurdan Serdema serhildanên kurd Serhildana Ebdurehman Paşayê Babanî (1806-1808) Serhildana Ehmed Paşayê Babanî (1812) Serhildana eşîrên Zazayan(1918) Serhildana Êzidiyan (1830) Serhildana Mîr Mihemedê Soran (1832-1839) Bi dûçûna hinek lêkolîneran yekem serhildana neteweyî ya kurdan ev serhildan e Serhildana Garzanê (1839) Serhildana Xan Mihemed (1840) Serhildana Bedirxan Beg (1842-1846) Serhildana Êzdînşêr (1854) Qanûnnameya Xaka Osmanî (1858) Li sala 1858ê Siltan Ebdulmecîd xaka Osmanî bi qanûnnameyekê veçêkir. Bi dûçûna vê qanûnnameyê xaka Osmanî ji destê dewletê ket bin destê serokeşîran. Piştî rûxandina mîrektiyên Kurd, serokeşîrên kurd li herêmên xwe ewlehiya xwe û eşîrên xwe pêk tînan. Piştî vê qanûnê jî, gelek xaka Osmanî ango ya dewletê li navbera serokeşîran hate parve kirin. Parêzgeha Kurdistanê (1847-1864) Li sala 1847ê ji axa kurdnîşîn re navê Kurdistanê lê hat danîn ji aliyê Mistefa Reşît Paşa ve. Wek sîstema Osmaniyan wiha hate dabêşkirin. Li sala 1864ê parêzgeha Kurdistanê ji holê hate rakirin. Şûna wê parêzgehên Wan û Amedê hatin ava kirin Serhildana Bedirxaniyan (1878) Kurên Bedirxan Beg, Huseyn Beg û Osman Beg li sala 1878ê li dijî Osmaniyan serhildanek da destpê kirin û gelek axa Kurdistanê rizgar kirin Serhildana Şêx Ubeydela (1880) Rapora Islahetê ya Reşkotaniyan (1890) Ev raporte ji aliyê Salih Safî Paşa ve ji bo ıslahetkirina eşîra Reşkotan hatiye çêkirin. Avabûna Hengên Hemîdiyeyê Li sala 1891ê Sultanê Osmaniyan Ebdulhemîd II bi navê Hengên nîvsiwarî yên Hemîdiyeyê komeke çekdarî ji eşîrên Kurd ava kir û hinek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê. Bi 36 hengan ev artêş tê ava kirin. Osmaniyan hem meaş dida van hem jî ji bacê miaf digirt. Derfetên serokeşîr û leşkerên Hemîdiye her roja diçû zêde dibûn. Li sala 1892yê de 40, 1893ê de 56, 1899ê de jî 63 heng hatin ava kirin. Serhildana Bişarê Çeto (1906) Li sala 1906ê vê serhildanê rû da. Paşî bi alîkariya hinek ereban diçe Yemenê Her wisa li Dêrsimê, Bazîdê û gelek herêmên din yên kurdnişîn li dijî osmaniyan serhildan tên destpê kirin. Rewşa giştî ya kurdan Rewşa Kurdistana Osmaniyan Li sala 1881ê Siltan Ebdulhemîd navên Kurdistanê û Ermenistanê qedexe dike Şoreşa Makezagonî Piştî şoreşa makezagonî li sala 1908ê li Stenbolê yekemîn rêzxistina kurdan bi navê Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd hate vekirin. Bi navê Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi jî rojnameyek weşandin. Di nav nivîskaran de Seîdê Nûrsî, Îsmaîl Heqî Babanî, Seyîd Ebdulqadir, Pîremêrd hebûn. Pistî îlamkirina Meşrutiyeta 2yê, ji layê Emîn Alî Bedîrxan, Seyid Ebdulqadir û Şerîf Paşa ve Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd tê ava kirin. Di heman salê de 1908ê, ji bo perwerdehiya zarok û ciwanan jî Kürt Neşri Maarif Cemiyeti tê damezrandin. Ji ber nakokiyên di cemiyetê de Seyîd Ebdulqadir bi navê Hetavî Kurd kovarekê derdixe. Li sala 1910ê de ji aliyê xwendevanên kurd Hêvî tê damezrandin. Li sala 1912ê de di dema şerê Balkanan de Kürt Teali ve Terakki Cemiyeti tê girtin. Piştî vê girtinê bernasiya rêxistina Hêvî zêdetir dibe. Rêxistina Hêvî bi rêberiya Dr. Şukru Mustafa Sekban kovara Roja Kurd derdixe. Her wiha Dr. Abdullah Cevdet jî endamekê Hêviyê ye. Li sala 1912ê rêxistinên bi navê Muhibban Cemiyeti û Mucedded Firkasi jî hatin ava kirin. Serokê Mucedded Firkasiyê Lutfî Fikrî bû. Rewşenbîrên kurd li dijî Osmaniyan piştgiriya Partiya Îtîhad û Teraqî dikirin lê piştî zêdebûna nijadperestiyê di nav endamên Îtîhad û Teraqiyê de jş vê rêxistinê dûr ketin û berê xwe dan Firqeya Azadî û Hevpeymanê. Li sala 1910ê de ji aliyê xwendekarên kurd rêxistina Hêvî hate ava kirin. Avakerên vê rêxistinê; Fûad Temo, Xelîl Koyaliyê Mutkiyê, Emer û Qedrî ji malbata Cemîlpaşazadeyan, Zekî Begê Diyarbekirî. Heta kemalîstan Stenbol standî jî dewam kir. Yanî heta sala 1923yê. Her wisa bi navê Rojî Kurd kovarek derxist. Li sala 1911ê Jon Tirkan hemû rêxistin, rojname û pêkhateyên din yên kurdan girtin Berî şerê cîhanî yê yekem destpê bike, li sala 1913ê Ebdulrezaq Bedirxanî banga hemû eşirên kurd dike ku li dijî Osmaniyan serhildanekê bikin. Lê ev bang negihist armanca xwe. Di destpêka sala 1914ê de li Bedlîsê ji layê Mela Selîm de serhildanek dijî Osmaniyan hâte destpêk kirin. Hêjayî gotinê ye ku ermenên herêmê jî tevlî vê serhildanê bûn. Rewşa Rojhilatê Kurdistanê Li sala 1905ê serokê eşîra Şikakan Cewher Axayê Şikakî ji aliyê eceman ve tê kuştin. Piştî vê bûyerê Rojhilata Kurdistanê jî germ dibe. Simkoyê Şikakî derdikeve meydanê Serhildana Îbrahîm Paşayê Millî (1908) Serhildana Hemawendiyan (1908) Serhildana Barzaniyan (1909-1914) Li herêma Barzan, bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tîyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike. Li gundê Gengeçînê dibe mêvanê Sofî Ebdula Axa. Lê Sofî Ebdula xiyanetê li Şêx Ebdulselam dike û wî digire bi çar zêrevanên wî ve. Paşî teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin Serhildana Garzanê (1914) Berî destpêka şerê cîhanî yê yekem ji aliyê Mela Selîm, Seyîd Elî û Şêx Şabetîn ve ev serhildan tê destpê kirin. Ebdulrezaq Bedirxanî, Yusuf Kamil, Şêx Seyîd Tahayê Hekarî û Simkoyê Şikak jî bi awayeke aktîf alîkariya serhildanê dikir Parçebûna Kurdistanê ya duyem (1914-...) Rewşa Kurdistanê Dema şerê cîhanî yê yekem destpê kirî, wek hemû Rojhilata Navîn, Kurdistan jî di bin kaoseke mezin de bû. Li her derê Kurdistanê rêvebirinên herêmî hebûn, têkiliya kurdan bihev xurt nebûn. Avêtina pêngavan hevra nebû, herkes bi aqlê xwe hereket dikir. Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem, li Kurdistanê gelek hêzên leşkerî û dîplomatîk tesîr li gelê Kurdistanê dikir; Tehcîra kurdan (1915-1916) Bi fermana padîşahê Osmaniyan kurd hatin sirgûn kirin. 700 hezar kurdên Kurdistanê tehcîrê rojavayê anatolyayê kirin. Hewlên Simkoyê Şikak Li Urmiyeyê Simko Axayê Şikakî bi fersende zeîfbûna otorîteya hikûmeta navendî ya Îranê, li Urmiyeyê xist bin desthilata xwe. Li sala 1919ê heta sala 1921ê herêm di bin kontrola xwe de hêla. Her wisa li sala 1921ê serokeşîrê Şirnexiyan Ebdurehman jî dixwazt ku li gel Emir Faysal hevdîtinê pêk bîne. Armanca wî ew bû ku li bakurê Iraqê serxwebûna xwe îlan bike û li gel Simko Axa yekitiya xwe çêke . Dagirkirina Brîtanî a Başûrê Kurdistanê (gulan 1918) Piştî êrîşên Brîtanî li ser Başûrê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê serhildan û nerazîbûnên tevgerên kurdan dest pê kirin. Hewlên Şêx Mehmûd Berzencî Li Silêmanî Bi pêşengiya Şêx Mehmûdê Berzencî li Silêmanî desthilata kurdan destpê kir. Li sala 1918ê Brîtanî, Şêx Mehmûd wek hikûmdarê Silêmanî tayîn kirin. Lê ev rewş wiha dewam nekir. Şêx Mehmûd xwest hemû Kurdistanê rêve bibe, ji ber wê li dijî Brîtanî serhildan da destpê kirin. Di encamê de Brîtanî serhildan vemirand û desthilata xwe li Silêmanî îlan kir. Piştî Peymana Lozanê ji bo ku Brîtanî îdiayên xwe bihêz bikin, rê li ber Şêx Mehmûd vekir û li sala 1924ê dîsa vegerî welat. Hewlên rewşenbîrên kurd li Stembolê Li Stembolê: Hêj şerê cîhanî nû xelasbûyî, entellektuel û siyasetmedarên kurd li Stembolê dest bi xebata kirin. Seyîd Ebdulqadir, Emîn Alî Bedirxan û gelek endamên ji malbata Bedîrxaniyan û Babaniyan bi hevra Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd ava kirin. Her wisa endamên vê cemiyetê Cemiyeta Tealiya Kurd jî ava kirin. Li Helebê, Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û li Mûsilê propagandayên xwe dikirin. Heta ku li navbera Zaxo û Cizîrê tevgerên leşkerî hebûn ku li dijî artêşa Osmaniyan û Kemalîstan şer bikin. Li vê herêmê rêvebirê van xebatan miftiyê Cizîrê bû . Xebatên van kurdan berevajî Şêx Mehmûd û Simkoyê Şikak, tenê bikaranîna rêyên dîplomasiyê û çandê bûn. Bi vê helwestê li 7ê çiriya paşîn a 1918ê de kovara Jînê weşandin. Navenda siyasetê ya kurdan li Stembolê bi giştî li gel Osmaniyan û dewletên Ewropî hevdîtin dikir. Di encama hevdîtinê li gel Osmaniyan 1ê xizîrana 1919ê ev biryar hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên li gel dewletên Ewropayî, serokê heyeta kurdan Şerîf Paşa bû: Ji bo Kurdistanê otonomeke fireh Ji bo vê otonomê, amadekirina qanûnan Bicîhanînan qanûnan Kurdistan dê wek parçeyê Osmaniyan bimîne Lê ev hevgirtina kurdên Stembolê jî wek xwe nema, di nav van kurdan de fraksiyonên cuda cuda derketin. Seyîd Ebdulqadir û hevalên wî dixwast di nav Osmaniyan de bimînin û divê kurd alîkariya Osmaniyan bikin. Yanî otonomî di nav Osmaniyan de dixwastin. Serê fraksiyona din Emîn Alî Bedirxan bû ku wî jî diparast ku kurd bikevin di bin sîwana hêzeke mezin de, ne ya Osmaniyan de. Yanî mandateriya Brîtanî dixwastin. Di dawiyê de Emîn Alî Bedîrxan û endamên din yên malbata Bedirxaniyan Cemiyeta Teşkîlata İctimiyeya Kurd ava kirin. Memduh Selîm Beg jî Partiya Demokrata Kurd-1919 ava kir . Fraksiyonên rewşenbîrên kurd li Stembolê ev bûn; Cudahîxwaz: Hewla van kesan ew bû ku Kurdistana Serbixwe ava bikin. Şerîf Paşa û Sireya Bedîrxan serkêşiya vê grûbê dikir. Ev grûbeke gelek biçûk bû di nav rewşenbîran de. Otonomxwaz: Hewla van kesan jî ew bû ku di nava Osmaniyan de herêmeke otonom ji bo kurdan were ava kirin. Serkêşên wê Seyîd Ebduqadir û hinek endamên malbata Bedîrxaniyan bûn. Lê ev grûb zêde nejiya û di nax xwe de bûn du parçe; Kesên piştgiriya Siltan Mihemedê 6emîn dikin ku serokê wan Seyîd Ebdulqadir bû. Kesên din jî serxwebûna Kurdistanê diparastin ku Emîn Alî Bedîrxan, Memduh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa hwd. di nav de bûn. Bi dûçûna çavkaniyekê li sala 1919ê partiyeke bi navê Partiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurdistanê ji Londrayê miraceet dike ku Brîtanya alîkariya kurdan bike. Ev miraceete ji layê katibê giştî Selîmbeylî hatiye kirin . Lê em têkiliya vê partiyê û partiya Memduh Selîm niha nizanin. Cemiyeta Tealiya Kurd li sala 1921ê ji aliyê Meclîsa tirkan ve hate girtin. Rewşa ermenan Proseya parçebûna Kurdistanê (1914-...) Peymana Sykes–Picot (16 gulan 1916) Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê û Fransayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes–Picot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê, Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir. Parçebûna Kurdistana Osmaniyan bi awayeke fermî bi vê peymanê destpê kir. Piştî vê peymana proseya parçekirina Kurdistanê dewam dike. Ji ber kêmbûn û lihevnehatinên rêvebirên kurd, li her parçeyê Kurdistanê tevgerek hebû. Hinek tevger ji bo serxwebûna Kurdistanê, hinek ji bo salahiyeta Osmaniyan, hinek ji bo Brîtaniyan, hinek ji bo Rûsan, hinek ji bo eşîra xwe tevdigerîn. Di encamê de qedera Kurdistanê bi destê biyaniyan hate nivîsandin. Di navbera Fransa, Brîtanya û Rûsan de bû sê parçe. Têkoşîna van hersê dewletan bi dûçûna vê planê rêvediçû. Lê ev peymaneke veşartî bû, heta ku rûsan li sala 1917ê nedaxuyandî kesê nedizanî. Di proseyeke wiha de kurd jî betal neman. Berpirsiyarê kurdan li Ewropa Şerîf Paşa, têkiliyên dîplomatîkî dikir. Bi rêyên dîplomatîkî nameyek ji Brîtaniyan şand ku miletê kurd dixwaze li gel Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerîf Paşa digot ku ew dikare bi hezaran kurdan bike leşker û li gel Brîtanyan bixebitin. Dixwast Kurdistan dibin rêvebirina prensekê Hînd de bibe, çûnkî Hînd jî wekî kurdan gelekê Aryanin . 12ê kanûna paşîn a 1918ê Mark Sykes di manîfestoya xwe de diyar kir divê Mîrektiya Kurdistanê were ava kirin û navenda wê jî parêzgeha Mûsilê be. Şerîfê Mekeyê jî ev fikr pejirand . Lê ev tenê wek fikr ma. Serhildana Elî Batı (gulan 1918) Ev serhildana di gulana 1918ê de li herêma Mêrdînê rû da. Peymana Agirbesê ya Mondrosê (30 cotmeh 1918) Avabûna Cemiyeta Wîlayetên Şerqiyye (2 berfanbar 1918) Avabûna Cemiyeta Tealiya Kurd (17 berfanbar 1918) Rûdana Elî Galîb û eşîrên kurdan (xizîran 1919) Serhildana Cemîlê Çeto (7ê çileya 1920-20 nîsana 1920) Cemîlê Çeto serokeşîrê Pêncinariyan bû li herêma Misircê. Destpêka dijêrîşa tirkan (19 gulan 1919-1922) 19 gulana 1919ê hêzên tirk li dijî dewletên dagirker dest bi berxwedanê kir. 23yê nîsana 1920ê bi pêşengiya Mustafa Kemal Atatürk hevalên wî meclîs vekirin. Piştî vekirina vê meclîs hemû erkên rêvebirina dewletê di pratîkê de ket bin destê meclîsê. Vekirina vê meclîsê konsolîdasyona Şerê Rizgariya Tirkiyeyê dikir. Mistefa Kemal û hevalên wî di meclîsê de her daxuyand ku dewlet ya kurdan û tirkan e û gelek eşîrên kurd bi bi van gotinan xapandin. Heta ku 23yê çiriya pêşîn a 1923yê ev rewşa bratî berdewam kir. Piştî Tirkiye ji dewletên Ewropayî hate parastin, Tirkiyeyê berê xwe da nav hidûdên xwe û dest bi qîrkirina kurdan û gelên din kir. Hewlên Mustafa Kemal Piştî şerê cîhanî bidawî hat, Mustafa Kemal Atatürk û gelek efserên din yên artêşa Osmaniyan çûn Anatolyayê ji bo birêxistina gelê Anatolya. Pêşiyê li Erzeromê li 23 tîrmeh-5 tebaxa 1919ê kongreyek lidarxist. Ji 5 parêzgehên kurd 58 nûner tevlî vê kongreyê bûn, ji van nûneran 22 kurd bûn. Paşî di navbera 4-11 îlona 1919ê de jî li Sêwazê kongreyek lidarxist. Gelek nûnerên kurd hatin vê kongreyê jî. Hêjayî gotinê ye ku hemû bajarên kurd tevlî van kongreyan nebûn. Mustafa Kemal tehdîda ermeniyan li ser kurdan baş bikaranî. Eşîrên kurd ji ber tirsa avabûna dewleta ermenî, piştgiriya Mustafa Kemal kirin. Ev eşîrên kurd ne tenê di meseleya ermenan de hatin bikaranîn, her wiha li dijî navenda sîyaseta kurd ya Stenbolê jî dijbertî dikir. Ji konferasnên ewropayiyan re name dişandin ku naxwazin dewleteke serbixwe ya kurd were ava kirin . Mustafa Kemal Atatürk hêj neçûye Sêwazê, nameyekê ji van serok eşîran dişîne; Hecî Mûsa Begê Motkîyî, Şêx Ebdulbakî Efendîyê Kufrevîzade yê Bedlîsê, Ebdurehmanê Şirnexê, Umerê Derşevî, Resul Axa, Sadulah Efendî, Şêx Mehmûdê Mûşaşê, Şêx Ziyaedînê Norşînî, Cemîlê Çetoyê Garzanî. Di van nameyan de Mustafa Kemal demagojiya îslamî dike û bi tehdîda avabûna dewleteke ermenî, dixwaze kurdan qanî bike. Her wisa piştgiriya girtina rêxistinên kurd dike û bang dike ku herkes tevlî Kuvayî Milliyeyê bin. Di van wextan de li dijî Mustafa Kemal jî xebat hene; Waliyê Elazîzê Alî Galip Beg, ji bedirxaniyan Mutaserrif Xelîl Beg bi piştgiriya Binbaşi Edward Noel dixwazin êrîş bibin ser Kongreya Sêwazê. Lê biserneketin.. Mustafa Kemal Atatürk 3yê kanûna pêşîn a 1920ê li gel Bolşevîkan Peymana Gumruyê destnîşan kir. Bi vê peymanê Qers, Erdêxan û Artvin bûn milkê tirkan. Her wiha tehdîda ermenan bi vê peymanê ji holê rabû. Li gel Îtalyayê jî peymanek li sala 1921ê destnîşan kir ku di encamê de Îtalya ji Rojavayê Anatolyayê derket. Her wiha li gel Fransayê jî 20ê çiriya pêşîn a 1921êde Peymana Enqereyê destnîşan kir ku sinorê Suriye û yê Tirkiyeyê aşkera bû. Her wiha sinorek kişandin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de. Ev peymana li gel Fransayê tê wê wateyê ku Fransa dê dest ji Peymana Sevrê vekêşe û hêvîyên Kurdistana Serbixwe dê pûç bibin. 11 çiriya paşîn a 1922yê jî şerê li gel Brîtanî sekinî. Brîtanî mecbûr man ku li gel Hikûmeta Enqereyê pêk bihên. Şerê Rizgariya Tirkiyeyê gihişt armanca xwe û sinorên Tirkiyeya modern kifş kirin. Êdî rê li ber van hêzan vebû ku biçin Lozanê. Konferansa Aştiyê ya Parîsê (18-21 kanûna paşîn 1920) Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat. 7ê gulana 1918ê Brîtanî Kerkûk dagir kir. Bi vê dagirkirinê jî Şêx Mehmûdê Berzencî li gel Brîtanî ket têkiliyan û van têkiliyan feydeya xwe da û li ser navê Brîtanî li heman salê bû waliyê Silêmanîyê . Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne. Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot; Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand. Bi dûçûna Necat Ebdula di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de li Kurdistanê çar navendên jeopolîtîk hebûn Navenda jeopolîtîk ya tevgera Kemalîstan li Bakurê Kurdistanê Navenda jeopolîtîk ya tevgera Bolşevîk Navenda jeopolîtîk ya artêşên Fransa û Brîtanyayê Navenda jeopolîtîk ya tevgera Ermeniyan Ji bilî van navendên hêzên dîplomatîk û artêşî di konferansê de Îranê jî hewl dida ku hinek parçeyên Kurdistanê û Qefqasya bixe bin kontrola xwe. Îranê diparast ku li Kurdistanê gelekê misliman, nijad û zimanê wan jî fars dije. Diparast ku ev memleket di navbera Osmaniyan û Farsan de hate parve kirin . Lord Curzon jî di vê derbarê de wiha dibêje; Di nav van hêzên xwedî artêş û dîplomasî, şansê kurdan gelek kêm bû. Heyeta kurdan a li konferansê tenê xwediyê qabiliyetên dîplomatîk bûn. çi hêzên leşkerî li pişta van dîplomatên kurd nebû. Lêbelê ev xebatên dîplomatên kurd, feydeya xwe di Konferansa San Remoyê de dide û hêviyên serxwebûna Kurdistanê şîn dibin. Konferansa San Remoyê (18-26 nîsan 1920) Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hate kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin; Li rojhilatê çemê Feratê, li jêrî Ermenistanê û li bakurê Mezopotamyayê herêmeke otonom ji aliyê komîsyonekê ve were ava kirin. Ev herêm ji bo keldanî-asûriyan dê hinek temînatan bide Dewleta Osmanî dê xebatên vê komîsyonê qebûl bike Piştî destpêkirina peymanê de di salekê de eger Miletê Kurd bixwaze, dikare ser li Cemiyeta Neteweyan bide ji bo destxistina serxwebûnê. Tirkiye jî mecbûre ku mafê kurdan qebûl bike. Eger kurdên di parêzgeha Mûsilê de bixwazin dikarin tevlî Kurdistanê bibin, dewletên mitefiq li dijî vê yekê dernakevin . Serhildana Eşîra Millî (1 xizîran 1920) Peymana Sevrê (20 tebax 1920) Di 20ê tebaxa 1920ê de di navbera dewletên hevalbendan û Osmanî de Peymana Sevrê hate destnîşan kirin. Ev peyman fermana parçekirina Dewleta Osmaniyan bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên hevalbend şert û mercên gelek şedîd danîn ber Osmaniyan. Hem ji layê axê ve hem jî ji layê aboriyê ve şertên giran hebûn. Şertên Axê: Axa Ereban: Divê hemû axa ereban ji Osmaniyan were standin. Hîcaz dibe dewleteke serbixwe; Sûrî, Filistin û Mezopotamya jî dikeve bin mandateriyê de Axa Osmaniyan ya li Ewropayê:Heta Çatalcayê hemû divê bide Yewnanan Îzmîr û giravên li derdora wê dê bide Yewnanan, 12 giravan jî bide Îtaliyan Ermenistan: Dewleta Osmaniyan, serxwebûna Ermenistanê dipejirîne û hakemtiya Wilson qebûl dike Kurdistan:Dewleta Osmaniyan otonoma Kurdistanê ya li rojhilatê Feratê dipejirîne. Şertên desthilatê Kêmkirina leşkerên artêşa Osmaniyan Aboriya Osmaniyan dê di bin kontrola komîsyona hevabendan de be Kapîtolasyon dê berdewam bikin Dewleta Osmaniyan hemû mafên minorîteyan dê biparêze Peymana Sevrê di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke gelek bilind. Her çend ev biryar bêpratîk bin jî, ji bo globalîzasyona mafên Kurdistanê pêngaveke mezin e. Heta Peymana Sevrê jî kurdan dîplomasiyeke mezin birêvebir. Lê wek berê me gotî, nebûna hêzên leşkerî yên girêdayî hev, ev hewla dîplomatên kurd dixist xeterê. Jixwe kêmasiya vê di peymanên din de dê were dîtin. Her çend li konferansan de biryarên wiha bên girtin jî, li Anatolyayê jî berxwedana hêzên Kemalîst mezin dibû. Di hidûdê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyeyê li dijî Fransayê sekinî. Fransa li dijî Sevrê poşmaniya xwe qebul kir û li gel Tirkiyeya kemalîst pêkhat. Jixwe piştî Fransayê dewletên din jî hêdî hêdî destnîşanên xwe vekêşan. Necat Ebdula li ser helwesta Fransayê wiha dibêje; Serhildana Qoçgirîyê (adara 1921ê) Pevçûn li Stembolê Di destpêka sala 1921ê de li Umraniyeya bi ser Stembolê ve hêzeke tirk û hêzeke kurd dijî hev tên û pêvçûn derdikeve. Di navbera kemalîst û kurdan de şerek mezin qewimî bû Konferansa Lozanê (11 çiriya paşîn 1922-24 tîrmeh 1923 Berî konferansê li ser Mûsilê şerekê dijwar hebû di navbera Brîtanî û tirkan de. Xwediyên herêmê miletê kurd ji ber parçebûna eşîrî, carna li gel tirkan, carna jî li gel Brîtanî tevdigerîn. Bi destpêka konferansê şer sekinîn û hewlên dîplomatîkî destpê kirin Peymana Lozanê (23 tîrmeh 1923) Konferansên li Lozanê 8 mehan berdewam kir. Piştî têkçûna hêzên ewropayî dijî tirkan, Peymana Sevrê pûç bû. Berevajî peymana Sevrê, peyva kurd jî di Lozanê de derbas nabe. Tirk bi xwebaweriyeke mezin rûniştin li ser maseyên Lozanê. Di encamê de 24ê tîrmeha 1923yê de di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de Peymana Lozanê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna madeya 3yê ya vê peymanê, di 9 mehan de diviyabû sinorê Tirkiye û Iraqê were kifş kirin. Eger di 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, Cemiyeta Neteweyan dê vê pirsgirêkê çareser bike. Di navbera tirkan û dewletên din de sê mijar mabûn ku nehatin çareser kirin. Pirsa Tengavên Marmarayê Pirsa Xetayê Pirsa Mûsilê Ji bilî van her sê mijaran êdî Kurdistan bi awayekî fermî bû çar parçe; Bakurê Kurdistanê di bin kontrola Tirkiyeyê de Başûrê Kurdistanê di bin mandateriya Brîtanî de Rojavayê Kurdistanê di bin mandateriya Fransayiyan de Rojhilatê Kurdistanê di bin kontrola Îranê de Konferansa Xalîcê 19 gulana 1924ê li Stenbolê Tirkiye û Brîtanya rûniştin ku pirsgirêka Mûsilê çareser bikin. Lê pirsgirêk çareser nabe û rê ji bo çareseriya Cemiyeta Neteweyan vedibe. Li Cemiyeta Neteweyan 6ê tebaxa 1924ê hikûmeta Brîtanyayê ji bo çareserkirina Mûsilê miraceeta Cemiyeta Neteweyan dike. Cemiyeta Neteweyan bi navê Xeta Brûkselê hidûdên van herdu dewletan kifş dike. Peymana Enqereyê (1926) Li sala 1926ê de Iraq, Tirkiye û Brîtanya peymanekê destnîşan dikin. Bi dûçûna wê peymanê hidûdê Tirkiye û Iraqê aşkera dibe. Bi vê peymanê parçebûna Kurdistanê temam bû. Êdî li her parçeyê Kurdistanê siyaseteke cûda tê meşandin. Lê bersiva hemû kurdan eynî ye: Serhildan. Serdema serhildanên modern Bakurê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê, qate herî mezin ya beşa Kurdistanê ya. Li vê qate nêzî 15 û an jî 20 milyon kurd dijîn. Ji ber ku pêvajoyeka bişavtinê ya herî mezin li ser serê kurdan di vê qatê de hate meşandin, êdî pirraniyên kurdên vê qatê ji ziman û çanda xwe hatina dûrkirin. Bi vê yekê re jenosîdeka çandî bi hebûna xwe re û bi qadaxaya li ser zimanê xwe re jîn. Lê kurdên vê qatê jî, weke yên qatên din jî ti carî bindestî herê ne kirin û hertimî li berxwedan. Lê dewleta tirk jî hertimî çû bi ser wan de. Komkujiyên bi jenosîdî weke yên "Zilan", "Dêrsim", "Agirî" û hwd bi wan dana jînkirin. Ti mafê wan ne hate naskirin. Weke ku li Îraqê û li herêmê Kurdistanê ya di bindest Sûrî de hate hiştin, zimanê wan jî hate qadaxakirin û ew zor li wan hate kirin ku weke ku li Îraq û sûrî ku li ser wan bi arabitiyê mazin bibin li wir jî bi tirkitiyê li ser wan hate ferzkirin. Kurdan, lê ti carî ev yek herê nekir. Zimanê xwe parastin bi bahayê bi hezaran kuştin û êş û elaman. Piştî Peymana Lozanê re ku ew hate mohrkirin û kurdan dît ku êdî mafî wan ji wan hate standin, êdî bidest serhildanê kirin. Serhildana Şêx Seîdê Pîranê, agirî, Û hwd, bûn. Kurdên vî bi dehan caran serî hildan û serhildan. Lê her carê jî têkçûn. Lê di salên 1970 yî de tekoşîna azadiya kurdan PKK dest pê kir. û wê bi fikrekî hemdem dest pê kir û bi serket. hem civate kurd li gor demê di deme xwe ya tekoşînê de perwerde kir û ji nû ve rakir û hem jî hêzê wan ya civatî derxista holê. Bi wê re î ro kurd, bi hezaran tekoşîna xwe didin. Tirkiye ji bo ku wê tekoşîna kurdan ji holê rakê, pirr tahbê dide xwe. Ji rojava ji welatên rojava yên weke Almanya, Brîtanya û Fransa û hwd, piştgiriyê distêne ji bo ku li ber kurdan bi serkeve. Amarika jî piştgiriyê dide tirkî li ber kurdan, da qan tirkî bi serkeve û kurdan têk bibe. hate roja me jî wê rewşê bi vî awayî berdewam kir. Tirkiya, Bi gotina ku di destûra xwe ya bingihîn de bicihkiriya û ku dibêje ku "yên ku di nav sînorê tirkî dijîn û bi gîrêdana hemwelatiyê ku bi tirkî ve girêdayîna tirk in" re herkeskî tirk di hasibêne û mafê wan yên ji hebûna wan û cudatiya wan tê yên ziman û civatiyê nasnakê. Îroje me jî, di hewldana ku kurdan di nav tirkiyetiyê de bi halêne, hewlda. Îro jî, wê hewldanê dide. Zimanê wan yê kurdî hê jî qedexe ye. Hê jî, hate roja me jî kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin. Başûrê Kurdistanê Li Başûrê Kurdistanê nêzî 7 û an jî 8 milyon kurd dijîn. Ev qatê Kurdistanê, piştî peymane Lozanê re, ku Kurdistan bu çar qat, qat di nav sînorê Îraqê wê demê ya ku ji nû ve hate avakirin de hate hiştin. Hingî, hê hêzên Brîtanî li li wir bûn. Berî ku hêzên Brîtanî vekişihin, li wir, dewleteke ku nû bi navê îraqê avakirin. Ew qate Kurdistanê jî, ne bi navê xwe bi navê ku bigiştî lê îraqê hate kiirn, ew di nav de hate hasibandin. Kurdên wê derê jî, weke yên qatên yên Kurdistanê ti carî ew yek herê ne kirin. Piştî wê rewşê re pêşî serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî ya li ber Brîtanî, wê baxtê wê demê kiş bike. Lê ew li wir bi sernakevê. Piştî wê re jî, mîreteye Şêx Mahmudê Berzencî, wê berdewam bike û wê hertimî serhildan bibe. Rêveberiya îraqê ku hate avakirin, bi piştgiriya rojava hertimî li ber kurdan bû xwediyê serketinekê. Hate ku dem tê salên 1970 û hwd, wê kurd,di rewşeka bixwe bijîn. Piştre hertimî rêveberiyê ji ji ber ku wê rewşê ji holê rakê tevgeriya ya. Lê bi serneketiya. Piştî levkirina 1970 û hwd, kurd, wekeku di gihihina xweseriya li herêmên xwe. Lê bi Peymana Cezayirê ya ku li Cezayirê hate mohrkirin re, wê kurd, derbeyekê li wê rewşa xwe ya ramyarî bixwûn. Rojava, û amarika jî hewldidin ku derbeyekê li kurdan bixin û dixin jî. Piştre jî, wê tekoşîna kurdan berdewam bike. Hate ku dem tê salên 1990 û hwd. Di vê demê de bi xurîxîna Yekîtiya Sovyet re wê demeka nû biafirê. Wê Amerîka bikeve Îraqê de û wê herême kurdan bi xweriya xwe re bigihê biserê xwe. Lê berî wê demê di sala 16 adare 1988an de wê kurd, derbeyeke mezin bi jenosîdeka ku dijîn wê bixwûn. Rejîma baasê ya ku li ser kar û ku ew haft salin ku bi îranê re di şer de ya ji bo herêmên wele "şat-ul arab" û hwd. PIştî ku şer bi dawî dibe, piştre bi sê çar mehan wê serokê rejima baasê Sedam Huseyn, wê bi çekên kimyewî ku wê sadsalê weke çeke mirinê ya herî xadar kifşkiriya wê li ser serê kurdan bêne bi kar hanîn. Wê tenê li bajerê Helebçê wê ser 5 hezar mirov re bêne kuştin. Kurd, wê piştre bi deh salan wê di bin bandûra wê jenosîda ku hate de bin. Lê piştî ku Amerîka kete Îraqê, de êdî kurd jî, gihiştina serbixwebûna li herêmên xwe. Hukumete xwe avakirn û parlamene xwe damazrandin. Rojavayê Kurdistanê Li Rojavayê Kurdistanê nêzî 3 an jî çar milyon kurd dijîn. Ev qate Kurdistanê, ji destpêkê çendî û çawa pirsgirêkên wê bûn, piştre jî wilo berdewam kirin û hate roje ma jî ew pirsgirêkên wê berdewam dikin. Gelek pirsgirêkên wê bi qate Kurdistanê yê ku di nav sînorê tirkiyê de hate hiştin de hevpar in. Ji ber ku deme ku sînor hate xatkirin, nîvê malbatan li wî aliyê ku jê re "binxat" tê gotin li wir ma. Nîvê malbatan ji li vî aliyê tirkîtyê ku jê re "serxat" tê gotin li wir ma. Di wê deme ku sînor hatina xatkirn, li sûriyê hêzên Firensa li wir serdest bûn. Wan jî, ew qate Kurdistanê di nav wî sînorî de hişt. Piştre ku Hêzên firensa bi şûn vekişiyan, çend ku ji kurdan soza serbixwebûna wan ya li ser herêmên wan û avakirina hukumetê ya wan li herêmên wan da jî, piştre ew soz ti carî ne hate li cih. Kurdên wê qatê, ji her aliyê mafê xwe hatina dûrkiirn. Ji welatên xwe ji bo ku bêne ravandin, çi pêdivî pê hebû, ew kirin. hemwelatîtiya wan ji ji wan hate standin. Herêmên wan bi arabkirnê re hate roje me jî rû bi rû dimênin. Ji xaynî wê jî rejoma baasê ya li ser kar, komkujiyên wê yên Amudê û Kobanî û hed bi wan dana jînkirin û hê jî ew di wê rewşê de na. Rojhilatê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê nêzî 14 û an jî 15 milyon kurd lê dijîn. Îran jî weke tirkî, sûrî zimanê kurdi qedexe kiriya. Kurd û îranî bi hev re xwediyê dîrokeka pir mezin demdirêj in. Ji deme Mediya ve dîrokeka wan ya bi hev re heya. Di deme Sasanî û Sefewiyan de jî bi hev re împarator avakirin. Gelek nixrên wan bûna wekhev. Zanistên kurd yên ku weke Dînewerî ûBaba Tahirê Uryan hwd ku biqasî ku ji kurdan bûna zanist ji persan re jî ji wan mirovên wl axê re jî bûna zanist. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku nirxeke wan ya weke hev afirêya bi demê re. Lê ku dem hate van demên dawiyê Îranê rêveberiya rêz û hûrmet ji vê pêşketina bi hev re nekir û zimanê kurdî qadaxa kir û kurd weke tirkî tûna hesibandin. Bi mohrkirina peymane Lozanê re qrteka mrzin ye Kurdistanê di nav wê sînorê wê de ma. Piştre Îranê çendî ku mafê kurdan di destûra xwe de bicih kir jî, û navê herêmeka wan kira "Kurdistan" jî, wê piştre ew ne hanî bicih. Wê jî, piştre xwe tevlî şerê li dijî kurdan kir bi tirkî û Sûrî re. Piştî wê peymanê û mohrkirina wê re, êdî kurdan li wir jî ji ber ku mafê wan hatina ji wan standin bi serhildanên weke yên Simko re serî hildan û serhildan. Piştre ku yektiya sovyet ava bû, Kete herême Kurdistanê de û bi navê" Komara Mehabadê ya kurd" re ew qate Kurdistanê bû dewlet. Lê ew dewlete kurd ne hate naskirin û tenê 11 mehan jiya. Piştre ku hêzên sovyetê bi şûn ve kişiyan, êdî hêzên Îranî ketina wirde û bi serokê komare kurd ya Mehabadê Qazî Mihemed re gelek kurdên pêşand bidarve kirin. Piştre, êdî bêdengiyak bû. Piştî wê xurîxîna komara kurd re, êdî hin pêşengên kurd ravina derve û piştre serhildana Kurdistanê dana dest pê kirin. Yê ku ew destpêkirin da dest pê kirin û piştre li başûrê Kurdistanê bi serket lê ku wî bixwe ew ne dît, weke damazrînerê dewletê kurd Merwanî badê kurê dostik ku wê avabûna Merwanîyan ne dît. Mele Mistefa Barzanî jî, ew avabûna "Başûrê Kurdistanê" ya weke dewletekê ne dît. Kurdên li Qefqasya Kurdên Qefqasyayê li herêmên Sovyeta berê de dijîn. Bingeha van kurdan digehe Şedadîyan. Bi giştî li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê de dijîn. Her wisa li Rûsyayê û hinek dewletên din yê Asyaya Navîn de jî dijîn. Ev kurdên van herêman têkildarî hev in ku bi rêya sirgûnan cihê wan hatiye guherandin. Diyasporaya kurdan Nûredîn Zaza wextê ku li Ewropa Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa didamezrîne. Îsmet Şerîf Wanlî di navbera salên 1958 û 1962yê serokatiya komeleyê dike Paşeroja Kurdistanê Sinorên Kurdistanê Berî koça tirkan bo Rojhilata Navîn xelkê kurd li devera Kîlîkya û Sûrî bi awayeke berbelav dijîya. Jixwe bi dûçûna Vladîmîr Mînorskî piştî şerê 1185ê di navbera tirkmen û kurdan de, kurdên herêma Sûrî û Kîlîkya ji layê tirkan ji van herêman hatin derxistin Bi dûçûna efserê Brîtanî Leonard Woolley sinorên Kurdistanê wiha ye; Kurdistan ji Qers û Tiflîsê heta Edeneyê, ji Trebzonê heta Meletî û Rewandizê dirêj dibe . Şerîf Paşa di Konferansa Aştiyê ya Parîsêde sinorên Kurdistanê wiha kifş dike; Kurdistan ji bakur ji Zivenê(hidûdê Qefqasyayê) destpê dike, ber bi rojava Erzirom, Erzîncan, Kemah, Arapkîr, Behismi, Divikê diçe. Li başûr Herran, çiyayên Sincarê, Tel Asfar, Erbîlê, Kerkûkê, Silêmaniyê, Akelmanê, Sînayê teqîp dike. Li rojhilat ji Rewanduz, Elbakê, Wezîrqeleyê dibuhure û xwe digehîne hidûdê Îranê . Wezîrê Mistemlekeya Hindîstanê Sir Arthur Hirtzel di derbarê Kurdistanê de raportekê amade dike û wiha dibêje; Kurdistan ji başûrê Çemê Botanê heta çiyayê Dîjleyê û Herranê dirêj dibe û li rojhilat heta Îranê diçe. Kurdistan Bedlîs, Wan û Mûsilê dihundirîne lê navenda Mûsilê rojavayê çemê Dîcleyê daxilî Kurdistanê nîne Li sala 1919ê heyeta kurd Cemiyeta Tealiya Kurd li Stenbolê li gel nûnerên DYA û Brîtanyayê hevdîtinan dike. Di wê hevdîtinê de Seîdê Nûrsî jî hebû ku teleb dikir divê sinorên Kurdistanê bigihîje Deryaya Spî Hinek malbatên girîng di dîroka Kurdistanê de Malbata Bedirxaniyan Malbata Barzaniyan Malbata Babaniyan Malbata Geylaniyan Dîroka leşkerî ya Kurdistanê Hengên Şemsedînov Hengên Hemîdiye Lîwayên Eşîran Pêşmerge Hêzên Parastina Gel YPG Cerdewan Pirtûk û lêkolîn Kürt Millet Hareketleri ve Irak'ta Kürdistan İhtilali, Dr. Şivan, Weşanên APEC 1997, Weşanên El 2014 Kürt Dosyası, Rafet Ballı, Weşanên Cem 1993 Kürdistan Ulusal Sorunu ve Türkiyenin Stratejik Önemi, Mahmut Kılınç People without a Country, Gerard Chaliand 1993 Muhtasar Kürdistan Tarihi, Ekrem Cemilpaşa, Weşanên Avestayê Kurdistan During The First World War, Kamal Mazhar Ahmad Hatıralar, Ebubekir Hazım Tepeyran Meleklerin Küllerinden, Andrew Collins Ninova Kalıntıları, Austen Henry Layard Kürt’ler, Türkler, Araplar, Cecil J. Edmonds Mezopotamya ve Kürdistan’a gizli yolculuk, E. B. Soane Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language, E. B. Soane Kürdistan 1919, Edward Noel Kürt’ler, Vladimir Minorsky Kürt’ler Sosyolojik Tarihi bir İnceleme, Basil Nikitin İnsanlığın Beşiği Kürdistan’da Yaşam, W. A. Wigram & Edgar T. A. Wigram Memê Alan Destani, Roger Lescot Binêre Lîsteya Serhildanên Kurdan Kronolojiya dîroka Kurdistanê Lîsteya xanedan û dûgelên kurdan Mîrê Xerza Çavkanî Kurd
11
https://ku.wikipedia.org/wiki/Danezana%20Gerd%C3%BBn%C3%AE%20ya%20Maf%C3%AAn%20Mirovan
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliye Neteweyên Yekbûyî di 10ê kanûna pêşîn a 1948an de hatiye pejirandin. Ev danezan bû belgeyeke bingehîn ji bo tekoşîna mafên mirovan di hemû cîhan da. Wergera kurdî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan Ev werger ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye kirin. Mafên mirovan
12
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AErok
Dîrok
Dîrok lêkolîna zanistî ya demên berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û encamên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna demên berê de çavkaniyên dîrokî yên wekî belgeyên nivîskî, serpêhatiyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wek berhemên hunerî bi kar tînin. Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku raboriyê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser giringiya sedem û encamên wan yên cuda nîqaş dikin. Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav kevneşopiya rojavayê de wek "bavê dîrokê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna dîroka mirovahiyê ya nûjen damezrand. Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav kevneşopiya rojavayê de wek "bavê dîrokê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna dîroka mirovahiyê ya nûjen damezrand. Etîmolojî Peyva "dîrok" herî pêşî di salên 1930î de di wêjeya kurdî de derketiye holê. Du teorî li ser etîmolojiya vê peyvê hene, li gorî yekê ji wan peyva dîrok ji gotina "dûr" tê ku di hin devokên kurmancî de wek "dîr" yan "dwîr" tê gotin. Teoriya din bawer e ku "dîrok" ji gotina "çîrok" hatiye. Peyva "hîstorî" di gelek zimanên ewropî de hem tê maneya dîrokê û hem jî çîrokê. Danasîn Dema dîroknas raboriyê şirove dikin û dîrokê dinivîsin, çarçoveya dema xwe û fikrên serdest ên wê demê ber bi çav digirin. Carinan jî ji bo ku civaka xwe dersan peyda bikin dinivîsin. Bi hilberîna vegotin û analîzkirina bûyerên berê yên têkildarî mirovahiyê di zanista dîrokê de "vegotina rast a raboriyê" tê çêkirin. Dîsîplîna dîrokê ya nûjen ji bo çêkirina vê vegotinê hewl dide. Adeten, dîroknasan bûyerên berê yan bi nivîskî yan jî bi devkî tomar kirine û hewl dane ku bi riya lêkolîna belgeyên nivîskî û vegotinên devkî bersiva pirsên dîrokî bidin. Ji destpêkê ve dîroknas çavkaniyên wekî abîde, kîtabe û wêneyan jî bi kar anîne. Bi gelemperî, çavkaniyên dîrokî dikarin di nav sê kategoriyan de werin veqetandin: ên hatine nivîsandin, ên ku hatine gotin û ên ku hatine parastin. Dîroknas bi gelemperî her sêyan didin ber çavan. Lê nîvîs nîşanek e ku dîrokê ji pêşdîrokê vediqetîne. Dîrok û pêşdîrok Dîroka cîhanê hemû bîra tecrûbeyên Homo sapiens sapiens ên berê ye, ku ew tecrûbe bi piranî di tomarên nivîskî de hatine parastin. Lê belê pêşdîrok di deverên ku li wir qeydên nivîskî yan çanda nivîsînê hîn tine bû dikole. Bi xwendina nîgar, wêne, neqş û objeyên din ên hunerî re, mirov dikare hin agahî li ser jiyana berî nivîsandinê jî peyda bike. Dîroknivîsî Dîroknivîsî yan hîstorîografî tê çend maneyên ku têkildarî hev in. Ya yekem, tê maneya dîrok çawa hatiye hilberandin: çîroka pêşxistina metodolojî û pratîkan (mînak, çûyîna ji vegotina biyografîk a demkurt ber bi analîzeke tematîk a demdirêj). Ya duyem, tê maneya çi tişt hatine hilberandin: beşeke taybet a nivîsandina dîrokê (mînak, "Dîroknivîsiya serdema navîn di salên 1960î de" de tê maneya "Berhemên dîroka serdema navîn ên di salên 1960î de hatine nivîsandin"). Ya sêyem, tê maneya çima dîrok tê hilberandin: felsefeya dîrokê. Rêbazên dîrokî Rêbaza dîrokî ji wan teknîk û rêgezan pêk tê ku dîroknas ji bo lêkolînê û paşê jî ji bo nivîsandina dîrokê jêderên pileya yekem û delîlên din bi kar tînin. Herodot (484 b.z. — nêz. 425 b.z.) bi gelemperî wekî "bavê dîrokê" tê pejirandin. Lê belê Thukîdîdes (nêz. 460 b.z. — nêz. 400 b.z.) kesê yekem e ku di xebata xwe ya bi navê History of the Peloponnesian War (Dîroka Şerê Peloponnesî) de rêbazeke dîrokî ya pêşketî bi kar aniye. Berevajiya Herodotî, Thukîdîdesî dîrok wekî encama bijarde û kiryarên mirovan hesiband, û li sedem û encamên bûyeran nêrî. Di destpêka serdema navîn de Augustînus li ser ramana xiristiyanî û ewropayî bibandor bû. Di serdema navîn û ronesansê de dîrok bi nêrîneke dînî dihat lêkolandin. Li dora 1800an, fîlozof û dîroknasê alman Georg Wilhelm Friedrich Hegel awireke laîk, û felsefeyê anî xebatên dîrokî. Dîroknas û civaknasê ereb Îbn Xeldûn di pêşgotina pirtûka xwe ya Mûqadîme (1377) de dîqatê dane heft xeletiyên ku li gorî wî dîroknasan gelek caran dikirin. Di vê rexneya xwe de, Xeldûnî gotiye raborî tiştekî ecêb û hewcedara şirovekirinê ye. Xeldûnî digot ku divê nirxandina materyaleke dîrokî li gorî cudahiya çandî ya serdema xwe were pêkanîn, divê ji bo nirxandinê hin prensîb werin bijartin, û di dawiyê de, ji bo ku çandeke raboriyê binirxînin divê hewcedariya tecrûbeyan û herwiha prensîbên maqûl hebin. Îbn Xeldûnî gelek caran "xurafeyên batil û pejirandina daneyên dîrokî bêyî tenkîdê" rexne kiriye. Di encamê de Xeldûnî rêbazeke zanistî ya lêkolîna dîrokê pêşkêş kiriye û bi gelemperî jê re "zanista min a nû" gotiye. Rêbaza wî ya dîrokê bingehek ji bo çavdêrîkirina rola dewlet, ragihandin, propaganda û pêşhikûma sîstematîkî amade kiriye. Lewra ew wekî "bavê dîroknivîsînê" an "bavê felsefeya dîrokê" tê hesibandin. Li Ewropayê, dîroknas di sedsalên 17 û 18an de, nemaze li Fransa û Almanyayê, rêbazên nûjen ên dîroknasiyê bi pêş xistin. Di xebatên nûjen de pirsên li jêr ên ku ji aliyê Gilbert J. Garraghan û Jean Delanglez ve wek rexneya çavkaniyê hatiye pêşkêşkirin tên bikaranîn: Kengî jêder hatiye nivîsandin an hilberandin (tarîx)? Li ku derê hatiye hilberandin (herêmîkirin)? Ji hêla kê ve hatiye çêkirin (nivîskarî)? Ji kîjan materyala berê heyî hatiye hilberandin (analîz)? Di kîjan forma orîjînal de hatiye hilberandin (yekpareyî) Nirxa eşkere ya naveroka wê çi ye (pêbawerî)? Çar ji yên pêşîn wekî rexneya bilind; pêncem, rexneya jêrîn; û bi hev re wekî rexneya derveyî tên zanîn. Ji lêpirsîna şeşem û ya dawîn a derbarê çavkaniyekê de re rexneya navxweyî tê gotin. Bi hev re ev lêpirsîn wekî rexneya çavkaniyê tê zanîn. Rexneya çavkaniyê (an nirxandina agahiyê) pêvajoya nirxandina kalîteyên çavkaniyeke agahiyê ye, wekî rastî, pêbawerî û pêwendiya wê bi mijara di bin lêpirsînê re. Zanistên alîkar ên dîrokê Arkeolojî, lêkolîna çalakiya mirovahiyê bi riya vejandin û analîzkirina çanda maddî Arşîv, lêkolîn û teoriya afirandin û domandina arşîvan Dîplomasî, lêkolîn û analîzkirina metnî ya belgeyên dîrokî Epîgrafî, lêkolîna nivîsarên li ser kevir û mermeran Fîlolojî, lêkolîna zimanê çavkaniyên dîrokî Heraldî, lêkolîna alavên zirxî Numîzmatîk, lêkolîna pereyên kevn Sîcîlografî, lêkolîna mohran Senifandina beşên dîrokê Ji ber ku dîrok zanisteke pir berfire ye Ji ber ku dîrok zanisteke pir berfireh e, piraniya dîroknasan û berhemên wan li ser beşeke dîrokê radiwestin. Dîrok dikare li ser van beşan were parvekirin:: kronolojî (li gor serdeman yan demê) cografî (li gor herêman) welatî (li gor welatan an dewletan) neteweyî (li gor gelan an miletan) mijarî (li gor mijarekê) Çavkanî Girêdanên derve Lêkolînên mirovahiyê Gotarên mijarên sereke
13
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ehmed%C3%AA%20Xan%C3%AE
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî (jdb. 1650 gundê Xanê, Colemêrg − m. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, stêrnas, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e. Jînenîgarî Ehmedê Xanî di sala 1650 an jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye. Perwerdehiya wî Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, stêrnasî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê. Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Arîstotelês, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikir û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye. Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Xanî bi taybetî, ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de tê xwendin. Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farisî) dizanî bû. Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, stêrnasî û hwd. dihatin dayîn. Helbestvanê binavûdeng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî di sala 1707an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye. Ramana Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî netewperwerekî kurd bû û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike. Îxtîlafên di nava kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber hindê ye ku wî di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan kiriye û li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di berhema xwe de çareseriyê wisa nîşan dike; Li gor Xanî, kêmasiya kurdan ji ereb, tirk û farsan nebûye, tenê kêmasî bêrêzanî û neyekbûna kurdan e. Bi kurtasî Xanî xwestiye ku gelê kurd ji binê mêtingeha ereb, tirk û farsan rizgar bikin. Helbesteke Xanî ya li dewletiyê: Lê di berhemên Ehmedê Xanî de, nijadperestî li dijî tirk, ereb û farisan tuneye. Ji xwe di hinek helbestên xwe de bi tirkî, erebî û farisî jî nivîsiye. Berî Ehmedê Xanî helbestvanên wek Eliyê Herîrî, Baba Tahir Hemedanî , Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî bi zimanê kurdî berhemên hêja afirandine, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsîne, lê ferqa wî ji wan helbestvanên kurdî yên berî wî ev e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya menzûm "Mem û Zîn" wek sertaca wêjeya kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewî ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnameya netewî, ji bo bilindkirina alaya yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsiye. Herçend ew destan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikr û ramanên xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşê gelê xwe bike. Di xebat û fikir xwe de Firdewsî ji Îraniyan, Platon ji bo yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ehmedê Xanî jî ji Kurdan ew e. Gotinên ji bo wî Seîdê Nûrsî: "Ehmedê Xanî mamostê min ê manewî ye". Nurettin Turgay: "Li gor berhemên wî, xuya ye ku Ehmedê Xanî kesekî bawermend e: "Jiyana Şêx Ehmedê Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî di medreseyên ku vekiriye, li gel perwerdeya olî, perwerdeya zanistên wek felsefe, dîrok, wêje, erdnigarî û astronomî jî daye zarokan û xwendekarên xwe." Zana Farqînî: "Metaryalên kurdî yekemîn ji bo perwerdeyê, Xanî amade kiriye û ew weke stûna zimanê kurdî ye" . Mehmed Uzun: "Ehmedî Xanî, bêgûman, hosteyê ziman û edebiyatê ye. Girîngiya William Shakespeare, Miguel de Cervantes û Firdewsî ji bo ziman, edebiyat û çandên wan çi ye, girîngiya Ehmedî Xanî jî ji bo ziman, edebiyat û çanda kurdî ew e." Abdurrahman Dürre: "Dibêjin ku; di bihiştê da darekî pir bi xêr û bêr, bi bereket û pîroz heye, ku navê wê Tûba ye. Bi her alî da pej û şax daye, bi her şax û çiqil û çepelên wê yên pîroz va, fêkiyên cûr be cûrên lezîz û giranbiha hene, ku herkesên bihîştî, di her demêda dikarin her fêkîyên dilêwan bibêje û bixwaze, ji şaxên wê dara pîroz da biçînin, para xwe jê hilînin. Dema kû mirov, li şexsiyeta Xanî mêze dike, bi hêsanî dikare bibêje: Kû Xanî jî dara Tûba ya Kurdistanê ye. Pir şaxên wê yên pîroz û bi xêr û bêr jî hene, ku ne bi tenê gelê Kurdistanê, belkî hemû gelê cîhanê dikarin ji wan fêkîyên wî yên ezîz û lezîz îstîfade bikin. Ew şaxên wî yên pîroz kû ez bikarim bihejmêrim eve; helbest û wêjê tesewuf û qeder felsefe û wehdetil-wucûd millet û welatparêziye. Mamosteyê Sêyemîn Xanî Tê pejirandin ku Ehmedê Xanî di nav zanistvanên dinyayê de bi fikr û ramanên xwe mamosteyê sêyemîn e. Yê yekemîn Arîstoteles, yê dûemîn Farabî yê sêyemîn jî Ehmedê Xanî ye. Karên wî Ji bo zarokên kurdan perwerdehî bi zimanê kurdî bibînin, Medrese (Dibistan) ava kir. Hîmê zimanê kurdî avêtê. Herî pêşîn ferhenga kurdî nivîsand. Herî pêşîn bi Zimanê kurdî li ser zanista stêrnasî û erdnîgariyê pirtûk nivîsand. Ji bo yekîtîya kurdan xebitî. Herî pêşîn (perçebûna) pirsgirêka kurd aniye ser ziman û li ser fikirî û çareseriya wî rave daye. Hîmê Kurdperweriyê avêtê.(Kurdperweriya Xanî neku li ser nijadperestiyê bû, Tenê li dijî kedxwariya Kurdan bû) Berhem Ehmedê Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk bi zimanê kurdî nivîsand, pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser stêrnasî û erdnîgariyê ye, yek li ser evîna Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbihara biçûkan lê kiriye, yek li ser felsefeyê ye, yên din jî pirtûkên îslamîne. Lê tenê çend pirtûkên wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirî ne. Berhemên wî Berhemên wêjeyê Mem û Zîn Nûbihara Piçûkan Dîwana Helbestan Berhemên zanistê Erdê Xweda Berhemên Îslamî Eqîda Îmanê Eqîdeya Îslamê Fî Beyanî Erkanî Îslam Berhemên felsefeyê Şirên Fîlozofî Bîbliyografî Ehmedê Xanî (1995/2005). Mem û Zîn. Wergera bi tîpên latînî û kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan. Deng, Stembol. Ehmedê Xanî (2010). Mem û Zîn. Şirove û bi kurdiya îro, Jan Dost. Avesta, Stembol. Ehmedê Xanî, Mem û Zîn'', [bi kurdî û bi tirkî], Kadri Yıldırım (werg.), Stenbol, Avesta, 2010, 424 r. (ISBN 978-605-5585-38-9) Çavkanî Jidayikbûn 1650 Mirin 1707 Kesên ji Bazîdê Kesên ji Agiriyê Kurdên Bakurê Kurdistanê Fîlozofên kurd Helbestvanên kurd Nivîskarên kurd Alimên kurd Stêrnasên kurd Dîroknasên kurd Fiqihnasên kurd Zanyarên kurd Wêjevanên kurd Zanyarên îslamê Fîlozofên misilman Zanyarên misilman Neteweperwerên kurd Nivîskarên zimanê kurdî Helbestvanên zimanê kurdî Kurdên sedsala 17an Kurdên sedsala 18an Kurdên Împeratoriya Osmanî
14
https://ku.wikipedia.org/wiki/Eliy%C3%AA%20Her%C3%AEr%C3%AE
Eliyê Herîrî
Eliyê Herîrî anku 'Elî Herîrî (jdb. 1009/10 Colemêrg - m. 1077/78) nivîskar û helbestvanekî klasîk ê kurd yê wexta dewleta Merwaniyan e. Jiyana Eliyê Herîrî Eliyê Herîrî bi eslê xwe ji Şemzîna e. Ew, di sala 1009 an jî 1010 Zayînî de hatiye dinyayê. Dîroka hatina wî ya dinyayê, her weha du hizir têne ser zimên. Li herêma ku lê bûye, di dema wî de bandoreke mazin ya wî hebûye. Ji ber ku ew bandora wî, bi xwe re pir pêşkevtinan jî tîne. Di wê demê de, li Kurdistanê, Merwanî serdest bûn. Merwaniyan dewleteke ku hema bêje hebûna Kurdistanê hemî xistibû nava xwe de, avakiribûn. Bi vê yekê re, di dema xwe de, wan pir pêşkevtin jî dane çêkirin. Merwanî, di dema Aliyê Merwan (jê re Abu Ali bin Merwan jî tê gotin) de, dema xwe ya zêrîn derbas dike. Di wê demê de xurt bi pêş dikeve. Eliyê Herîrî û malbata wî, di dema xwe de li herêma xwe bihêz bûn. Ew, di nav malbatê de, ji biçûkatî dest bi xwendinê dike û heta ku mezin dibe jî, xwendina baş û qanc werdigire. Bi vê yekê re êdî hêdî hêdi mezin dibe. Di wê dema wî de, pir pêşketin hene. Hin hêrîşên li ser serê Merwaniyan wan ji kal dikin. Di wê demê de, Merwanî jî li ber wan hêrişan li ber xwe didin. Merwanî, bi pişgiriya bavê Mîr Zengî bi ser dikevin. Bi saya ​serê wî, Merwanî dîsa serdestiya xwe li herêmên xwe xurt dikin. Dema wî li Şam, Cizîra Botan û Hewlêr Eliyê Herîrî jî, di wê demê de li cem rêveberiye Merwaniyan e. Di wê demê de, Şam jî di bin destê wan de ye. Şam, heya dema rêveberiya Kurdistanê ya Eyûbiyan û piştre jî di bin destê wan de dimîne. Di wê demê de, dema ku Eliyê Herîrî li cem merwaniyan bû li herêmên ku karîbû li hemiyan digere. Demekê dîçe Şamê û li Şamê jî dimîne. Bi gelek zanistên ku li wir in re rûdine û dide û distîne.Piştre ku demekê li wir dimîne, Careke din vedigere û tê Cizîra Botan. Li wir jî demekê dimîne. Dest bi pirtûka xwe ya bi navê Maqamatê dike û temam dike. Piştre ku ew pirtûka xwe bidawi dike, pirr di nav aliman de tê naskirin. Mirovên ku behsa wî dikin û navê wî ji diyaran dibine diyaran hene. Ew ji bo vê yekê Şemzînan û Cizîra Botan weke navend ji xwe re dibîne. Piştre ku ew her weha mezin tê naskirin, êdî ew bixwe, dike ku here Hewlêr û Bexdayê. Di wê heyemê de, ev herdû cih, weke du navendan bûn. Bexda, navê wê mezin bû. Hewlêr jî, ji ber ku navendeke dîrokî bû, navê wê hebû. Eliyê Herîrî, piştî ku ji Şamê vedigerê Cizîra Botan, êdî demekê li wir jî dimîne û piştre dikeve rê de û berê xwe dide Hewlêrê. Li wir demekê dimîne û bi pir zaniyarên mezin yên wê demê re rûdine û diaxive. Ew axiftinên wî her tim bala mirovan dikişîne ser xwe. Axaftinên wî ji aliyê gel ve gelek tên hezkirin.. Eliyê Herîrî, ku demekê li Hewlêrê jî dimîne, êdî dike ku xwe bigihêne Bexda yê. Piştre xwe digihêne Bexdayê. Li wir, navende Xelîfetiyê hebû. Ji ber vê yekê ji, pir alim û zanistên Îslamê ji li wir dicivîn. Ew jî di dema xwe de ku weke zaniyarekî tê naskirin, êdî weke zanistekî Îslamê jî tê naskirin. Bi vê yekê jî, navê wî mezin dibe. Wî xwest ku bi axiftinê nêzîkatiya vacê di Îslamê de bide rûnandin. Li ser vê yekê re bi pir zaniyarên dema xwe re jî dikeve niqaşên mazin de. Li Bexdayê, li navenda Xelîfe jî dikeve wan niqaşan de. Bi vê yekê re, tê gotin ku hin raxne jî li ser vê yekê lê têne girtin. Lê ew ji ya xwe nayê xwarê di wê heyamê de. Eliyê Herîrî bi vî awayî, demekê li Baxdayê dimîne. Piştre careke din vedigere Cizîra Botan û li ser demeke jiyana xwe ya dirêj li wir dibihorîne. Di wê dema jiyana xwe ya dirêj de jî, li gelek deverên Kurdistanê digere û li civata gelek mîran rûdine. Bi vê yekê re hizrên wî li her derî belav dibin. Hizrên Eliyê Herîrî ne tenê di nav Kurdan de, li herêmê bigiştî belav dibin. Ew weke zanistvanekî herêmî mezin dibe. Rêveberên mezin têne ber wî û jê aqil digirin. . Li gor rojhilatnas û kurdnasê rûs Alexander Jaba Elî Herîrî di sala 400î ya koçî (1009/1010ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Eliyê Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Eliyê Herîrî bêguman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmancî ye. Dîsa li gor heman jêderê Eliyê Herîrî di sala 470'yî ya hicrî de (ku teqabilî 1070yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye.Dîwana wî li Kurdistanê tê nasîn. Hinek helbestên Elî Herîrî ji aliyê rojhilatnasê alman Albert Sosin û rojhilatnasê sovyetî Margarita Borissowna Rudenko ve hatin weşandin. Eliyê Herîrî li ser temenekî 60 (şêst) salî re diçê ser dilovaniya xwe. Biqasî ku tê gotin, di 1077 wan de diçê ser dilovaniya xwe. Berhem Dîwan Maqamet Çavkanî Bîblîografî Blau, Joys; Die Wissenschaft von der kurdischen Sprache. In: Kurden Azadi, Freiheit in den Bergen, Schallaburg 1992 Balî, Awe; Antolojiya Helbestvanên Kurd, Istanbul 1992 Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî I, Stockholm 1983 Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî II, Stockholm 1985 Zinar, Zeynelabidin Nimune, Stockholm 1991 Elî Herîrî Helbestvanên kurd Jidayikbûn 1009 Mirin 1080 Fîlozofên kurd Wêjevanên kurd Nivîskarên zimanê kurdî Mirin 1079 Kurdên sedsala 11an Kesên ji Hewlêrê
16
https://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA%20Teyran
Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran bi navê rastî Mîr Mihemed (jdb. 1590 Colemêrg − m. 1632 Şandîs, Xîzan), yek ji fîlozof û helbestvanek zimanê kurdî ya klasîk e ku bi helbesta xwe ya Zembîlfiroş û bi nivîsandina yekemîn çîroka wêjeyî ya Şerê Dimdimê ku di salên 1609 û 1610an de qewimiye, hatiye naskirin. Di edebiyata kurdî ya klasîk de helbestvanek pêşeng e ku bi Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Mela Huseynê Bateyî û Ehmedê Xanî re yek ji damezrînerê kevneşopiya edebiyata kurdî ye. Li gorî hinek dîroknasan Feqiyê Teyran di sala 1590an de hatiye dinê û di sala 1632-1660an de çûye ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan hêj jî niqaş hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di sala 1590an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye. Jînenîgarî Feqiyê Teyran di sala 1590an de li gundê Miksê ji dayik bûye ku di wî demê de gundekî bi ser bajarê Colemêrgê ve bûye. Miks niha yek ji avçeyên bi ser parêzgeha Wanê ve ye. Li gorî vegotinan Feqiyê Teyran di temenekî biçûk de eleqeya wî bi xweza, ajal, bi taybetî bi çûkan re çêbûye û dest bi gotinên xweş kiriye. Feqiyê Tayran ku navê wî yê rastî Mihemedê Evdillah e ku di medreseyê de perwerde dibîne her ku mezin dibe pişta xwe dide malbata xwe ku malbateke Mîr e ku hemû derfetên malbatê yên ku malbata wî di dest wî de ye û berê xwe dide xwendin, helbest û xwezayê. Ji aliyekî ve perwerdeya xwe werdigire û ji li aliyek din ve jî dest bi gera xwe yê hawirdorê dike. Bi kurdiyek zelal û fehmbar ku gel pê diaxive, helbestan dinivîse, çîrok û destanan berhev dike û wek vebêjer tevê nava gel dibe. Ew di demeke kurt de li gelek deveran digere ku navûdengê wî digihîje welatên dûr û bi xwe jî derdikeve rêwîtiyek dûr û dirêj. Her ku diçe kîjan gund, bajarok û bajaran bi şêweya dengbêjiyê helbestan dibêje çirok û destanan dibêje, li çîrokan guhdarî dike û çîrokên nû hîn dibe. Ji ber vê yekê navekî din ê Feqiyê Teyran, Feqîyê Gerok e. Li gorî çavkaniyên nivîskî Feqiyê Teyran pêşî li medreseyên Bidlîsê xwendiye, piştre jî li Medreseya Sor a Cizîrê ku ji bo edebiyata kurdî navendek perwerdehiya girîng e, perwerdehiya xwe domandiye. Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê helbestvan ku ji xeynî helbestvaniyê ew fîlozofekî mezin jî bûye. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde kitêbên wî heta îro nehatibin jî lê tê texmînkirin ku wî gelek pirtûk nivîsiye. Li ser felsefe, dîroka dema xwe de û li bûyerên ku dema wî de qewimiye hizrê xwe aniye ser ziman. Navê Feqiyê Teyran a rastî wekê di çarînê de gotiye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de navlêka xwe "Mîr Mihê" aniye ziman. Feqiyê Teyran bi xwe ji malbatek eşîriye. Bav û kalên wî yek ji mîrên Kurdistanê bûne. Feqiyê Teyran di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e ku kurê mirekî kurd e. Berhemên wî yê nivîskî wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê, axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîs e, hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miskî, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê jî bi kar aniye. Li gorî lêkolînan, dibe ku Feqî ji malbateke mîran be û navê wî yê bi rastî Mihemed e. Tirbeya wî li navçeya Miksê ya Wanê ye. Berhem Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana "El Hewadîs" li Bexdayê hatiye çapkirin. Şêxê Sen'an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye. Bersîsê 'A'bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye. Qewlê Hespê Reş Sîseban Xan Dimdim Qiseya Bersivayî Zembîlfiroş Çavkanî Bîblîografî Kovara W, 29, çiriya paşîn-kanûna pêşîn 2009, r. 36-58. (Dosyayeke Feqiyê Teyran tê da heye) Mele Xalidê Sadînî (2000). Feqiyê Teyran (jiyan, helbest û berhemên wî). Nûbihar, Stembol. Abdusamet Yigit, Feqiyê Teyran'', roman, 2009, Han, berlin. ISBN 978-3-94040997-34-0 Nivîskarên kurd Fîlozofên kurd Jidayikbûn 1590 Mirin 1632 Feqiyê Teyran Helbestvanên klasîk Wêjevanên kurd Nivîskarên zimanê kurdî Kurdên Bakurê Kurdistanê Mirin 1660 Helbestvanên kurd Kurdên sedsala 17an Kesên ji Wanê
18
https://ku.wikipedia.org/wiki/Destp%C3%AAk
Destpêk
19
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hec%C3%AE%20Fetah%C3%AA%20Hezroy%C3%AE
Hecî Fetahê Hezroyî
Hecî Fetahê Hezroyî yek ji zana û rewşenbîrên kurd ê Sedsala 20'an e. Hecî Fetah di sala 1892an de li gundê Zuxra Hezroyê hatiye dinyayê û di 21ê Sibata 1975an de jî ku roja Înê bûye, çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana bajarê Hezroyê ketiye wargeha xwe ya sermedî. Fetah Hezroyî kurê Sofî Muhemmed e û bi eslê xwe ji Hezana Licê ye. Di zarûktiya xwe de dev bi xwendina olî kiriye û piştre li Medreseya Kurdî domandiye. Dema ew bûye şazdesalî, bi xalê xwe Mela Ebdulah re çûye Hecê. Ji ber vê yekê ye ku ew, bi nasnavê hecîtiyê hatiye naskirin. Çavkanî Helbestvanên kurd Mêr Jidayikbûn 1890 Mirin 1975
20
https://ku.wikipedia.org/wiki/Huner
Huner
Huner, bi awayekî estetîkî û bi şeklên (awayên) cihêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî (delal) ye. Çand Fîlm / Sînema Muzîk Şano Wêje Wênesazî Xêzik Girêdanên derve Kategoriya "Çand û Huner" a dmoz a kurdî Huner çî ye? Taybetmendiyên berhema hunerî Çand
21
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kurdistan%20%28rojname%29
Kurdistan (rojname)
Rojnameya Kurdistan, yekemîn rojnameya bi kurdî ye. Rojnameya Kurdistan di 22yê nîsana sala 1898an de, ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Destpêka weşandina rojnameyê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameyê îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûl û pîroz kirin. Rewşa cihanê û pêdiviya rojnameyek kurdî Piştî şoreşa 1789an li Fransayê, raman û giyana netewayetî li seranserê welatên Ewropayê belav bû. Di nav demeke kin de, ev raman mîna lehiyekê li cîhanê belav bû û bêguman Împeratoriya Osmanî û gelên ku di bin desthilatdariya wan de dijiyan, mîna ereb, alban (arnawid), bulxar û tirk bi xwe jî ketine ber vê lehiyê. Piştî têkçûna Serhildana Bedirxaniyan a sala 1847an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê dike. Mîqdad Mîdhed Bedirxan beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegeriya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina rojanameya Kurdistan, dest pê dike. Rojnameya Kurdistan û destpêka rojnamegeriya kurdî Ev rojnameya yekeme di dîroka Kurdistanê de. Her wiha, gelê kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran têkoşîna man û nemanê dida. Taybetî û girîngiyeke din a mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku, di demeke wiha de hate weşandin. Lewre pêdiviyeke mezin a gelê kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû. Rewşenbîr û mîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi ked û kespeke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê dagirt û pê re jî bû destpêkek, bû dîrokeke giranbiha. Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên: "Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim." Miqdad Midhet Bedirxan di sergotara yekem a rojnameya Kurdistanê de li ser rewşa aborî û civakî ya gelê kurd jî radiweste. Zextên li ser rojnameya Kurdistan Piştî zexta Osmaniyan li ser Misirê, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domandin. Hejmarên 1ê ta 5an li Qahîreyê, ji ya 6an ta 9an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20an ta 23yan li Qahîreyê, hejmara 24an li Londonê, ji 25an ta 29an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30yî ta 31ê dîsa li Cenewreyê hatine weşandin. Piştî Midhet Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13ê nîsana 1909an rojnameya Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin. Çavkanî Mehmet Emin Bozarslan, Rojnama kurdî ya pêșîn, Stockholm, Wêșanên Deng, 1991. Rojnameyên rawestandî Rojnameyên kurdî
22
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kronolojiya%20d%C3%AEroka%20Kurdistan%C3%AA
Kronolojiya dîroka Kurdistanê
Ew Gotar Kronolojiyê Kurdistanê ye. Kronolojiyeke biçûk yê Kurdistanê 1514-1900 1514 - Di dema tevgera Siltanê Osmanî Yavuz Selim ya Çaldiranê de eşîrên Sunnî yên Kurdan xudmuxtariya xwe parastin û bi hikûmeta Stenbolê ve hatne girêdan. 1639 - Kurdistan bi peymana Qesra Şîrîn di navbera împaratoriyên Osmanî û ya Îranê de hate beş kirin. 1832 - Şerê Mîr Mihemedê Rewandûzî bi Osmaniyan re. 1843-1846 Serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî li hember rêveberiyên Osmanî û Îranî. 1889, 22'ê Nisan - Yekemîn rojnameya Kurdan bi navê "Kurdistan" ku ji aliyê Mithat Bedirxan ve derket li Qahîrê dest bi weşana xwe kir. 1900-1922 1908, 22'ê Sibat - Rojnameya Kurd Tewûn û Terakkî dest bi weşanê kir. 1908, 19'ê Êlûn - Cemiyeta Kurd Terakkî û Teawûn saz bû. 1913, gulan - Cemiyeta "Hêvî" ya Kurd saz bû. 1913, 19'ê Êlûn - Kovara Yekbûn dest bi weşanê kir. 1918, 10'ê Çilleya Pêşî - Cemiyeta Kurd Tealî hate damezrandin 1918, 7'ê Kasim - Kovara Jin li Stenbolê dest bi weşanê kir 1919, 19'ê gulanê - Komkujiya Pontûsan rû da. 1919, 21'ê Heziran - Kovara Jin ya heftane dest bi weşanê kir 1919, 23'ê gulanê /1920 - Tevgera Serxwebûna Kurdistan dibin rêbertiya şêx Mehmudê Berzencî de dest pê kir. 1919, Gulan - Cemiyeta Kurdistan Tealî saz bû. 1920, 10'ê gelawêjê - Peymana Sêwrê ku Kurdistan û Ermenistaneke serbixwe dixwest li dar ket. 1921, 6'ê adarê - Berxwedana Koçgirî 1922, 5/28'ê gelawêjê - Serhildana Simkoyê Şikak (Simko Axa) li Rojhelatê Kurdistan. 1922, 11'ê Haziran - Îlankirina Keyaniya Kurdistanê ji alî şêx Mehmûdê Berzencî ve. 1923-1974 1923, 24'ê tîrmehê - Peymana Lozanê; çar parçe bûna Kurdistanê. 1925 ,14'ê Sibat/31'ê Gulan - Serhildana mezin ya Kurda: Tevgera Şêx Seîdê Pîran. 1925, 16'ê Aralik - Serhildana Başûrê Kurdistanê li hember rêveberiya Ingilîzan 1925, 4'ê Eylül - Şêx Seîdê Pîran û 52 hevalên wî hatne bi darve kirin. 1926, 16'ê gulanê/17'ê Hezîran - Serhildana Agirî û komkujiya yekem ya Agiriyê 1927, 26'ê gulanê/25'ê gelawêjê - Serhildana Mutkî yê. 1927, 8/20 Êlûn - Komkujiya duyem ya Agirî yê. 1927, gelawêj - Komîteya Netewî ya Kurd Xoybûn saz bû. 1929, 22 gulanê/3'ê gelawêjê - Serhildana Zîlan. 1929 ,14/17'ê Êlûn - Komkujiya Tendûrek ê. 1930, 7/14'ê Êlûn - Sêyemîn Komkujiya Agiriyê. 1930, 21 ê Tirmehê - Serhildana Oremar. 1931, Cotmeh 1930/Gulan - Balafirên Ingilîzan Berxwedana Berzencî şikandin. 1932, 5'ê gulanê - Qanûna sûrgunê "Mecburi Iskân". 1935, Çile Pêşî - Jibo Kurdên Dêrsimê "Qanûna Tûncelî" hate derxistin. 1937, 5'ê Îlon - Serokê Serhildana dersimê Seyîd Riza hate girtin 1938, 21'ê adarê 1937/16 Êlûn - Berxwedana Dersimê û jenosid (qirkirin). 1945, gelawêj - Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (Î-KDP) saz bû. 1946, 13'ê Çileya Pêşîn - Komara Kurdistan li Mahabad hate damezrandin. 1946, 16'ê gelawêjê - Partiya Demokrat ya Kurdistana Îraqê- I-KDP hate damzrandin. 1947, 17'ê Çileya Pêşîn Komara Kurdistan a Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hate rûxandin. 1947, 22'ê Sibat - "Meşa Dirêj" ya Kurdan di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de. 1958, 14'ê Hezîran/27 Tîrmeh - Key Faysal ji text ket û Îraq weke " Komara hevbeş ya Kurd û Ereban" hate bi nav kirin. 1958, 7'ê Cotmehê - Mele Mistefa Barzanî kû li Sowyetê li sûrgunê bû vegeriya Îraq ê. 1961, 11'ê Êlûn - Li Kurdistana Başûr şerê çekdarî li hember rejîma Îraqê dest pê kir. 1962, 5'ê Cotmeh - Di hijmartinên nifûsê kû li Sûriyê pêk hatin de, 120 hezar Kurd weke "xerîb" hatne bi nav kirin û hemî mafên wan yê hevwelatî ji dest hate girtin. 1963, 8'ê Sibat - Li Îraq ê derba leşkerî. 1968, 17'ê Tîrmeh - Li Îraqê darbeya BAAS; Cûnta Tekrîtî. 1969, Gulan - Yekîtiyên Xwendekarên Şoreshger yên Rojhelat DDKO hate damzrandin. 1970, 11'ê adarê - Tevgera Kurdistana Başûr xweseriya xwe bi rêveberiya Îraqê da pejirandin. 1974, 11'ê adarê - Jiber ku rejîma Îraqê li gor peymana otonomiya Kurdan tev ne geriha şer û pevçûnên dijwar di navbera Kurd û hêzên dewletê de dest pê kirin. 1975-1979 1975, 5'ê adarê - Peymana Cezayîrê di navbera Iran û Îraq ê de, êrîşên hevbeş yên dijwar li hember Tevgera Kurd û belavbûna hêzên Kurd li Başûrê Kurdistan ê. 1975, Hezîran - Yekîtiya Niştimanî Kurd (YNK) saz bû. 1978, 11'ê Çile - Tevkujiya li hember Elewiyan li Mereş ê. 1978, 18'ê Gulan - Heqî Karer tê qetlkirin. 1978, 27'ê Mijdar - Partiya Karkerên Kurdistan PKK li Fîs ê hate damezrandin. 1979, 1'ê adarê - Serokê PDK ê Melle Mustafa Barzanî li Amerîka yê wefat kir. 1979, 17'ê gelawêjê - Mehabad kete destê hêzên Kurd. 1979, 5'ê Êlûn - Rejîma Xumeynî ya Îranê êrîşî Kurdan kir. 1979, Sibat - Li Îranê rejîma Şah rûxiya. 1980-1989 1980, 12'ê Çile - Di encama êrîşa Dewleta Tirk û Sûrî de li Qamişlo 15 mîlîtanên KAWA hatne qetil kirin. 1980, 23'ê Êlûn - Şerê Îraq û Îranê dest pê kir. 1980, 12'ê Êlûn - Li Tirkiyê darbeya leşkerî. 1982, 21'ê adarê - Mazlum Doğan di zîndana Amedê şehîd dikeve. 1982, 18'ê Gulanê - "Şeva çaran". Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn û Necmî Öner di zîndana Amedê de xwe dişewitînin. 1983, 23'ê gulanê - Yekemîn operasyona leşkerî ya Dewleta Tirk bi pejirandina Îraqê li Başûrê Kurdistanê. 1983, 5'ê Êlûn - Li zîndana Amedê berxwedana girseyî. 1983, Sibat - Enstîtuya Kurd ya Parîsê hate damezrandin. 1984, 22'ê Cotmeh - Helbestvanê mezinî Kurd Cegerxwîn li Stockholma Swêdê wefat kir. 1984, Çileya Pêşîn - Di berxwedana li zîndana Amedê de Necmettin Büyükkaya, Yilmaz Demîr, Remzî Aytürk û di rojiya mirinê de jî Orhan Keskîn û Cemal Arat şehîd ketin. 1984, 9'ê Êlûn - Hunermendê Kurd Yilmaz Guney li Parîs ê wefat kir.. 1984, 15'ê tebaxê - Destpêka tekoşîna çekdarî a PKK bi êrîşên ser Eruh û Şemzînan 1985, 21'ê adarê - ERNK tê îlan kirin. 1986, 21'ê adarê - Hêzên dewleta Sûrî êrîş birne ser pîrozbahiyên Newrozê li şam û Qamişlo. 1986, 28'ê adarê - Egîd (Mahsum Korkmaz) şehîd dikeve. 1987, 14/15'ê Cotmeh - Konferansa Kurd ya Parîsê. 1988, 16'ê adarê - Li Helebce 5 hezar Kurd ji aliyê rejîma BAAS ve bi çekên kîmyewî hatne qetil kirin. 1988, 12'ê Gulan - Li Başûrê Kurdistan ê Berêy Netewî ku ji 8 rêxistinan pêk dihat saz bû. 1988, gelawêj - Di encama êrîşa "Enfal" de, ya ji hêla rejîma BAAS ve, bi taybetî li herêma Behdînan ji 100 hezarê bêhtir Kurd hatne qetil kirin û ewqas jî koçber bûn. 1989, 8'ê adarê - Stranbêj Mehemed Sêxo rehmet kir. 1989, 13'ê Tîrmeh - Sekreterê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê (Î-KDP), Dr. Abdurrahman Qasimlo, li Viyana ji aliyê ajanên rejîma Îranê ve hate şehîd kirin. 1990-1999 1990, 13/30'ê adarê - Di serî de li Cizîr û Nisêbînê, li Bakurê Kurdistanê serhildanan dest pê kir. 1991, 12'ê Nisan - Li Îraqê li bakurê paralêla 36 an xeta parastina Kurdan, "Provide Comfort" hate îlan kirin. 1991, 5'ê adarê - Serhildana Başûrê Kurdistan ê. 1991, 7/10'ê Tîrmeh - Kuştina Wedat Aydin di êşkencê de û serhildana Amed ê. 1991, 1'ê Nisan - Trajediya koçberî û penaberiyê; ji ber êrîşên hewayî yên rejîma BAAS piştî serhildana Kurdan ya Adar ê, bi sedhezaran Kurd ji ber tirsa gazên kîmyewî cih û warên xwe berdan û ber bi sînorên Îran û Tirkiyê ve çûn. 1991, 12'ê Tîrmeh - Ji bo çavdêriya "Herêma Parastî" li Îraqê, ji gellek netewan "Hêza Çakûç" hate damezrandin. 1992, 19'ê Gulan - Hilbijartinên Parlametoya Başûrê Kurdistanê. 1992, 27'ê Eylül - Sekreteri IKDP Dr. Sadik Şerefkendî û 2 endamên komîteya navendî yên partiyê li Berlîn ê ji aliyê ajanên Îranî ve hatne şehîd kirin. 1992, 4'ê Cotmeh - Li Kurdistana Başûr şer di navbera PDK, YNK û PKK de. 1992, 4'ê Cotmeh - Palementoya Netewî ya Kurdistana Başûr, Dewleta Kurd ya Federe îlan kir. 1993, 16'ê Adar - "Agirbest" a yek alî ji alî PKK ê ve û Protokolên şamê. 1993, 5'ê adarê - Parlamenterên Kurd yên DEP î, bi darbeyekê hatne girtin. 1993, 2'ê tîrmehê - Li Sêwas ê 36 rewşenbîr bi rengê şewitandinê hatne qetil kirin. 1994, 1'ê gulanê - şer di navbera PDK û YNK ê de. 1995, 20'ê adarê - Dewleta Tirk bi 35 hezar leşkerî ve kete Kurdistana Başûr. 1995, 30'ê adarê - MED-TV dest bi weşana xwe ya satelîtî kir. 1996, Êlûn - Şerê di navbera PDK û YNK ê de dijwartir bûn û li Kurdistana Başûr rêveberiya du herêmî dest pê kir. 1996, Hezîran - Kongreya HADEP ê û di êrîşeke ser Partiyê de girtina rêvebirên wê. 1998, 9'ê Cotmeh - Piştî tehdîtên Tirkiyê yên li ser Sûriyê, Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ji Şamê derket. 1998, 12'ê Mijdar - Hatina Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ya Italya yê û meşa Kurdan ya ber bi Romayê ve. 1998, 17'ê Êlûn - Peymana Washington kû bi hewldanên Amerîka di navbera Barzani ve Talabani de pêk hat. 1999, 15'ê Sibat - Serokê PKK ê Abdullah Öcalan radestî (teslîmî) Tirkiyê kirin. 1999, Hezîran - Kongra Netewî ya Kurdistan KNK hate damezrandin. 1999, Tîrmeh - Biryara PKK ê ya agirbesta yek alî û dem ne diyar. Ji 2000 şûnda 2000, 21'ê adarê - Li Amedê 300.000 kes Newroz pîroz kir. 2000, Êlûn - Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadiyê ya Kurdistan ya 8 an, bi beşdariya 150.000 kesî li bajarê Koln li Elmanya li dar ket. 2001, Nisan - PKK ê li hemî cîhanê kampanya "Ez PKK yî me" da dest pê kirin. 2001, Gulan - KON-KURD ê li Ewropa kampanya "NASNAMA MIN RÛMETA MIN E" da dest pê kirin. 2001, 1'ê Êlûn - Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadiyê ya Kurdistan ya 9 an bi şîara "NASNAMA MIN RÛMETA MIN E" hate pîroz kirin. 2003 Sermawez - KADEK hat fesih kirin, Kongra-Gel hat damezrandin. Kronolojîya dîroka modern ya Kurdistanê Li 22 nîsana 1898ê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan rojnameya Kurdistan (rojname) hate weşandin. Heta 1902yê vê rojnameyê jiyana xwe berdewam kir. Tîrmeha 1908ê de li Stenbolê şoreşa Jon-Tirkan (Îtihad û Teraqî) çêbû. Gelek rewşnbîrên kurd jî di nav jon-tirkan de bûn. Li dîjî vê şoreşê, dij-şoreş pêkhat. Di encamê de Jon-tirkan hemî kurd û kesên din yên li nav Îtîhad û Terakîyê de tasfîye kirin. Polîtîkayên tirkkirinê destpê kirin. Piştî şoreşa jon tirkan, cemîyeteke bi navê Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd hate ava kirin. Her wisa wek Cemîyeta Neteweyî ya Kurdan jî tê nasîn. Avakerên vê cemîyetê Emîn Alî Bedirxan, Mihemed Şerîf Paşa, Seyîd Ebdulqadir û Zilkûf Paşayê Zava bûn. Di eynî salê de Jon tirkan rê li ber van cemîyetan girt û cezaya mirina da van kesan. Di encamê de Emîn Alî Bedîrxan û Mihemed Şerîf Paşa revîn çûn Ewropayê. Li sala 1909ê de jî cemîyet hate girtin Kurê Emîn Alî Bedîrxan, Sureya Bedirxan vedigere welat û rojnameya Kurdistanê derdixe. Bila bi rojnameya Mixdad Bedîrxan ya li Misirê derxistî neyê tevlîhev kirin. Piştî şoreşê her wisa li sala 1908 cemîyeta Cemîyeta Neşrî Meerîf ya Kurd hatibû vekirin. Ew jî li sala 1909ê hate girtin ji aliyê Jon tirkan ve. Li sala 1908ê piştî şoreşê ji aliyê Ebdulrehman Bedirxan ve dibistaneke kurdî hate vekirin ku kurdên Stenbolê li vir fêrî xwendinê bikin. Ev dibistan jî li sala 1909ê ji aliyê Jon-Tirkan ve hate girtin. Li sala 1910ê de ji aliyê xwendekarên kurd rêxistina Hêvî (rêxistin) hate ava kirin. Avakerên vê rêxistinê; Fûad Temo, Xelîl Koyaliyê Mutkiyê, Emer û Qedrî ji malbata Cemîlpaşazadeyan, Zekî Begê Diyarbekirî. Heta kemalîstan Stenbol standî jî dewam kir. Yanî heta sala 1923yê. Her wisa bi navê Rojî Kurd (kovar) kovarek derxist. Sureya Bedirxan piştî Agirbesta Mondrosê li Misirê komîteyek bi navê Komîteya Serxwebûna Kurdistanê ava kir. Pişti agirbesta Mondrosê li Stenbolê jî Cemiyeta Tealiya Kurd hate ava kirin. Di vê cemîyetê de gelek rewşenbîr û zanayên kurd hebûn. Li sala 1908ê de li Silêmanî Şêx Seîdê Berxencî li dijî Jontirkan serhildanek da destpê kirin. Heta şerê cîhanê yê yekem dewam kir. Li sala 1909ê de serokeşîrê Eşîrên Millî her wisa serleşkerê Lîwaya Hemîdiye, Îbrahîm Paşayê Mîllî li ser navê Siltanê Osmanî ku Jontirkan ji text anîbû xwar, dest danî ser Şamê lê zêde dewam nekir. Paşî vegerî Wêranşar. Eşîra Şemmar bi alikariya Jontirkan li gel hêzên Îbrahîm Paşa şer kir û di şer de mirî. Li herêma Barzan, bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tiyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike lê rêya wî tê girtin û ji aliyê hindek kesên Şikakî ve tê girtin û teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin. Li sala 1913ê li Bedlîsê ji aliyê zanayên dîndarên herêmê serhildanek hate destpê kirin. Di encamê de Şêx Salîm revî konsolxaneya Rûsan lê tirkan ew girt û darve kir. Di gelawêja 1920ê de hevpeymana Sevrê hate destnîşan kirin. Di vê peymanê de biryar hate dayîn ku Kurdistana serbixwe were ava kirin. Li sala 1927ê de Xoybûn hate damezrandin. Xebatên Xoybûnê heta şerê cîhanî yê duyem destpê kir. Di serhildana Agiriyê de jî rolek mezin lîst Li sal 1930ê de bi rêberiya Elî İhsan Paşa li çiyayê Agiriyê dewleta Kurdistanê tê ava kirin. Li sala 1937ê de li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza serhildan dijî dewleta tirkan hate destpê kirin. Li sala 1943yê de li Qelqela Wanê 33 kurdên bêçek ji aliyê dewleta tirk ve hatin gule kirin. Hemû kuştin. Binêre Lîsteya Serhildanên Kurdan Girêdanên derve http://user.tninet.se/~chq945d/kurdistan/bajar/kromoloj.htm Kronolojî Çavkanî Kronolojiya
23
https://ku.wikipedia.org/wiki/Klas%C3%AEk%C3%AAn%20kurd%C3%AE
Klasîkên kurdî
{{Ev rupel ninav hevdû nexin Klasîkên kurmancî}} Anjî dibê gerek bibin yek Meqeleya "Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan di kovara "Hawar"ê de. Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya "klasîk"ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û şikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paş xwe ve çi eser hiştine ? Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiştek ne maye. Piştî islamiyetê ji nav kurdan gelek şahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî şahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî û Nefî her du jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne. Digel vê hindê ev çend eserên ko pêşiyan ji me re hiştine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêşîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaştiye dereca folklora me. Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îşê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin. Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê. Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiştên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji şêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bazîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bazîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.] Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her şahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de şaş e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiştine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e« . Eliyê Herîrî Melayê Cizîrî Feqiyê Teyran Melayê Bate Axayê Bêdarî Ehmedê Xanî Ehmedê Nalbend Îsmaîlê Bazîdî Şerefxan Miradxan Siyehpûş Axayok Mewlana Xalidê Kurdî Mela Yehyayê Mizûrî Mele Xelîlê Sêrtî Hecî Fetahê Hezroyî Şêx Ebdurehmanê Taxî Nalî Şêx Riza Hecî Qadirê Koyî Şêx Nûredîn Birîfkanî Şêx Muhemmed Can Şêx Evdirehmanê Axtepî Şêx Eskerî Şêx Hesenê Nûranî Muhemmedê Kerbelayî Eliyê Teremaxî Mele Yûnisê Erqetînî Melayê Erwasî Çavkanî Wêje
24
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kit%C3%AAbeke%20Hisab%C3%AE
Kitêbeke Hisabî
Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan: Vê paşiyê kitêbeke kiçik ketiye destên min, Kitêbeke mewzûn. Tê de qala hisabî kirine. Ev in çend beytên wê: Neh caran neh bi xwe hesêb ke biltemam Heştê û yek in, tu bizan ya ez xulam. Heşt caran çar çend in eya şîrînbira Ew sih û dû ne herçî zêde ji te re. Heft caran pênc çend in eya tiflê piçûk Ew sih û pênc in da ko pê nebî xudûk. Şeş caran sê çend in eya sahib meqal Ew deh û heşt in tu bizan ya pîrê kal. Pênc caran pênc çend in ey mêrê çak Ew bîst û pênc in tu bizan ey canê çak. Çar caran heft çend in tu bêje vê demê Ew bîst û heşt in da tu hilnegrî xemê. Sê caran neh bo te beyan kim ya delal Ew bîst û heft in tu bizane ya heval. Du caran çar çend in min bo te kirye xet Ew heşt temam in der vê nezma pir xelet. Êk caran êk êk e bizan ya nasiha Bo feqîrê koyî bêjin fatiha. Di dawiya vê kitêbokê de bi erebî şerhek heye. Li gora vê şerhê xwedî kitêba xwe di sala 1345ê romî de nezim kiriye; berî hevdeh salan. Gelo li kû derê? Li Tirkiyê, Iraqê an Sûriyê? Klasîkên kurdî Pirtûk
26
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kongreya%20Gel%C3%AA%20Kurdistan%C3%AA
Kongreya Gelê Kurdistanê
Kongreya Gelê Kurdistanê, bi kurtasî Kongra-Gel, di sermawezê 2003'an de di kongreya xwe ya damezrandinê de li çiyayên Qendîl hat avakirin. Kongra-Gel piştî belavkirina KADEK'ê hat afirandin. Kongra-Gel rêxistinek ji kevneşopa PKK'ê ye. Kongra-Gel parlamenta Koma Civakên Kurdistanê e. Wek serokê Kongreya Gelê Kurdistanê Zübeyir Aydar hat hilbijartin. Lijneyên giştî 1.: 27.10-6.11.2003 (Civîna damezrandinê) 2.: 16.-26.4. 2004 (awarte) 3.: 4.-21.05.2005 4.: 17.-22.04.2006 (awayî) 5.: 16.-22.05.2007 (awayî) Di 5’emîn Lijneya Giştî ya Kongra-Gel ku di 16 û 22’yê gulanê de li qadên gerîla pêk hat navê Koma Komalên Kurdistanê (KKK) hat guhartin, bû Koma Civakên Kurdistanê (KCK). Binêre Bernameya Kongra-Gel Girêdanên derve Kongra-Gel Kurdish Info Rêxistin Kongre
27
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kurd
Kurd
Kurd neteweyeke îranî ye û yek ji komên etnîkî yên dîrokî ya Rojhilata Navîn e. Kurd bi piranî li ser axa Kurdistanê dijîn ku piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî welatê wan (Kurdistan) ji aliyê dewletên nû wekî Tirkiye, Sûrî, Iraq û Îranê ve hatiye parçekirin û hatiye parvekirin. Li derveyî Kurdistanê kurd li Anatolyaya Navîn, Xorasan û Qefqasyayê jî dijîn, herwiha diyasporayeke kurdan a mezin li welatên ewropî hene. Kurd bi zimanê kurdî ku di malbata zimanî ya hind û ewropî de ye xeber didin. Nifûsa kurdan li gorî texmînên 2015an û 2017an di navbera 30–40 milyon e. Mezintirîn nifûsa kurd (14-21 milyon kes) li Tirkiyeyê ye. Piraniya kurdan misilman in, kurdên ku bi hewramanî, kurmancî û soranî xeber didin bi piraniya xwe sunî ne û ji mezheba şafiî ne. Li herêmên Kirmaşan, Luristan û Hamedan ên Başûrê Kurdistanê kurdên şia jî hene ku bi kelhûrî an jî feylî xeber didin. Kurdên elewî li Bakurê Kurdistanê, li herêmên Dêrsim, Mereş, Meledî, Erzingan, Sêwasê hwd dijîn. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem hêzên hevalbend ên rojavayî bi ser ketin û di Peymana Sevrê ya 1920an de ji bo avakirina dewleteke kurdî şert dan. Lêbelê, bi Peymana Lozanê sînorên Tirkiyeya îro hatine danîn û ev soz piştî sê salan hatiye şikandin. Di encamê de li dewletên ku li ser perçeyên Kurdistanê hatine damezirandin kurd mane bê statû. Dîroka nêzîk a kurdan gelek komkujî, serhildan û pevçûnên çekdarî yên hîn jî li çar aliyê Kurdistanê berdewam in dîtin. Kurd li Iraq û Sûriyê xwediyê herêmên otonom in, pê re hereketên kurdan li seranserê Kurdistanê ji bo mafên çandî, otonomî û serxwebûnê têdikoşin. Etîmolojî Jêdera navê Kurd bi temamî ne diyar e. Toponîma bingehîn bi asûrî wekî Qardu û bi sûmerî wekî Kar-da di serdema bronzî ya navîn de hatiye qeydkirin. Peyva Qardû ya asûrî behsa devereke li jorî Dîcleyê dike, û tê texmînkirin ku Qardû bi şêweyekî xerab di erebiya klasîk de bûye Ǧûdî, û wek Cûdî dîsa ketiye kurdî jî. Nav di toponîma Corduene de dîsa tê bikaranîn. Ksenofon vî navî ji bo eşîra ku li dijî vekişîna Deh Hezaran ji nav çiyayên bakurê Mezopotamyayê re di sedsala 4an b.z. de rabûye bi kar tîne. Lêbelê nêrînên mixalif jî hene ku dibêjin navê kurd ji Qardu û Corduene nayê, lê ji Kîrtî (Cyrtaei) tê. Bêyî guhdana rehên wê yên mihtemel di toponîmiya kevnar de, dibe ku etnonîma Kurd ji têgiheke farisiya navîn a kwrt- be. Ev têgih wekî navdêreke giştî ji bo "koçer" an jî "niştecihên konan" dihat bikaranîn û bi vî awayî dikare ji bo hemî grubên îranî bi jiyaneke wisa jî were bikaranîn. Piştî fethkirina misilmanan a Îranê, ev têgih bûye etnonîmekê. Şerefxanê Bidlîsî di sedsala 16an de dibêje ku çar parçeyên "kurd" hene: kurmanc, lûr, kelhûr û goran, ku her yek ji wan bi zaravayekî cuda diaxivin. Paul Ludwig nîşan dike ku bikaranîna têgiha Kurd ji aliyê Bidlîsî ve di sedsala 16an de, bêyî guhdana ferqê zimannasiyê, dibe ku nasnameyeke etnîkî ya "kurd" a destpêkî be ku kurmanc, kelhûr û goran dike yek. Ziman Zimanê kurdan, komziman in ku gelek ziman an jî zarava tên axiftin. Kurdî ji şêwezarên sereke yên kurmancî, soranî, kurdiya başûrî, zazakî û goranî pêk tê. Roja îro Kurd xwedî alavên ragihandinê ye, bi taybetî li herêma Kurdistana Iraqa Federal; televîzyon, radyo, înternet, pirtûk, rojname û kovarên kurdî gelek hene. Li Başûrê Kurdistanê jî kurdî bûye zimanê dibistanan. Dîrok Li gorî hin pispor û dîroknasan, kurd bi Med û mediyan ve girêdayî ne, lê bi temamî ne eşkere ye. Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêşxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine. Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze piştî îslamiyetê bandora ereban û dewletên wan ji holê rabûne û têk çûne. Serdema antîk Li tableteke kîl a sumerî ji hezarsala 3em qala "Axa Karda" hatiye kirin. Li vê axê "mirovên Su" yên li herêmên başûrê Gola Wanê rûniştîbûn dijîn. Têkîliyeke zimannasiyê di navbera "kurd" û "karda" de ne diyar e Lêbelê tê fikirîn ku eleqayek di navbera wan de mimkûn e. Tabletên din ên kîl bi sumerî gelên di axa karda de jiyane wek Qarduçî û Qurtî bi nav kirine. Ji aliyê etîmolojiyê ve têkîliya peyva Karda/Qardu bi têgiha Urartûyê ya bi suryankî û bi têgiha Araratê ya bi îbranî re heye. Tên gumankirin Qartî an Qartas yên ku di çiyayên bakurê Mezopotamyayê de niştecîh bûn bi îhtîmalekê pêşiyên kurdan in. Akadî di dawiya hezarsala 3em de ji aliyê koçberên herêma Qartas ve hatine erîşkirin û ew wek Gutî bi nav kirine. Wan di 2150an de Mezopotamya feth kiriye û bi 21 mîran re hikûm kiriye heta Utu-hengel mîrê sumeriyan ew têk birin. Li gorî gelek kurdan, pêşiyên wan ji medan, xelkeke îranî ya kevn, hatiye û herwiha salnameyeke ku digihîje sala 612an (di vê salê de paytexta asûran a Nînewayê ji aliyê medan ve hatiye fethkirin) ji aliye kurdan ve tê bikaranîn. Îdiaya esla kurdan a ji medan di merşa wan de jî derbas dibe: "Em xortên Med û Keyxesrew in" Lêbelê, rohilatnasê îngilîz David Neil MacKenzie û dîroknasê ermenî Garnik Asatrian li dijî têkîliya zimanê medî û kurdî derdikevin. Ji aliyê din ve kurdî wekî zimanê medî şaxeke zimanên îranî yên bakurê rojavayê pêk tîne. Hin lêkolîner kardoxên serbixwe wek pêşiyên kurdan difikirin, ên din jî kîrtiyan çêtir digirin. Lêbelê, rastî têgiha kurd herî pêşîn di sedsala 7an de di çavkaniyên erebî de tên. Destanên wek Şahname û Karnameya Erdeşêrê Babekan ên bi pehlewî, pirtûkên ji dema ewîliya îslamê, û çavkaniyên din ên îslamê nimûneyên pêşîn ên navê kurd didin. Di Karnameya Erdeşêrê Babekan de (nesîreke kurt a bi farsiya navîn) hatiye vegotin ku li dema Împeratoriya Sasaniyan Erdeşîrê Yekê li dijî kurdan û seroka wan Madîgî, şer kiriye. Tevî ku di destpêkê de têk çûye jî, Erdeşîrê Yekê di serîtewandina kurdan de bi ser ketiye. Di nameyeke Erdeşîrê Yekê ji dijminê xwe yê Erdevan V ku di heman berhemê de tê vegotin stendibû de ew jî wek kurdekî hatiye nîşandan. {{quote| <poem> Te qasê tu nikarî bicû gez kiriye, û te mirina xwe di destê xwe afirandiye, Hey kurê kurdan, di kona kurdan de hatiye mezinkirin, Kê destûr da te wê tacê deynî ser serê xwe.</poem> }} Esla kurdan a etnîkî curbicur in. Di vê demê de bikaranîna têgiha kurd bi îhtimaleke gelek mezin têgiheke civakî bû ku ji dêla komeke etnîk a eşkere ji bo koçberên îraniya bakurê rojava dihat bikaranîn. Herwiha di 360an de mîrê sasaniyan Şepûrê Duyem ji bo fethkirina bajarê Bezabdeyê (Cizîra îro) êrişî parêzgeha Romê ya Zawdexê kiriye. Bajar hatibû xurtkirin û ji aliyê sê lejyonan û gelek tîrvanên kurd ve hatibû parastin. Piştî dorpêçeke dirêj û dijwar, Şepûrê Duyem dîwar hilweşandine, bajar feth kiriye û hemû parêzvanên wî qetil kirine. Dûre wî, vî bajarê stratejîk tamîr kiriye, leşkerên xwe yên çêtirîn di bajêr de bi cih kirine. Îhtimal e ku Qadishaye, yên ji aliyê Kawadê Yekê ve di Singarayê de hatine bicihkirin, kurd bûn û wan Ebdelmesîh şêhîd perestibû. Qadishaye li dijî sasaniyan serî hilda û hemû axên farisan talan kirin. Dûre ew bi ereb û ermeniyan re beşdarî şerê sasaniyan li dijî Bîzansê bûn. Nivîseke nivîskarekî meçhûl a ji sedsala 7an jî heye ku di derheqê Mar Qardax, şehîdê xiristiyanan, de hatiye nivîsîn. Mar Qardax di sedsala 4an de di dema serdestiya Şepûrê Duyem de jiyabû, û tê gotin ku ew rastî Mar Ebdişoyê metran û şêhîd hatiye. Piştî lêpirsîna Mar Qardax û leşkerên wî di derheqê eslê Ebdişoyî de, wî gotiye dê û bavên xwe di rastiya xwe de ji gundê asûran ê bi navê Hazzayê ne lê ew hatine biderkirin, û piştre li Tamanonê, gundekî li axa kurdan ê ku tê terîfkirin li derdora Çiyayê Cûdiyê ye, niştecih bûn. Serdema navîn Çavkaniyên suryanî yên ewil ji bo kurdan Hurdanaye, Kurdanaye, Kurdaye bi kar anîne. Li gorî Mîxaîlê Mezin, hurdanaye ji erebên tayaye veqetiyabû û hewara xwe bir bo Theofîlusî, împeratorê Bîzansê. Ew herwiha qala leşkerên parsî yên ku li hêrema Qardu li dijî Musayî, serokê hurdanayeyan, di sala 841ê de şer kiribû dike. Li gorî Bar Hebreausî, mîrekî kurdanayeyan hebû û wî di sala 829an de li dijî ereban serî hilda. Mîxaîlê Mezin ew wek pagan, mirîdên mehdî û pisporên magî hesibandin. Mehdiyê wan xwe wek Îsa û Rihê pîroz bi nav kiriye. Di destpêka Serdema navîn de kurd di çavkaniyên erebî de bi awayekî belawela xuya dikin, û ev têgih hingê jî ji bo xelkekî taybet nedihat bikaranîn; şûna wê, wê têgihê nişanî eşîrên koçer ên îraniyên rojavayî dida, ku ev eşîr ji parsan cûda bû. Lê dîsa jî di Serdema navîn a bilind de nasnameya kurdan a etnikî her ku diçû dihat holê. Digel ku têgih bi awayekî civakî jî dihat bikaranîn, mirov dikare delîlên eşkere yên nasname û hevkariya kurdan a etnikî di nivîsên ji sedsala 12 û 13an de bibîne. Ji sedsala 11an û pê ve têgiha kurd bi eşkereyî wekî etnonîm tê diyarkirin û hevwatetiya wê bi kategoriya etnografîk a koçber re nîne. Teberiyî nivîsiye ku di sala 639an de Hormuzanî, generalekî sasaniyan ê ji malbateke mîrzade, li dijî dagirkerên îslamê li Xûzistanê şer kiriye, û bang li kurdan kiribû ku di wî şerî de alîkariya wî bikin. Lêbelê, ew têk çûne û ketine bin serweriya îslamê. Di sala 838an de serokekî kurd ê li Mûsilê, bi navê Mîr Ceferî, li dijî xîlafeta El-Mutasimî serî hilda, yê ku li dijî serhildanê fermandarê Îtex şandiye. Îtex di vî şerî de bi ser ket û piraniya kurdan îdam kirin.K. A. Brook. (2009). The Jews of Khazaria. Maryland: Rowman and Littlefield Publishers Inc., p. 184. Li dawiyê ereban herêmên kurdan feth kirine û hêdî hêdî piraniya kurdan anîne îslamê, û pir caran kurd di nav leşkerên xwe de bi cih kirine, yek ji wan jî Hemdaniyan in, ku endamên malbata wan ên mîrzade bi gelemperî bi kurdan re zewicîne.Kennedy (2004), pp. 266, 269. Di sala 934an de xanedana Deylamiyan a biweyhî hatiye damezrandin, û paşê jî wan piraniya Îran û Iraqa îroyîn feth kirine. Di dema serweriya vê xanedanê de Bedr ibn Hasanwaih, serokeşîr û serwerê kurd, xwe wekî yek ji giringtirîn emîrên wê demê da qebûlkirin. Di sedsalên 10-12an de çend serwerî û xanedanên kurdan hatine damezrandin, ku li Kurdistanê û deverên cîran hikûm kirine: Şedadî (951–1174) li hin deverên Ermenistan û Arrana îroyîn hikûm kiriye. Rewadî (955-1221) li hin deverên Azerbaycanê hikûm kiriye. Heseneweyhî (959–1015) li rojavayê Îranê û Mezopotamyaya jorîn hikûm kiriye. Merwanî (990–1096) li rojhilatê Anatolyayê hikûm kiriye. Enazî (990-1117) li rojavayê Îranê û Mezopotamyaya jorîn (ya paşî Heseneweyhî hatiye) hikûm kiriye. Hezarhespî (1148–1424) li başûrê rojavayê yê Îranê hikûm kiriye. Dewleta Eyûbiyan (1171-1341) li Misr, Sûriye, Mezopotamyayê jorîn û parçeyên din ên başûrê rojhilatê Anatolyayê û li Nîvgirava Erebistanê hikûm kiriye. Ji ber dagirkeriya tirkan a Anatolyayê di sedsala 11an de xanedanên kurd hilweşiyane û beşdarî xanedana selcûqiyan bûne. Piştî vê demê kurd di nav artêşên Zengiyan de gelek cih girtine. Piştî Zengiyan, bi rêveberiya Selahedînî Dewleta Eyûbiyan di sala 1171ê de hatiye damezrandin. Selahedînî ji bo fethkirina Qudisê ji destê xaçperestan di Şerê Hetînê de serokatiya misilmanan kiriye; herwiha gelek caran li dijî Heşhaşiyan jî şer kiriye. Dewleta Eyûbiyan heya sala 1341ê dom kiriye û di dagirkirina mongoliyan de têk çûye. Serdema sefewiyan Xanedana Sefewiyan, a ku di sala 1501ê de hatiye damezrandin, axên kurdan jî bi dest xistiye. Bi rastî eslê vê malbatê digihîje kurdekî bi navê Pîroz Şah Zêrînkuleh, esilzadeyekî ku di sedsala 11an de ji Kurdistanê bar kiriye Erdebîlê.Barry D. Wood, The Tarikh-i Jahanara in the Chester Beatty Library: an illustrated manuscript of the "Anonymous Histories of Shah Isma'il", Islamic Gallery Project, Asian Department Victoria & Albert Museum London, Routledge, Volume 37, Number 1 / March 2004, Pp: 89 - 107. Şerê Çaldiranê, ku di sala 1514an de li Parêzgeha Azerbaycana rojava ya Îranê bi dawî bûye, destpêka Şerên Osmanî-Farisî yên di navbera Sefewiya Îranê (û xanedanên Îranê yên peyhatî) û Osmaniyan de bûye. Ji bo 300 salên bê, piraniya kurdan xwe li heremên ku di dema Şerên Osmanî-Farisî de di navbera Osmanî û Îranê de gelek caran hatine dest guherandin dijîn dît. Şahê Sefewiyan Îsmaîl I (s. 1501-1524) serhildaneke êzîdiyan a ku ji sala 1506an heta 1510an dom kiriye, dawî anî. Piştî sedsalekê Şerê Dimdimê çêbû, ku Şahê Sefewiyan Ebas I (s. 1588-1629) serhildana ku bi serokê kurd Emîrxan Lepzerîn ve hatiye serokatîkirin bi serfirazî dawî aniye. Piştre gelek kurd hatine sirgûnkirin Xorasanê, ne tenê ji bo qelskirina kurdan, lê di heman demê de jî ji bo parastina sînorê rojhilatê ji dagirkirina eşîrên afganî û tirkmen. Xelkên din ên wek ermenî, gurcî û çerkez jî bi darê zorê ji aliyê Ebas I û xelefên wî ve hatine sirgûnkirin. Kurdên Xorasanê, ku hêjmara wan nêzîkê 700.000 in, hîn jî zaravayê kurdiya kurmancî bi kar tînin. Çend kurdên esilzade xizmeta Sefewiyan kiriye û di nav wan de hatine asteke baş, yek ji wan jî Şêx Elîxanê Zengenê ye, ku ji sala 1669an heta 1689an wek wezîrê mezin ê şah Suleyman I (s. 1666–1694) xebitiye. Ji ber hewldanên wî yên ji bo reformkirina aboriya Îranê, di dîroknivîsiya modern de jê re "Sefewî Emîr Kebîr" tê gotin. Herwiha kurê wî, Şahqulîxanê Zengenê jî ji sala 1707an heta 1716an wek wezîrê mezin xizmet kiriye. Siyasetmedarekî kurd ê din, Genc Elîxan, hevalekî nêzîk ê Ebas I bû, û di parêzgehên têvel de walîtî kiriye û ji bo xizmeta wî ya dilsoz dihat zanîn. Serdema zend Piştî hilweşîna Sefewiyan, Îran ketiye bin destê Împeratoriya Efşarî ku di dema xwe ya zêrîn de ji aliyê Nadir Şah ve hatiye hikûmkirin. Piştî mirina Nadîr Şah, Îran ketiye nav şerekî navxweyî, gelek serok hewl dane ku desthilata wî welatî bigirin. Di dawiyê de Kerîmxanê Zend, generalekî lekî yê eşîra Zend, desthilatê bi dest xistiye. Hingê di serdema Kerîmxanî de welat dewlemend bûye; huner pêş ve çûye, û têkiliyên navneteweyî jî hatine xurtkirin. Kerîmxan wekî serokekî ku bi xelkê xwe re eleqedar bûye hatiye vegotin û sernavê Wekilê Xelkê lê hatiye kirin. Piştî Şerê Osmanî-Îranî (1775-76) Kerîmxan karibûye ji bo çend salan desthilatê Besreyê di Iraqa Osmaniyan de bigire.Dionisius A. Agius, In the Wake of the Dhow: The Arabian Gulf and Oman, (Ithaca Press, 2010), 15. Serdema osmaniyan Piştî ku Sultan Selîmê Yekê di Şerê Çaldiranê ya 1514an de Şah Îsmaîlî têk bir û Ermenistana Rojava û Kurdistanê îlheq kirin, îdarekirina deverên fetihkirî sparte dîroknasê kurd Îdrîsê Bidlîsî. Wî ev dever li sancaqan dabeş kir, û bêyî ku midaxeleyî prensîba werasetê bike, serokeşîran wek walî tayîn kirin. Wî axên di navbera Erzîrom û Êrîvanê de yên ku ji derbasbûna Tîmûrî ve wêran mabû, bi kurdên Hekarî û Botanê bi cih kir. Ji Peymana Amasyayê heta nîvê yekem ê sedsala 19an, gelek caran osmanî û xanedanên îranî (sefewî, efşarî, qacarî) yên cîran ji bo çend deverên axa kurdan şer kir. Di destpêka sedsala 19an de siyaseta navendîparêziyê ya osmaniyan kêmkirina desthilatdariya mîrektiyan armanc kir, ku rasterast tesîr li mîrên kurdan kir. Piştî ku di sala 1847an de li dijî osmaniyan ji bo parastina pêkhateyên heyî yên mîrektiyên kurdan serhildanek da destpêkirin, Bedirxan Beg mîrê dawîn ê Mîrektiya Cizîra Botan bû. Her çend serhildana wî weke serhildaneke neteweperestî neyê binavkirin jî, zarokên wî di sedsala pêş de di derketin û pêşvebirina neteweperweriya kurdî de roleke giring lîstin. Yekem tevgera neteweperweriyê ya kurdî ya modern di sala 1880an de bi serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, ku serokê malbateke bihêz a Şemdînanê bû, derket holê. Şêx Ubeydullah daxwaza otonomiya siyasî yan jî serxwebûna kurdan a temamî û herwiha naskirina dewleta Kurdistanê bêyî mixadeleyên Tirkiye yan otorîteyên farisî dikir. Serhildana li dijî Îrana qacarî û Împeratoriya Osmanî di dawiyê de ji aliyê osmaniyan ve hatiye tepisandin û Şêx Ubeydullah tevî navdarên din sirgûnî Stembolê kirin. Neteweperweriya kurd a sedsala 20an Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem bi hilweşandina Împeratoriya Osmanî, ya ku bi riya serkutkirina tevgerên kurdan ên serxwebûnê, di dîrokê de bi awayekî serketî kurd entegre kiribû (lê asîmîle nekiribû), neteweperweriya kurd derket holê. Serhildan car bi car çêdibûn lê tenê piştî serhildana Şêx Ubeydullahî di sala 1880an de kurdan daxwazên neteweyî kirin. Siltanê Osmanî Ebdulhemîdê Duyem () bi kampanyayeke entegrasyonê bersiv da, ku bi teklîfên meqemên biprestîj di hikûmeta xwe de ji bo bihêzkirina desthilatdariya osmanî mixalîfên kurd ên navdar wezîfedar kirin. Dema dilsoziya Alayên Hemîdiyeyê yên kurd di Şerê Cîhanî yê Yekem de li ber çavan tên girtin, xuya ye ku stratejiya Ebdûlhemîdî serketî bû. Tevgera neteweperwer a kurd a ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û dawiya Împeratoriya Osmanî di sala 1922an de derket holê, bi giranî bertek nîşanî li hember guherînên di komara nû ya Tirkiyeyê de da. Di serî de li hember laîkbûna radîkal, navendîkirina desthilatdariyê, û neteweperweriya tirk a berbelav. Serokê nexweşxaneyeke mîsyoneran li Rihayê Jakob Künzler paqijkirina etnîkî ya mezin a hem ermenî û hem jî kurdan ji aliyê Jon tirkan ve belge kir. Li ser sirgûnkirina kurdên Erzîrom û Bidlîsê di zivistana sala 1916an de gelek agahî daye. Digotin kurd dê bibin insûrên kavilker û dê di şer de aliyê Rûsyayê bigirin. Ji bo jiholêrakirina vê metirsiyê, Jon tirkan ji herêmên Djabachdjur, Palu, Mûş, Erzirom û Bedlîsê dest bi sirgûneke mezin a kurdan kirin. Jon tirkan mecbûr kir ku nêzîkî 300.000 kurd berê xwe bidin Rihayê li başûr û piştre ji wir jî ber bi Eynteb û Mereşê li rojaveyê. Di havîna 1917an de kurd hatin koçkirin Qonyeyê li Anatolyaya Navîn. Bi saya van tedbîran, serokên Jon tirkan dixwestin ku bi sirgûnkirina kurdan ji axa bav û kalên wan û bi belavkirina wan di nav parçeyên biçûk ên civakên sirgûnî de têsîra siyasî ya kurdan qels bikin. Heta dawiya Şerê Cîhanî yê Yekem, bi qasî 700.000 Kurd bi darê zorê hatin sirgûnkirin û hema hema nîvê sirgûnan mirin. Çand û huner Zargotin û Mîtolojî Kurd xwedî kevneşopiyeke zargotinê ya dewlemend in, ku heta van demên dawiyê bi piranî bi axaftin an jî kilaman ji nifşekê derbasî yê din bûye. Her çend e ku hin çîrokên nivîskarên kurd li seranserê Kurdistanê baş dihat zanîn; piraniya çîrokên hatine vegotin tenê di sedsala 20an û 21ê de hatine nivîsîn. Tê bawerkirin piraniya wan ji sedsalan gihiştine heta îro. Armanc û şêwaza wan curbicur in, di nav zargotina kurdan de mirov dikare çîrokên di derbarê xweza, heywanên antropomorfîk, evîn, lehengên baş û yên xirab, afirandiyên mîtolojîk û jiyana rojane de bibîne. Mirov dikare di çandên din de jî hin ji van lehengên mîtolojîk mîna Sîmir, Şahmaran û Kawayê Hesinkar bibîne, nexasim di mîtolojiya îranî de. Herwiha hin çîrok tenê li ser şahiyê ye, û hinên din jî li ser perwerde û dîn in. Dibe ku hêmana herî tê dubarekirin rovî be, ew bi fêlbazî û jîrîtiya xwe bi ser hemû cureyên kêm hişmend dikeve, her wiha bi gelemperî di dawiyê de têk diçe. Mijareke din a gelemper di zargotina kurdan de jî eslê eşîran e. Çîrokbêj li pêşberî temaşevanên ku carinan bi tevahiya gundekî pêk tê, çîrokên xwe pêşkêş dikin. Mirovên ji derveyî herêmê ji bo guhdarîkirina çîrokan rêwîtiyê dikin û çîrokbêj bixwe diçin gundên din da ku çîrokên xwe belav bikin. Ev çîrok bi taybetî di zivistanê de geş dibin ji ber ku bi evarî mirov di hindurê malê de dimînin û peydakirina şahiyê hingê dijwar e. Ev çîrok bi komên kurd ên heterojen re li hev tên û digel ku hin çîrok û hêman bi gelemperî li seranserê Kurdistanê tên dîtin, yên din jî xweserî herêmekê ne û girêdayî bi herêm, dîn û zaravaya xwe ve ne. Dibe ku nimûneya vê ya herî baş cihûyên kurd ên Zaxoyê bin; li hemberî çîrokbêjên wan ên jêhatî li hemû deveran ji ber kevneşopiyeke devkî ya bêhempa rêz tê girtin. Nimûneyên din jî mîtolojiya êzîdiyan, û çîrokên kurdên Dêrsimê ne, ku di bin bandora ermeniyan de mane. Piştî derbeya leşkerî ya 1980an li Tirkiyeyê di dema qedexekirina zimanê kurdî de dengê dengbêj û çîrokbêjan hatiye birîn, û gelek çîrok ketine talûkeya tinnebûnê. Di sala 1991ê de qedexeya zimên hatiye rakirin, lê dîsa jî çîrokbêjiya kevneşopî tesîreke neyînî ji gelek televîzyon û radyoyan girtiye. Lêbelê, hin nivîskaran di parastina van çîrokan de gavên mezin avêtine. Deq Herçend îslama sunnî destûra deqên mayinde nede jî, xemilandina laşên bi deqan di nav kurdan de berbelav e ji ber vê hindê tê texmînkirin van deqên kevneşopî ji demên berî îslamê mane. Hibira deqan bi tevlîkirina şîrê jineke nû keçik aniye, kezeba heywanan, tenî û hin tiştên din tê çekirin. Deq li ser çerm bi bikaranîna derziyan tê nexşandin û binê çerm tê qulkirin. Mane û armancên deqan curbicur in, nimûne; parastina li dijî xirabî an nexweşiyê, nîşana bedewiyê û girêdana eşîrê... Sembolîzma dînî jî di nava deqên kurd ên kevneşopî û modern de berbelav e. Deq ji laşê mêran zêdetir li ser laşê jinan tê dîtin, û bi gelemperî li ser ling, çene, enî û derên laş ên din tê nexşandin. Populerbûna kevneşopiya deqên mayinde di nav nifşên kurdan ên nû de pir kêm bûye. Lêbelê deqên modern zêdetir dibin, û deqên demkî hê jî mîna rêzgiriya çandê di rojên giring (wekî şevê hinnê) de tên lêkirin. Avahîsazî Gundên kurdan ên kevneşopî xwedan xaniyên hêsan in, ji herriyê tê çêkirin. Bi gelemperî, banên malan rast û textîn in. Heke gund li ser çiyayê hatibe avakirin, banê xeniyekî dibe hewşa xaniyê bilindtir. Lêbelê xaniyên bi banên wek kewara mêşan mîna yên li Herranê jî hene. Bi sedsalan gelek avahîsaziyên kurd ên nuwaze bi şêwazên curbicur hatine avakirin. Kurdistan bi nimûneyên avahîsaziyê yên kevnar ji Îran, Roma, Grek û Semîtîk serbilind e, ku yên herî navdar Bêstûn û Taqê Bostan li Kirmaşanê, Textê Silêman li nêzîkê Tekabê, Çiyayê Nemrûdê li nêzî Semsûrê û Kelehên Hewlêr û Amedê ne. Yekem nimûneyên avahîsaziyên kurd ên rastîn, yên ku heta niha gihiştine, di sedsala 11an de hatine avakirin. Nimûneyên herî kevn ji Pira Dehderî ya Merwaniyan li Amedê, Mizgefta Menûçêhr ya Şedadiyan li Aniyê, û Kelha Kurd a li nêzîkê Himsê pêk tên. Di sedsalên 12 û 13an de Dewleta Eyûbî di bandora pêşiyê wan ê Fatimî, û reqîbê wan ê Xaçparêzan de gelek avahî li seranserê Rojhilata Navîn ava kirine û her wiha teknîkên xwe jî pêş ve xistine. Jinên malbata Eyûbî di parastina avahiyên nû de roleke giring girtine. Berhemên herî navdar ên Eyûbî Mizgefta Xelîl el-Rehman, ya ku Gola el-Rehman a li Rihayê dorpêç dike, Kelha Qahîreyê û piraniya beşên Kelha Helebê ne. Beşa giring a din ji mîrasa avahîsaziyê ya kurd bi banê xwe yê konîk a orîjînal herêmê hecê yê ezîdiyan Lalîş e, ku ji dawiya sedsala 12an/destpêka 13an heta niha gihaştiye. Di serdemên li pey de jî, serokên kurd û dewlet û mîrîtiyên wan li dinyayê şopa xwe bi forma mizgeft, kelh û bircan hiştine. Hin ji wan xirab bûne, hinek din jî bi armanca mîrasa kurd a çandî jiholêrakirinê hatine hilweşandin wekî nimûne Birca Belek ya mîrîtiya Botanê ye. Nimûneyên navdar Kela Xoşabê ji sedsala 17an, Kela Şerwanê ya ji destpêka sedsala 18an, û Pira Dêrîn a Elwen li Xaneqînê ji sedsala 19an. Ya herî navdar Qesra Îshaq Paşa li Bazîdê ye, ku ev avahî bi bandorên mezin ji her du kevneşopên mîmariya anatolî û îranî hatiye avakirin. Avakirina Qesrê di sala 1685an de bi serokatiya Çolak Ebdî Paşa, begekî împeratoriya osmanî, dest pê kiribû û avahî di sala 1784an de ji aliyê neviyê wî, Îsheq Paşa ve hatiye xilaskirin.Institut kurde de Paris (2011) 'THE RESTORATION OF ISHAQ PASHA'S PALACE WILL BE COMPLETED IN 2013'. Retrieved 7 July 2013. Bi qasî 100 odeyên di nav de mizgeft, odeyên xwaringehê û zîndanan pêk tê û bi şekirinên hêja hatine xemilandin, ev Qesr xwedî nasnameyekê ye ku yek ji baştirîn nimûneya avahîsaziya serdema osmaniyan û ya Anatolyayê ye. Di salên dawî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend avahiyên dîrokî wek Kela Hewlêrê û Mînareya Mudhafaria nû kiriye. Wêjeya kurdî Pêjgeha kurd Muzîka kurdî Civak û jiyana kurdan Jiyan Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurd berê xwe bidin çandinî û ajeldariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin. Ya ku diyar e, ji ber ajeldariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore û hwd çêkirine. Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mast, rûn û hwd girtine. Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nifşên piştî xwe bi cih hêlane. Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajeldarî hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye. Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtiye xetereyê. Li dijî dijmin, neyar û ajalan şer kiriye. Ji ber van sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye. Her wisa şerker e û di tu şert û mercan de natirse. Piştî ku gelê kurd li deşt û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûniştecih bûye. ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriye. Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê yekê jî fêrî xet û nivîsînê bûye. Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên ariyayî ji bo pêşxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkoşiyaye û kemiliye. Ely Bannister Soane ku yek ji rojhilatnasan e, di geştnameya xwe de dibêje: "Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li deşt û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan yek e. Gelekî cesûr û jêrek in. Zû fêrî ziman, kar û pîşeyan dibin. Gelekî jiax û niştimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kuştin. Kurd gelekî bexşende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. Di nav kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide jiyana xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse,. Jin jî mil bi milê zilaman dixebitin. di cotkirin, ajeldarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil bi milê zilamê xwe dixebite. Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê pîs bibe jî wê dikujin. Keç bi dilê xwe dizewice. Dildarî reşbelek (cergûbez: di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e û hemû ji şahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîşan didin ku kurd diltêr, rûxweş, bi hiş, zana û wêrek in." Eşîr Civaka Kurdan bi giştî jî eşîran pêk tê. Her çend li bajaran eşîrparêzî kêmbûye jî, hîn li gund û bajarên biçûk eşîrparêzî dewam dike. Ji bo ku mirov civaka kurdan baş nas bike, naskirina eşîrên kurd gelek girîng e. Di dîrokê de jî kurd gelek caran ne wek milet, eşîr eşîr şer dikirin. Jixwe ew tesîra eşîrbûnê di dîrokê de heta niha berdewam dike. Wextê ku Kurdistan bûye çar parçe, her eşîrê piştgiriya dewletekê dikir. Di rastiyê de jî ev pêngavên eşîrtî kurd kirin çar parçe. Di bin vê gotarê de em ê eşîrên kurd binasin. Hindek eşîrên sereke; Eşîra Hemawend: Ev eşîr niştecihên navçeya Çemçemalin bi taybetî jî li herêma Bazyan in. Her wisa li Rojhilatê Kurdistanê jî dijîn. Di sedsala 19ê de ev eşîr gelek caran dibû sedema şerê Osmaniyan û Îraniyan. Wî wextî serokê vê eşîrê Ciwanmîr Axa bû. Her wisa wek Cewamîr, Jwamêr jî dihate nasîn. Hêjayî gotinê ye ku Şêx Mehmûd Berzencî li gel vê eşîrê xizmanî kiribû û di gelek şeran de alîkariya Şêx Mehmûd kirine. Dîn Neteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne. Wekî hemû neteweyên din ên ariyayî di şefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê hebûye û ew perestine. Her wiha bi perestina heyv, roj, stêrk, agir, av, ba, birûsk û tiştên bi vî rengî mijûl kirine. Wan di destpêkê de laşên miriyên xwe binax nekirine. Wan laşên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku laşxwir wan bixwin. Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laşê giyaneweran. Lê paşê ev rêbaz ji holê rakirine û laşê miriyên xwe pêçane û li çiyayan di bin axê de veşartine. Kurd û zerdeştîtî Paşê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî bi navê Zerdeşt peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya biparêzin û baweriyê pê bînin. Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl kiriye. Rêz û rêçikên wî bi kar anîne. Kurd û Îslam Piştî ku ola Îslamê li Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne Misilman. Şûn û warê kurdan Ew şûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin Kurdistan. Di pirtûka Dairetûl Mearifail Îslamî de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye başûrê Rojhilat. Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û diçe bakurê Rojava. Dr. Mihemed Muîn dibêje: "Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatiye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e. Xezîneyên wekî av, petrol, sifir (mis), hesin, cîwe (ciwa) zêde tê de heye. Gotina Kurdistan di zimanê selçûqiyan de bi nav û deng bûye. "Hemdulah Mestûfî' ev bajar wekî bajarên Kurdistanê bi êv kirine: Alanî, Elîşter, Behar, Xeftiyan, Derbendî Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Şarezûr, Kengwer, Qirmîsîn, Kirind û Xoşan, Maydeşt, Hersîn û Westam." Niştecihên kurd li parêzgehên Kurdistanê (1985) Malbata kurdan Galerî Mijarên têkildar Newroz Hevexştre Medan Arşakiyan Pehlewan Kardox Kurtiyan Kîrtiyan Loloyan Çevengên kurdan ên neteweyî Lîsteya xanedan û dewletên kurdan Çavkanî Bîbliyografî Sidîq Borekeyî (Sefîzade), Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Tebrîz, 1951. Martin van Bruinessen, Agha, Shaikh and State, London, 1992. Cegerxwîn, Dîroka Kurdistanê, cild 1, Stockholm, 1985. Prof. Katrak, Zimanê Zerdeşt. Tehran, 1966. Chris Kutschera, Le mouvement national kurde, Paris, 1979. Davis McDowall, A Modern History of the Kurds, London-New York, 1996. Vladimir Minorsky, Kürtler, Koral Yayınları, Stenbol, 1992. Basil Nikitin, Les Kurdes: Étude sociologique et historique, Parîs, 1956. (Wergera tirkî: Kürtler. Weşanên Deng, Stenbol 1991). Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxê Meşahîrê Kurd, Tehran, 1952. Elaeddîn Secadî, Mêjûyî Edebî Kurd, Bexda, 1056. Etem Xemgîn, Dîroka Kurdistanê, cild 1, Koln, 1992. Muhemmed Emîn Zekî, Dîroka Kurd û Kurdistanê'', Bexda, 1931. Mele Mehmûdê Bazîdî, 'Edetên Kurdan Girêdanên derve Gelê Kurdistanê Kurd Neteweyên îranî Neteweyên Asyayê
35
https://ku.wikipedia.org/wiki/Maf%C3%AAn%20mirovan
Mafên mirovan
Mafên mirovan, qaîde yan jî mormên exlaqî ne ku ji bo hinek pîvanên tevgera mirovan û bi rêkûpêk di qanûnên herêmî û navneteweyî de têne parastin. Qaîdeyên mafên mirovan bi gelemperî wekî ku nayê guhertin tê pênaskirin. Mafên bingehîn ên mirovan e "ku mirov bi tenê ji ber ku ew mirovek e" û ku ferqa temen, koka etnîkî, cih, ziman, ol, etnîsîte û her rewşek din be. Maf di asta gerdûnîbûnê de li her derê û her dem têne bikaranîn û di wateya ku ji bo her kesî yek in û wekhevîne, têne bikaranîn. Maf wekî ku hewceyê hestiyariyê û serweriya qanûnê hewce dikin û mecbûrî li ser mirovan ferz dikin ku rêzê li mafên mirovan ên kesên din bigirin û bi giştî tê dîtin ku divê ew neyên girtin ji bilî ku di encama pêvajoyek rast de li ser bingeha mercên taybetî. Hizra mafên mirovan ji têgeha felsefî a mafên xweriskî hatiye. Hindek bawerin ko ji xwe mafên mirovan û mafên xweriskî her yek in û çi cidadî di navbera wan da nîne, lê hidek jî bi awayekê eşkira cidatiyê diêxin nav wan da. Her wekî di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan da hatî, têgeha mafan li ser kerameta gewherîn a mirovan hatiye avakirin. Hebûn, rewayî û naveroka mafên mirovan hêşta jî cihê gengeşeyên gerim ên siyasî, felsefî û civakî ye. Bi awayekê qanûnî, mafên mirovan di qanûna navneteweyî û di peymanan da û paştir jî di qanûnên navxweyî a hatine diyarkirin. Bi ser vê ra jî, carina mafên mirovan ji astê qanûnî derbaz dibit û awayê têgeheka exlaqî werdigirit û dibit binaxeyê hemî têkhiliyên mirovan bi hevdu ra. Dîrok Her gelên gelên kevnar bi heman awayê ku mirov îro li ser mafên mirovan ên gerdûnî nafikirîn, têgeha mafên mirovan di serdemên kevnar û pêş-modern de hebû. Pêşengê rastîn ê axaftinên mafên mirovan têgeha mafên xwezayî bû ku wekî beşek ji kevneşopiya hiqûqa xwezayî ya serdema navîn xuya bûye ku di dema Ronakbîriya Ewropî de girîng bû. Ji vê bingehê, argumanên mafên mirovan ên nûjen di nîvê paşîn a sedsala 20an de derketine holê. Magna Carta peymanek îngilîzî ye ku bi eslê xwe di 1215an de hatiye derxistin ku bandor li pêşkevtina qanûnên hevpar û gelek belgeyên destûrî yên paşîn ên têkildarî mafên mirovan, wek Qanûna Mafên Mirovan a 1689an, Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên sala 1789an û Qanûna Dewletên Yekbûyî yên sala 1791an kiriye. Feylesofê Îngilîzî yê sedsala 17an John Locke, di berhema xwe de mafên xwezayî nirxandiye, wan wekî "jiyan, azadî û milk (milkî)" bi nav kir û destnîşan kiriye ku ev mafên bingehîn di peymanên civakî de nayên radest kirin. Danezana gerdûnî ya mafên mirovan Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan (UDHR) danezanek ne-girêdayî ye ku di sala 1948an de ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin ku beşek ji bo bersivdana bûyerên Şerê Cîhanê yê Duyemîn e. UDHR ji dewletên endam daxwaz dike ku gelek mafên mirovî, sivîl, aborî û civakî bi pêş bixin û destnîşan dike ku ev maf beşek in ji "bingeha azadî, dadmendî û aştiya cîhanê" ye. Daxuyanî yekem hewldana qanûnî ya navneteweyî bû ji bo sînordarkirina reftarên dewletan û piştrastkirina ku ew erkên xwe li hember welatiyên xwe li gorî modela dualîtiya maf-erk pêk tînin. ...pejirandina rûmeta cewherî û mafên wekhev û nenas ên hemû endamên malbata mirovan bingeha azadî, dad û aştiya cîhanê ye. (Pêşgotina danezana gerdûnî ya mafên mirovan 1948) Bi seroka Eleanor Roosevelt ku di sala 1947an de dest bi nîqaşkirina Qanûnek Mafên Navneteweyî kir, UDHR ji hêla endamên Komîsyona Mafên Mirovan ve hate damezrandin. Endamên komîsyonê di cih de li ser awayê qanûnek weha ya mafan û gelo, yan çawa were bicîhanîn li hev nekir. Komîsyonê dest bi çarçoweya UDHR û peymanên pê re kir. Profesorê hiqûqê yê Kanadayî John Humprey û parêzerê Fransî René Cassin bi rêzê berpirsiyarê piraniya lêkolînên navneteweyî û avahiya belgeyê bûn ku li vir şirovekirên madeyên deklerasyonê û prensîba giştî ya pêşgotinê bûn. Belge ji aliyê Cassin ve hatiye amadekirin da ku di her du bendên yekem de prensîbên bingehîn ên rûmet, azadî, wekhevî û biratiyê bihewîne, li dûv wê jî mafên kesane bi awayekî serkevtî hatine bicihkirin ku tê de mafên kesan li hember hev û bi koman re; mafên giyanî, giştî û siyasî û mafên aborî, civakî û çandî hebûn. Di sê bendên dawîn de, li gorî Cassin, mafan di çarçoveya sînor, erk û nîzama civakî û siyasî ya ku tê de têne bicihanîn de cih digire. Humphrey û Cassin xwestin ku mafên di UDHR de bi hinek awayan bi qanûnî bêne bicîh kirin, wekî ku di benda sêyemîn a pêşgotinê de hatiye diyar kirin: Ji ber ku ger mirov neçar bimîne ku wekî çareya dawî serî li serîhildana li dijî mêtingerî û mêtingeriyê bide, pêdivî ye ku mafên mirovan bi qanûnê bêne parastin. (Pêşgotina danezana gerdûnî ya mafên mirovan 1948) Çavkanî Girêdanên Derve Mafên mirovan - Rûsya Civak Çand Mafên mirovan Têkiliyên navneteweyî Felsefeya dadweriyê Siyaset
36
https://ku.wikipedia.org/wiki/Melay%C3%AA%20Ciz%C3%AEr%C3%AE
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî (jdb. 1570, Cizîr – m. 1640, Cizîr) yek ji helbestvan û nivîskarekî mezin yên kurd e. Jiyan Melayê Cizîrî zanyarekî kurd e ku di sala 1570 an de ji dayîk bûye. Wekî ku tê gotin, di sala 1640 an de çûye li ser dilovaniya xwe. Ku mirov behsa Melayê Cizîrî bike, divêt hinekî mezin behsa wî bikê. Zîra ew, mirovekî mezin bû. Bi hizra xwe re di dema xwe de gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin. Bi hizir û ramana ji xwe re jî mezin bû. Dema xwe baş û qenc fêhm kiribû û têgihiştî bû. Tê gotin ku wî pir nivîsandiye, lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandine zêde nehatin dema me. Gelek hê jî winda ne. Hizra Melayê Cizirî pir mezin û pir bi kifş e. Ji ber vê yekê, pêşî em ji hizra wî dest pê bikin û behsa wî û jiyana wî bikin. Wî bi hizra xwe gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin û ji xwe re demek da vekirin. Di sedsala 16an de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dike. Ew jî di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mezin ji gel re dike. Ji ber vê yekê, ew û hizra wî çiqas were fêhmkirin û têgihiştin, ewçend jî rastiya wî û pêşketinên ku wî bi hizra xwe pêşengitî ji wan re kiriye, wê bêne dîtin. Meleyê Cizirî di dema xwe de bi hizra xwe temenê demekê diafirîne. Temenê hizra hemdem û nûjen bi wî re li Kurdistanê mezin tê afirandin. Ew bi hizra xwe pêşavaniya vê yekê dike. Piştî wî çend zanistvan werin, bandora wî li ser wan xuya dibe. Di wê demê de, Li Anatoliya hinek pêşketin hene. Lê pêşketinên ku dibin jî, pêşavaniya wan herêmê Mezopotamya dike. Bi zêdeyî jî, naqabine Dijlê û Ferat, di vê pêşavaniyê mezin bidest kirinê dike. Di wê demê de, Wek Semerqendê, Bexdayê û Şamê, Cizîra Botan jî navendeke mezin e. Li hewbûneke mezin li wir dibe. Ne tenê mirovên Misilman, yên Fileh û Êzîdî jî li wir dicivin. Wê derê ji xwe re weke navendekê dibînin. Bi vê yekê re, divê mirov bêje ku Cizîre Botan, navendeke mezin e. Bi vê navenditiya xwe re di serê mirovan, di nav gel û di pêşketinan de cih û war digire. Bi vê yekê re, divê mirov navê wê bi rêz hilde û bîne ser ziman. Melayê Cizîrî li Cizire Botan dimîn û mezin dibe. Malbata wî ji wir e. Ji derûdore wir e. Ne ji deştê lê ji torê ya. Ji ber vê yekê jî, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ehlîtiya xwe ve jî digihe malbata mîr. Nêzîkî hevdû ne. Ya rastî ku mirov bêje, malbate wî jî bi navê heye û mezin e û mîrîtiyeke wan jî heye. Malbate wî ji ber rewş û waxtê wan xweş e, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji Melayê Cizirî re gelek derfet derdikevin holê. Ew wan derfetan baş bi kar tîne û xwe bi pêş dixe. Piştî ku zarokatiya xwe li malê li gunde Hasetê dibuhurîne, êdî bi pêşavaniya bavê xwe û xwedîderketina mîrê botan, tê Cizîra Botan û li wir dest bi xwebdina xwe dike. Di nav îlm (hizir) de kûr diçe û mezin dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmendiya xwe, derdikeve pêş di nav gelê de. Ji ber ku di xwendinê de jîr û bi fêhm e, êdî zû bi pêş dikeve. Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe rê, di demeke kin de xwe digihinê asteke mezine, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew jî digihê wê qinyatê ku di hizir de mezin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew bîryara xwe dide ku ji Cizîre Botan derkeve û herê herêmên din yên Kurdistanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xîzan, Îdir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew jî dixweze ku xwe bigihinê wanderan. Di mala xwe de, Meleyê Cizirî birayê mezin e. Ji ber vê yekê jî, piştî ku bavê wî diçê li ser dilovaniya xwe, êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê nakê û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew tê wan herêmên Kurdistanê, yên ku navê wan hene û di wan de zanist jî hene. Piştî ku ji Cizirê Botan derdikeve, êdî tê û li gelek deverên Kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. Piştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê. Li wir, li cem Şêx Hisên demeke dirêj li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mezin. Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre tê Amede. Li Amedê, di wê demê de mele Taha heye. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe mirovekî pir mezin û zane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî jî weke demekê dimene. Li wir jî xwe bi pêş dixe. Pir dixwîne. Pir eşqî xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê, piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di îlmê xwe de hê ji mezin dibe, êdî Mele Taha qinyatê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide feqiyan. Ew jî, ku Mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew jî bi dilekî xwêş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê. Piştî ku demekê li wir dimene, êdî careke di tê Amedê û li wir hinekî di jî li civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê û li wir jî demekê dimene. Piştî ku demeke dimene, duvre rêya xwe digirê û tê Cizîre Botan. Piştre ku carek dî tê Cizîre Botan êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibînê. Bi mirovên herêmê yên zanist rê hemûnkan rê dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qedr û qiymetê wî hê mezintir dibe. Meleyê Cizîrî, piştî ku divegerihê, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîra Botan bi fêrdayina faqayên ji xwe re dibuhurêne. Di wê demê de jî dinivîsene. Biqasî ku em zanin, wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mezin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gihana roja ma. Lê gelek ji wan jî, yên ku gihana îro, bidev gihana. Haya dawiya umrê xwe li Cizîre Botan dimîne. Li wir, li Medresa Sor jî, demeke dirêj seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek feqiyên wî jî, piştre dibine zanistvanên mezin. Piştî vêqasê, heya ku digihê dilovaniya xwe, li wir dimene. Piştî ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana feqiyan û şîret li mirovan dikirin, naveqetênin. Mezele wî li Medresa Sor tê çêkirin û ew li wir tê bicihkirin. Hê jî, haya îroj mezele wî li wir e û haya îroj jî dimene. Berhem Pirtûkên wî Dîwana Melayê Cizîrî, Dîwan 114 beş in. Pirtûk ji aliyê nivîskar Celaleddin Yöyler ve bi navê "Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî" hatiye neşrkirin....[bi giştî çar cureyên helbesta kurdî hene: 1. helbesta QEHREMANÎ-NETEWÎ ku mînaka wê ya herî berceste di zimanê kurdî da Mem û Zîn e 2. helbesta AWAZÎ-STRANKÎ ku mînaka herî berçav, xezelên Cizîrî ne 3. Helbesta AMOJGARÎ-PERWERDEYÎ û 4. helbesta NIMAYIŞÎ...her yek ji van cureyên helbestan hêman û girovên xwe ne...her wiha di wêjeya kurdî da pênc rêbazên sereke hene: 1. rêbaza kevin ku pêşengê wê Ebdusemmed Babek e 2. rêbaza Êzidiyan 3. Rêbaza Botanê ku her yek ji kenkeneyên wekî Feqî, Cizîrî û Xanî bavê çiqeke vê rêbazê ne 4. rêbaza wêjeya kurdên Xorasanê ku pêşengên wê Ibni Xerîb û Ce'fer Qulî Zengî ne 4.rêbaza nû ku ji 1900 vêvetir bi destê Ebdurrehîm Rehmiyê Hekarî wek yekemîn nûxwazê kurd di qada wêjeyê da tê hisabê, dest pê bûye..înstagram: usibe_bemal] Pêşangeha wêneyan Çavkanî Çavkaniya vê nivîs pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit a bi navê `melayê Cizîrî ya. Pirtûk di tirmeha 2013an de hatiya nivisandin. Nivîs weke çend beşan ji navaroka pirtûkê hatiya berhevkirin.  Jidayikbûn 1570 Mirin 1640 Fîlozofên kurd Nivîskarên kurd Helbestvanên kurd Kesên ji Cizîrê Melayê Cizîrî Sedsala 16an Alimên kurd Wêjevanên kurd Nivîskarên zimanê kurdî Kurdên Bakurê Kurdistanê Helbestvanên zimanê kurdî Neqşîbendî Kurdên sedsala 16an Kurdên sedsala 17an Kurdên Împeratoriya Osmanî
37
https://ku.wikipedia.org/wiki/Microsoft
Microsoft
Microsoft yek ji şirketên Navneteweyî yên herî mezin li dinyayê ye. Ev şirket di warê teknolociyaya kompyoterê dixebitit û hersal bihayê zêdetir ji 44.28 hezar milyon (bilyon) Dolarên Emrîkî berhemên corane li seranserî cîhanê difroşit û heta heyva Xêveya (Hizîrana) 2006ê zêdetir ji 71,553 karmendan li 102 welat û herêmên cîhanê hebûn. Berhemên Microsoftê berî her tiştî bernameyên ji bo kompyoteran in. Berhemên Microsoft yên herî bi nav û deng sîstemên xebitandinê DOS û Microsoft Windows û bernameya karûbarên nivîsandinê Word in. Sazumankar û xwediye Microsoftê Bill Gates e. Girêdanên derve
38
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mela%20Huseyn%C3%AA%20Batey%C3%AE
Mela Huseynê Bateyî
Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî (jdb. 1417, Colemêrg - m. 1491 Colemêrg) helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîk ê kurd e. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen/Husên e. Lê belê di pirtûka Ensîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandin ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Eladîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine. Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992yan de li Stembolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907an) de, li bajarê Stembolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Ebdulreqîb Yûsif di Dîwana Kurmancî de dibêje ku navê wî "Husên" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Husên" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên e Dibe ku navê wî "Hesen/Husên" be û "Ehmed" jî leqeba wî be. Berhemên wî Bi qasî ku tê zanîn, berhemên wî ev in: Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda kurdî) Dîwana Bateyî Destana Zembîlfiroş Binihêre Klasîkên kurdî Mewlûda Melayê Batê Girêdanên derve Yüksekova Haber Çavkanî Jidayikbûn 1417 Mirin 1491 Nivîskarên kurd Fîlozofên kurd Wêjevanên kurd Kesên ji Colemêrgê Nivîskarên zimanê kurdî Kurdên Bakurê Kurdistanê Mirin 1495 Helbestvanên kurd Kurdên sedsala 15an Kurdên Împeratoriya Osmanî
39
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mazlum%20Do%C4%9Fan
Mazlum Doğan
Mazlum Doğan (z. 1955 li Depê gundê Temanê − m. 21'ê adarê 1982 li Amedê) ji kadroyên sereke yê PKKê bû ku di 1982an de xwe şewitandiye. Jiyana wî Mazlum Dogan, di sala 1955an de li gundê Teman navçeya Depa Xarpêtê hate dinê. Piştî ku dibistana mamosteyan ya Balikesirê qedand, di sala 1974ê de li Zanîngeha Hacettepeyê xwe di Beşa Aboriyê de qeyd kir. Di dawiya salên 197an de dibistanê terikand û di nava endamên sereke yên yekemîn ên PKKê de cîh girt. Di 30yê îlona sala 1979an de piştî ku hate binçavkirin hate girtin. Mazlum Dogan di sala 1982ê de di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên şixatê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir. Li girtîgeha leşkerî ya Amedê, di 21ê adara sala 1982an de bi armanca protestokirina zext û zoriyan xwe bidarde kir. Piştî vê çalakiyê ew ji aliyê PKKyiyan ve wek Kawayê Hemdem hat binavkirin. Girêdanên derve Mazlum Doğan'ın savunması (1981) Doğan, Mazlum Endamên PKKê Kesên ji Dêrsimê Jidayikbûn 1955 Mirin 1982
40
https://ku.wikipedia.org/wiki/Munzur%20%C3%87em%20%28zazak%C3%AE%29
Munzur Çem (zazakî)
Rojnamewan û nuştox Munzur Çem 1947 de dewa Kêxî (Cêxî) Qurze de ameyo dinya. Mektebo verên dewa Kêxî Seter de, mektebê mîyanên Qeza Dêrsimî Nazimiya de wend. 1969 de Kolejê Sihhetî yê Dîyarbekirî (Diyarbakır Sağlık Koleji), 1971 de kî Mektebê Îqdîsadî û Ticarî yo Berz yê Anqara qedêna. Munzur Çem, 1970 ra bi nika yew het ra meqale, roman û hîkaye nusneno, heto bîn ra kî, sanikî û kilamê ke mîyanê şarî de vajîyênê, înan dano arê, ano pêser. Meqaleyê ey ekonomî, polîtîka û kulturî ser o yê. Heto bîn ra îmla û gramerê kirmanckî ser o kî xeylê xebetîyayo. Tayê semedan ra mecbûr mendo ke nuşteyanê xo bi nameyanê cîya-cîyayan binuso. Tayê îmzayê ke hetanî nika pê nuşto nê yê: H. Toprak, A. Taş, M. Çem, B. Şilan, S. Dilan, Mirzali Çimen û ê bini. Cîya-ciya tayê meseleyan ser o broşurê Munzur Çemî kî estê. Meqaleyî, lawikî, şanikê arêkerdeyî û hîkayeyî, hetanî ewro xeylê kovar û rojnameyan de vejîyayê û hema kî vejînê. Grûba ke çend serrî yo îmla û gramerê kirmanckî ser o gureyena (xebetêna) û Swêd de kovara Vate weşanena, Munzur Çem înan ra yew o. Nuştox naye de temsîlkarê na kovare yê Almanya yo, rojnameya hewteyî Roja Teze de, 15 rojan ra reyê kirmanckî meqaleyan nusneno. Heto bîn ra M. Çem xebatkarêde heqanê merdîman (mordeman) o. Kurdistan û Tirkiya de rewşa (halê) heqanê merdîman ser o xeylê xebetîyayo. Munzur Çem, sazkerdoxanê Kurd-PEN ra yew o (ju yo). Berhem Broşur û meqaleyan ra teber, kitabê Munzur Çemî yê ke hetanî ewro weşanîyayê nê yê: A. Taş, Türkiye Kürdistanı: Ekonomik ve Sosyal Yapı (Kurdistanê Tırkiya, Halê Ekonomik û Politik), tırki. Özgürlük Yolu Yayınları, Çeleyo Qız 1985. Gülümse Ey Dersim -Roman 3 Cilt- (Bıhuye Ey Dêrsim), tırki. Özgürlük Yolu Yayınları 1990, 1991, 1993 Koln. Mirzali Çimen, Dünü ve Bugünüyle Gerikalmışlık Sorunu (Vıjêri ra bı Ewro Problemê Pêysermendışi), tırki. Öz-Ge Yayınları 1991 Ankara. Hotay Serra Usıvê Qurzkızi, Kırmancki (zazaki) 1992 Weşanên Roja Nû, Stockholm. Tayê Kılamê Dêrsimi. Kırmancki, 1993 Stockholm. Ferheng Kurdi-Tırki, (Kırmancki / Zazaki- Türkçe Sözlük) Stockholm. Alevilik Sorunu ve Dersim Ayaklanması Üzerine (Problemê Elewiyên û Xoverdayişê Dêrsimi Ser o), tırki. 1995 Stockholm. No kitab hetê nustoxi ra reyna ame wendene, tayê meseleyê bini nusnayî û bı nameyê "Dersim'de Alevilik" hetê Peri Yayınları ra 1999 de, ede Istanbul de ame çapkerdene. Ormanın Dili (Vengê Bırri) sanıki, tırki 1996 Stockholm. İsyana Çağrı -Roman- (Vengdayişê Xoverdayışi) tırki, 1996 Stockholm. Ekmeği de Yaktılar -Roman- (Non ki Vêsna) tırki, Pencinar Yayınları 1997 Stockholm. Kulê 38'i -Roportaji- kırmancki, Weşanên Komkar 1998 Koln. Luye be Bıza Kole ra - Şanıkê miyanê şarê, kırmancki, Weşanên Komkar1998 Koln. Tanıkların Diliyle Dersim 38 (No kıtab tırkiyê Kulê 38i yo û hetê Mûnzûr Çemî ra amo çarnayine) Peri Yayınları1999 İstanbul. The Voice of the Forest, Komkar Publications. İngilizki, 2000 Koln Girêdanên derve Antolojî (Bi destûr ji Antolojiya Hamdi Özyurt) Nivîskarên kurd Rojnamevanên kurd
42
https://ku.wikipedia.org/wiki/Programa%20Partiya%20Karker%C3%AAn%20Kurdistan
Programa Partiya Karkerên Kurdistan
Programa Partiya Karkerên Kurdistanê, ango Bernameya Partiya Karkerên Kurdistanê, bernameya siyasî ya PKK'yê ya ku di pêncemîn kongreya PKK'yê ya 8-27'ê rêbendana 1995'an hat pejirandin. Bernameya pêşîn a vê partiya siyasî di sala 1978'an de hatibû qebûlkirin. Çavkanî Bernameya partiyê
43
https://ku.wikipedia.org/wiki/Partiya%20Karker%C3%AAn%20Kurdistan%C3%AA
Partiya Karkerên Kurdistanê
Partiya Karkerên Kurdistanê, bi kurte PKK, partî û rêxistina siyasî ku di sala 27ê çiriya paşîn 1978an de li gundê Fîs, Lîce, Amedê bi beşdarbûna 23 kesî kongreya damezrandinê pêk anî. PKK wekî partiyeke marksîst-lenînîst hat damezrandin. Navê PKKê ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKKê Abdullah Öcalan bû. PKK hewl dide ku li rojhilat û başûrê Tirkiyeyê, bakurê Iraqê, bakurê Sûrîyê û li bakurê rojavayê Îranê bi armanca avakirina dewleteke li herêmên erdnîgariya kurdan de dike û ji bo vê armancê li welatê re got: li dijî armancên leşkerî ji bo mayina xwedî derketina xweseriyê jî di nava sînorên Tirkiyê, cerdevan û sivîl li dijî stratejîk û qanûna rêxistina çekdarên derveyî cudaxwaz ên ku çalakiya aliyekî sansasyoniyê ye. Wek bi navên KADEK (Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, û Kongra-Gel bikaranîne. PKKê, bawerî û hedefa fikrê serxwebûna Kurdistanê re hîn dan daxuyandin; “Rizgarkirina Bakurê Kurdistanê, rizgarkirina parçeyên Kurdistanê yên din e”. Piştî di sala 1974an de PKK ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate damezrandin, ku heta sala 1990an ve îdeolojiya PKKê Marksîzm-Lenînîzm bûye, lê li ser avakirina îdeolojiyeke nû ji aliyê Abdullah Ocalan ve Konfederalîzma Demokratîk ew hate barkirin. PKK; Ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, NATO, Tirkiye, Sûrî, Iraq, Îran û bi Saziyên Navnetewîyê re wek rêxistineke terorîst tê naskirin. PKK; Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Çîn, Hindistan, Swîsre hin rêxistineke terorîstî ve ne hate qebûl kirin. Dîrok Berî ku PKK were avakirin PKK'yî mîna Apocî dihatin naskirin. Abdullah Ocalan û hevalên xwe li 1ê gulanê sala 1973an li Bendava Çûbûk a Enqerê civînek çêkirin û biryara komê dan. Piştî vê civînê li 1ê kanûna paşîn sala 1977an de li Dîkmen û Tûzlûçayir 2 civînên din hatin lidarxistin û biryara vegera welêt hat dayin. Pratîka Curnê Reş û Sêwrekê PKK di navbera salên 1977 û 1979an de li Curnê Reş û Sêwrekê li dijî axa û hevkarên dewletê (mîna Bûcak û Sulêmaniyan) şerê çekdarî meşand. Di tekoşîna Curnê Reş û Sêwrekê de gellek kadroyên PKKê mîna Cûma Tak, Salîh Kandal, Halîl Çavgûn, Mehmet Sevgat jiyana xwe ji dest dan. Kongreya yekem Di Kongreya Yekem de PKK li gundê Fîsê hat damezrandin. Roja damezrandinê 27ê çiriya paşîn a 1978an e. Wekî komîteya navendi (MK) heft kes hatin hilbijartin: Abdullah Öcalan, Cemil Bayık, Şahîn Dönmez, Mehmet Karasungur, Bakî Karer, Mazlum Dogan û Mehmet Xeyrî Durmuş. Derketina Seha Rojhilata Navîn Berî Darbeya leşkerî ya 12ê îlonê PKKê biryara derketina ji welêt da û li Libnanê li Newala Beqayê bi cih bû. Li vir di kampeke leşkerî û siyasî de kadroyên xwe perwerde kir. Piştî ku Mahsum Korkmaz li 28 adara sala 1986an li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest da navê vê kampê bû: Akademiya Mahsum Korkmaz. Şerê çekdarî, avakirina enî û arteşê PKK di kongreya xwe ya 2em de (1982) biryara vegera welat û şerê çekdarî da. Di 15ê tebaxa sala 1984ê de bi çalakiyên Dih û Şemzînanê PKKê dest bi têkoşîna çekdarî kir. Û bi van çalakiyan îlana rêxistina xwe ya çekdarî, Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) kir. Fermandarê giştî ê HRKê Mahsum Korkmaz bû. Rêxistina PKKê a eniyê û siyasî Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan, ERNK di Newroza sala 1985an de hat avakirin. Di sala 1986an di 3emîn kongreya PKKê de li dewsa HRKê ARGK-Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan hat ava kirin. Armanca PKKê avakirina artêşek ji gerîlla bû. Di sala 2001an de di konferansa 1emîn a HPGê de, dewsa ARGK de HPG hate ava kirin. Vêga fermandarê giştî yê HPGê Dr. Bahoz Erdal e. Di navbera salên 1984 û 1994an de bi hezaran ciwanên kurd tevlî refên PKKê Û ARGKê bûn. Di destpêka salên 90î de êdî li her deverê bakurê Kurdistanê serhildanên gel dest pê kirin. PKKê di kongreya xwe ya pêncem de (1995) ala xwe guhert. PKKê di sala 1993an de cara yekem agirbesta yekalî îlan kir. Ji vê demê û pê de PKKê xwest pirsgirêka kurd bi awayekî siyasî û aşitiyê çareser bike. Bi vê armancê gellek caran agirbest îlan kirin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan di sala 1998an de ji Sûriyê derket. 12 çiriya paşîn 1998an de hate Romayê û 15 sibat 1999an de jî bi komployek navnetewî hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin. PKKê di kongreya xwe ya 8em de xwe fesih kir (4 nîsan 2002). Di vê kongreyê de KADEK Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, hat ava kirin. KADEK li çiriya pêşîn a 2003an hate feshkirin û di dewsa wê de KONGRA-GEL hate damezirandin. Piştre Koma Komalên Kurdistan an KKK di 20ê adara 2005an de wekî sîstemeke konferderalîst hate îlankirin. Li 4 nîsana sala 2004an de ji nû ve damezirandina PKKê hate îlankirin. PKK ji aliyê DYA û YE wekî rêxistineke terorîst hatiye lîstekirin. Berxwedana zindanan Partiya Karkerên Kurdistan bi qasî derve, li zindanan jî tekoşînek mezin meşandiye û li ber xwe daye. Di van berxwedanan de gellek kadroyên grîng û endamên komîteya navendî jiyana xwe ji dest dane. Mazlum Dogan (Endamê Komîteya Navendî ya Partiyê): Li Newroza 1982an bi 3 darikên şixatê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir. Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengin : Li 18ê gulanêsala 1982an de ji bona protestoya zextên li zindanê bedena xwe dan ber êgir. Kemal Pîr, Hayri Durmuş, Ali Çiçek, Akif Yilmaz (Endamên Komîteya Navendî ya Partiyê): Di rojiya mirinê de di sala 1982 jiyana xwe ji dest dan. (Rojiya mirinê, 14ê tîrmehê dest pê kiribû) Pêvajoya agirbestan Agirbesta yekem a PKKê a yekalî di sala 1993an de hate îlan kirin. Ji wê rojê û pêve hetanî sala 2007an 5 cara agirbest hate îlankirin. Agirbesta yekem Di 19ê adara sala 1993an de serokê giştî ê PKKê li Bekaa civînek çapemeniyê li dar xist. Bi beşdarbûna Serokê YNKê Celal Talabanî, PKKê di dîroka xwe de ji bona cara yekemîn agirbestek yek alî îlan kir. Li ser daxwazên sergirtî ên rayedarên dewleta tirk PKKê biryarek wisa stend. Agirbest wê hetanî 15 nîsana 1993an dewam bikira. Piştre gorî hin daxuyanî û nûçeyên rojnameyan, li ser daxwaza kevneserokkomarê Tirkiyê Turgut Özal, Celal Talabanî ji bona vê agirbestê navbertiyê kiriye. Roja 15 nîsana 2003an PKKê agirbestê ji bona meheke din drêj kir. Lê hê agirbest xilas nebûbû, Turgut Özal bi awakî nezelal jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê PKKê jî êrîşek çêbû û di encamê de 33 leşker jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşê agirbesta yekem a yekalî bidawî bû. Agirbesta duyem Di sala 1995an de hate îlankirin. Lê belê ji ber operasyonên leşkerî û sûîkasta ku di dema Tansu Çiller, Dogan Gureş û Mehmet Agar li dijî serokê PKKê Abdullah Ocalan hate kirin, ev agirbest bi dawî bû. Agirbesta sêyem Di sala 1998an de hate îlankirin. Ev agirbest jî mîna yên berê bê encam ma. Li gorî daxuyaniyên PKKê daxwaza vê agirbestê ji aliyê serokwezîrê wê demê ê Tirkiyê Necmettin Erbekan hatiye kirin. Lê belê piştî ku li 1ê îlona 1998an agirbest hat îlankirin Tirkiyê û DYA'yê gef li Sûriyê xwarin û mecbûr kirin ku serokê giştiyê PKKê ji Sûriyê derkeve. Piştî vê bûyerê jî agirbest demekê dewam kir. Bi radestkirina Serokê PKKê a Tirkiyê ev agirbest bidawî bû. Agirbesta çarem Di sala 1999an de hate îlankirin. li 2 tebax 1999an de PKKê biryara derxistina hêzên xwe yên çekdarî a ji sînorên bakurê Kurdistanê (Tirkiye) da. Li 1ê meha îlonê jî cara çarem agirbesta yekalî îlan kir. Ev agirbest 5 sala ajot. Lê ji ber ku ji aliyê dewleta irk ve ti gavên erênî nehatin avêtin û operasyon hatin domandin, ev agirbest li 1 hezîran sala 2004an bi dawî bû. Agirbesta pêncem Agirbesta 5em li ser daxwaza rewşenbîrên kurd û tirk ên Tirkiyê, DTP, DYE, YE, ji aliyê KKKê hate îlankirin. Agirbest li 1ê çiriya pêşîn a 2006an dest pê kir. Li gorî daxuyaniyên rêvebirên PKKê û KKKê heger ti gavên erênî neyên avêtin ev agirbest li gulana 2007an bidawî bû. Navên tevgerê Alên tevgerê yên berê Çavkanî Girêdanên derve Malpera PKK Binihêre Programa Partiya Karkerên Kurdistan HRK - ARGK - HPG - CÎK ERNK - YDK - CDK YJWK - YAJK - PJKK - PJA - PAJK - KJB KADEK - Kongra-Gel - KKK PYD - PÇDK - PJAK YCK -TECAK - Komalên Ciwanan PPR - JRG Rêxistinên kurdan
44
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rohat%20Alakom
Rohat Alakom
Rohat Alakom (z. 13'ê gulanê, 1955 Qebaqom, Kaxizman) nivîskarekî kurd e. Jiyan Di roja 13ê gulana 1955an de li gundê Qebekom ku bi Qaxizmanê ve girêdayî ye (qezayeke bajarê Qersê) ji dayik bûye. Dibistana pêşîn, navîn û lîse li wir xelas kir. Paşê wi li Enqereyê, li serbajarê Tirkiyeyê xwendina bilind qedand (1974-1978). Du salan 1979-1980î li Bulgaristanê û di salên 1980-1982an de li Almanyayê ma, li bajarê Frankfurtê. Di sala 1983ê de koçberî Swêdê kir. Ji wê demê heta niha li Stockholmê dijî. Qasî 20 pirtûkên Rohat Alakom bi zimanê kurdî, tirkî û swêdî li ser dîrok û wêje hatine weşandin. Pirtûka wî ya yekem bi zimanê swêdî bi navê "Di Hezar Salan de Pêwendiyên Swêdiyan û Kurdan" derketiye. Hin lêkolînên wî bi zimanê din jî der çûne. Berhem Kürdoloji Biliminin 200 Yıllık Geçmişi (Komkar, 1987) Çağdaş Türk Edebiyatında Kürtler (Vejîn-1989, Fırat-1991, Avesta-2010) Di Çavkaniyên Swêdî de Motîvên Kurdî (Vejîn-1991) Unutulmuşluğun Bir Öyküsü: Said-î Kürdi (Fırat-1991) Ziya Gökalp’in Büyük Çilesi: Kürtler (Fırat-1992) Yaşar Kemal’in Yapıtlarında Kürt Gerçeği (Fırat-1992) Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan (Nûdem-1994) Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd (Apec-1995) Bir Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları: Şerif Paşa (Apec-1995, Avesta-1998) Eski İstanbul Kürtleri (Avesta-1998) Hoybun Örgütü ve Ağrı Ayaklanması (Avesta-1998, Avesta-2011) Svensk-kurdiska kontakter under tusen år, (Apec-2000) Arîstokratên Kurd: Torin (Apec-2003. Torin: Arîstokratên Serhedê, Avesta-2009) Orta Anadolu Kürtleri (Apec-2003, Evrensel 2004, Evrensel-2007) Kurdên Swêdê (Serkland-2006) Kurderna-Fyrtio år i Sverige (Serkland-2007) Ronahîya Dîrokê (Aran-2008) Dünyanın En Yaşlı Adamı-Zaro Ağa (Avesta-2009) Kars Kürtleri (Avesta-2009) Kağızman-Kars’ın Tadı Tuzu (Kağızman Belediyesi-2012) Komkujiya Ermenîyan -1915 (Avesta, 2015) Xatirê Te Stockholm! Selahaddîn Rastgeldî (Apec, 2016) Dîroka Kurdistanê di çapemeniya swêdî de (Apec, 2016) Jinên kurd di çavkaniyên swêdî de (Apec, 2016) Çend pirtûkên ku Rohat Alakom weşandina wan amade kiriye Jesidkurder (Apec-2001) Kurdisk resa (Apec-2005) Bir Türk Subayının Ağrı Dağı İsyanı Anıları (Avesta-2011) Pirtûkên dengdar (Talböcker), bi swêdî Svensk-kurdiska kontakter under tusen år (2000) Kurderna- Fyrtio år i Sverige (2007) Çend pirtûkên Rohat Alakom bi erebî Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê (Bi zimanê erebî, werger: Şukir Mistefa, Weşanxaneya Kawa, 2000). Şerîf Paşa (Bi zimanê erebî, werger: Şikur Mistefa, Weşanxaneya Spîrêz, 2004). Di Folklora Kurdî De Serdestıyeke Jinan ( Werger: Xelat Ehmed, Kalime-2011, Abu Dabî) Du pirtûkên Rohat Alakom bi zaravê soranî Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê (Bi zaravê soranî, werger: Şukir Mistefa, Weşanxaneya Aras, 2000). Kurdên Îstenbola Kevn (Bi zaravê soranî, werger: Ahmad Taqana, Weşanxaneya Mukrîyanî, 2005) Çavkanî Girêdanên derve e-pirtûk Folklor û jinên kurd Alakom, Rohat Jidayikbûn 1955 Mirovên zindî Kurdên Swêdê
45
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Esma%C3%AEl%C3%AA%20Baz%C3%AEd%C3%AE
Îsmaîlê Bazîdî
Îsmaîlê Bazîdî (jdb. 1654 Bazîd − m. 1709 Agirî), wêjevan û helbestvanekî kurd ê klasîk yê Bazîdî ye.. Li cem Ehmedê Xanî perwerde dîtiye. Fîlozofekî mezin bû. Jiyane xwe bi perwerde kirina zarokên kurd re bûhûrand. Pirtûkek jî bi navê "Gulzar" bo perwerde kirina zarokên kurd nivîsand. Berhem Gulzar Çavkanî Fîlozofên kurd Kesên ji Agiriyê Kesên ji Bazîdê Jidayikbûn 1654 Mirin 1709 Helbestvanên kurd Wêjevanên kurd Nivîskarên kurd Kesên sedsala 17an Nivîskarên zimanê kurdî
46
https://ku.wikipedia.org/wiki/Siyehp%C3%BB%C5%9F
Siyehpûş
Siyehpûş an Siyahpoş yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Helbestvanê kurmancînivîs ê herî pêşî yê li navçeya Silîvan Siyehpûş e. Di nav gel de ji ber karakterê Kurmanciya Silîvkî jê re Siyapoş an Siyahpoş jî dibêjin ku bi Farisî bi maneya reşpêçayî, reşgirêdayî, reş li xwe kirî ye. Heye ku ew bi xwe jî ji bona lihevkirina beşavendan (qafiye) carina Siyehpûş û carina jî Siyahpoş bi kar anîbe. Li gora agahdariyên ku muderis Mele Hadî efendî dide me, “Siyehpûş berî ku were Silîvan li gelek cîhan geriyaye; li ba aliman, li ba mîrekan û hwd. Pêşi tê Hekkariya, dû re dibihîze ku alim û mîrekên mezin li Farqînê hene, ew jî tê Farqînê. Li gor texmînan 20-25 saliya xwe da hatiye Silîvan. Demek dirêj li Kurbeytê dimîne û li wê derê meletiya gund dike. Di helbestên wî de, di wêjeya wî de, mirov dizane ku Siyehpûş alimekî mezin e.” Li gora ramana wî Siyehpûş 137 sal berê di 1868 de hatiye Silîvan. Li Silîvan danûstandina wî bêtir bi Ferhoyê Izêr axa re çêdibe. Ferho (Ferhan) axa bi mêraniya xwe bi nav û deng bû. Qesra Ferho li Kevanê Kêrê (Qêre) ser pozê Kanîgulanê bû. Di şerê berxwedana xwe ya li dijî Osmaniyan a sefera ser Kurdistanê de têkçû, hate qefaltin û li qazox xistin. Ferho axa rojek ji Siyehpûş dipirse, dibêje “Siyapoş rast bêje ez yekî çawan im?” Siyehpûş di ber xwe de dibişire, bersîv nadê. Ferho axa cara dudiyan jê dipirse. Hingê Siyehpûş dibêjê “Axayê min xweş axa ye, lê qûna wî qûna qazoxa ye.” Mixabin ku paşiyê jî wek wî dertê. Ev gotina wî hê jî di nav zanyarên dînî yên Silîvan de digere. Di pey de Siyehpûş diçe Bexdayê. Siyehpûş di nav mela û xwendayên medresê yên Silîvan de naskirî û hezkirî ye; xezel û perçe şi’rên wî ji ber tên zanîn û xwendin. Dastana wî ya bi navê Seyf ul-Mulûk di nav melayan de tê zanîn. Nusxeyek jê li ba meleyek ku dinasim hebû, lê ji bona dîtina wê mêrik doza zêran dikir. Bi qasî ji zimanê wî yê di Seyf ul-mulûk û hin helbestên wî têdigihêm; zaravayê wî ji kurmanciya Botan-Badînan-Hekarê bêtir li ser ya xeta Silîvan û Îranê, li gelek ciyan jî bi terkîb û telafuzê ji Kurdî bêtir li ser Farisî diçe. Kurmanciya wî fereh e, felsefeya wî ya tesewiya îslamî û kûr e, zanîna wî ya gelemper bilind e, hunermendiya wî ya şi’r û edebiyatê bi hêz e. Çîroka Seyf ul-mulûk wek Leyla û Mecnûn an Ûsiv û Zuleyxa çîrokek erebî ye, li ser serpêhatiya çûyîna Seyf ul-mulûk a Serendîbê (adaka ku Adem cara pêşî ji bihiştê hatiye û lê danîye). Siyehpûş ew çîrok bi kurmancî û bi nezim nivîsiye ku li gelek ciyan meriv xwe di serpêhatiyên di çîrokên hezar û yek şevê de hîs dike. Bi teşeyê mesnewî û di navberan de jî bi xezelan xemilandî ye. Xezelê wî yên serbixwe jî hene M. Reşît IRGAT pirtûkek piçûk ji “çend xezel û helbest”ên wî pêkhatî di nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 1999 de, Celîlê CELÎL jî “SEYFUMULUK” a wî li Wien (Viyana) di 2000'î de weşandine. Berhem Seyf ul-Mulûk Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan: “Sed heyf û mixabin ko di heqê vî şairê hêja de em tu tiştî nizanin, ji şihra jêrîn pê ve, ya ko vê paşiyê ketiye destên me. Dibêjin leqeba Siyehpûş pê ve bûye ji ber ko hewranikî reş bi xwe ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reş dikir. Ji şihra jorîn em dizanin ko Siyehpûş di pişt Xanî re ye. Jû pê ve Siyehpûş bi vê şihirê ji me re du şairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Şêxê Babeşîrê«” Çavkanî Nivîskar Kesên sedsala 18an

Summary

Extracted from the wikidump. There are summaries and categories available for each article. Will look into adding them later.

Usage

from datasets import load_dataset

ds = load_dataset("nazimali/kurdish-wikipedia-articles", split="train")
ds
Dataset({
    features: ['id', 'url', 'title', 'text'],
    num_rows: 63076
})
Downloads last month
3
Edit dataset card